PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab T ( tê ) : Dîwana Melayê Cizîrî


53. Mey nenoþî Þeyxê Sen‘anî xelet :
_______________________________


Mey nenoþî Þeyxê Sen‘anî xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê xelet

Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanî xeta hanî xelet

Wî nedî bejna te û dayê qiyas
Hikmetê lew çûye burhanê xelet

Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand
Wer ne qeys naket beyabanê xelet

Wek Niþanî neqþ û nîþanek te dî
Ê ko nîþanek te dî kanî xelet

Ez giham ava heyatê xef ji dil
Xudr-i vajî çûye heywanê xelet

Þahniþînên nazikan dayi‘ mekin
Da nebînî dil bi vê xanê xelet

Ellah Ellah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê xelet

Roz û þeb her seyrê dîdara te tên
Nakirin ew dewr û seyranê xelet

Hon nebên meþþateyê xef daniye
Hemqeran kir xal û nîþanê xelet

Dê bi ser canê me murwet da me êx
Biþkowên benda girîbanê xelet

Ser nebî ber kufrê zulfê ‘aqibet
Ez ditirsim lê ji îmanê xelet

Pehniya vê çerx û dolabê dinê
Nisbeta erbabê ‘urfanê xelet

Nusxe’ê ‘alem hemî ‘unwanek e
Nuqteyek nabit di ‘unwanê xelet

Qulzum û bayên muxalif tê pir in
Da nekelþên darê sukkanê xelet

Da bizanî pehlewanî mûyekê
Dest nedî li-l-lahi mîzanê xelet

Wî di destê min gula geþ pir xwinav
Heyf-i bilbil çû gulistanê xelet

Hêj-i sehwa xame’ê bû werne min
Ev xelet nakir di dîwanê xelet

Wî li ser bejna te ev seywan veda
Wer ne nada roj-i seywanê xelet

Geh dil û geh can dibin tirkên te tên
Nakirin yexma û talanê xelet

Meþrebê tirkan Firat û Nîl-i kir
Teþneleb çû terfê ‘Ummanê xelet

Pîrê hikmetbîn li wifqa meþreban
Kes nedî mey rêhte fincanê xelet

Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pêçên perîþanî xelet

Pakiteb‘ û quwwetek mewzûn divêt
Da nedit sen‘et bi idmanê xelet

Merdimên çehvên Melê ‘eksa xwe dî
Wek Niþanî ma li nîþanê xelet



Melayê Cizîrî



******