PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab Þ ( þîn ) : Dîwana Melayê Cizîrî


46. Îro Mela serapa lew têk-i bû me ateþ :
_________________________________


Îro Mela serapa lew têk-i bû me ateþ
Min dî seher xeraman neyþekera þirînmeþ

Ya reb çi turfe mêwe evrenge mey dibexþet
Þi'ra me tê perîþan nezma me tê muþewweþ

Dilgeþte min ji dêrê naçim kenîþteyê qet
Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleþ

Mehbûb-i wek stêr e govend û 'iþqibazî
Têkil biçîn semayê hiþyar û mest û serxweþ

Heywan li kû dimînit em muftiyê zeman în
Bêtin ji destê saqî cama zelal-i bê xeþ

Wer guh de çeng û nayê þîrîn ko bên semayê
Camê binoþe vêran çi sade û çi zerkeþ

Tali' ko têt û furset muhlet li nik heram e
Min 'umrê Nûh-i nîne wer saqiyo bi lez xweþ

Neyþekkera þirînqed me ji dest te mey divêtin
Da sîne pê cela dîn rewþen bikîn dilê reþ

Camid çi kin bi husnê ko wan nezer li xwar e
Xerteb'etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeþ

Kore xwe nasipêrit carek bi dest delîlan
Ebleh çi kit tewafê nabînitin Berê reþ

Bêzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan
Qedrê gulan çi zanit kerbeþ divêt kerê reþ

Feyda me þubhê Nîl e em Dicle û Firat in
Ger þeyx û wer imam e vê ra ye min keþakeþ

Þoxa ko ez di bendê dil girtiye kemendê
Letîf e zuhresîma ebrûhilal û mehweþ

Birhên ji qewsê qudret nîþane kir Niþanî
Lami' ji ber dibarin çi yengiyek we perweþ

Ellah li min hubba te çi þekker û nebat e
Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geþ




Melayê Cizîrî



********