PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab Z ( zeyn ) : Dîwana Melayê Cizîrî


39. Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez :
_____________________________


Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez
Ger xob û perîzade nezer kî te bes im ez

Mislê mehê new ger te divêtin me bibînî
Mêze bike camê tu dizanî çi kes im ez

Yexma ji me can kir ko tecellayê li dil da
Min rûhê di qalib tu yî tenha qefes im ez

Hubba te ye min radihejînî ko binalim
Þeb ta bi seher nale ji rengê ceres im ez

Min go mehê new çaþitiyê ebrûyê yarê
Go min çi hed e þubhetê ne'lê feres im ez

Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez

Cana tu yî min can gulê bêxar-i gerem bî
Minnet ko ne wek bilbilê mihnet 'ebes im ez

Sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê te
Yekser tu nebat î we li teb'ê meges im ez

Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman
Da vê se'etê ser bibirim xweþ meqes im ez

Ser ta bi qedem ez bisojim þubhê Melayî
Perwanesifet sohtim û bêsewt û his im ez




Melayê Cizîrî



*******