PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab N ( nûn ) : Dîwana Melayê Cizîrî


72. Min di ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn :
______________________________


Min di ber qalû bela batin vi wê ra bû evîn
Hêj li ser ‘ehda elest im ta bi roja axirîn
Min divê lê eþkera kim carekê daxa nihîn
Guftim ew ra ma du‘ago yî tu em ey hor-i ‘în
»E‘redet ‘ennî we-qalet ma du‘au l-kafirîn«

Ey þehê ‘alîcenab pir ‘aciz û perkende em
Ah ji dest cewra evînê çi bikirim min bende em
Sebr û taqet min neman lê bêkes û dermande em
Ger bixwanî wer beranî bende em ta zinde em
»Wacibun lî imtisalu l-emri maza te'murîn«

Sohtim ez pêta evînê têk bûwem gird û heba
»Inne lî ayati sidqin kane fî haze n-neba«
Horiya roja liqaê nazika mexmûr qeba
»Hebbeza rewdatu necdin zurtuha 'ehde s-siba«
»Rewdetun yecrî 'ela erca'iha ma'un me'în«

Min li ser bedrê munîr mektûb diye neqþê sewad
Ser bi yek anî du nûnan xettê reyhanî du sad
Hadirî min secde bir lew xerqê xwînê bû fiwad
Ber derê baxê wisaleþ hatifê awaz-i dad
»Hazihî cennatu 'ednin fe-dxulûha xalidîn«

Naêtin gohtin bi qal þerh û beyana husnê tu
Dê bi hal û sir binasin dilfesana husnê tu
Xweþ Mela amancê tîran kir kemana husnê tu
Qisseê 'iþqa celal û dasitana husnê tu
»Tilke enba'un yeqûlu n-nasu minna be'de hîn«



*****



76. Îro ji husna dilberê :
____________________


Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweþ în
Remzên di wê þîrînsurê
Sohtim bi pêta ateþîn

Sohtim bi berqa lami' e
Ew necm û bedra tali' e
Þemsa semayê rabi' e
Lew pir ji þewqê þewwiþîn

Pir þewwiþandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa 'eqarib lê meþîn

Selwa 'eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweþîn

Biska siyah re'na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reþ în

Êsîr kirim zulfa çelek
Ew horiya þubhet melek
Tîr dan ji reþtûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweþîn

Tîr dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir þewq û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê heriþîn

Cerg û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweþ în

Hem bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweþ destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê niþîn

Lewhê ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weþîn

Zulfa siyah 'enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reþîn

Mawer ke terh û biþkoyan
Cîranê berg û lû'lûyan
Ew 'er'er û selwa ciwan
Þetrî bi mestî lê xwiþîn

Þetrî we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiþ în

Meþha seher yarê þefîq
Da min bi enguþtên 'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiþ în

Mexmûrê bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê þem'a geþ în

Perwaneyên sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reþtûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqiþîn

Kuþtim bi qewsê 'enber e
Þoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeþ în

Mihnetkeþên roz û þebê
Der firqeta þêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweþ în

Zulma tu kî pir pê xweþ im
Sohtîdilê hicrankeþ im
Mislê perengê ateþ im
Rûhek mucerred bêleþ în

Min dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweþ în



******



78. Peyweste du ebrû li me mehbûbê kiþandin :
____________________________


Peyweste du ebrû li me mehbûbê kiþandin
Sed gezme peyapey li ezê xeste reþandin

Tîrek ji kemanê xedebê da cegerê rîþ
Mil dane ber û ser ji du goþan veweþandin

Cohtê esedan pence li ser sîne nihandin
Kullab-i gihandin dil û hestî heriþandin

Birhên te ji qudret ko numan goþeyê i'caz
Peyweste kemanan li guhan goþe kiþandin

Mihra te di canê xwe ji dil xef kiribû min
Dil çû ceger û sîne li ser canî ve þandin

Nûnên te hilalê bi qeran yek ji sura heq
Bê 'eyb-i li dêmê qelema xeybê kiþandin

Neqqaþê ezel ismê cemalê ko nivîsî
Herfên te mucessem ji surê taze reþandin

Reyhanî û dîwanî û hem suls û muselsel
Yek yek we hezar reng-i ji husnê neqqiþandin

Ev ayeta nûrê ji Mela ra ko nivîsî
Katib ji surê nuqte bi zêrabê feþandin



******


79. Þox û þengê zuhrerengê :
__________________________


Þox û þengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir dil ji min

Wê þepalê miskê xalê
Dêmdurê gerdenþemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min

Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goþeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir dil ji min

Dên nedîrê bo 'ebîrê
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min

Surþirînê nazenînê
Kuþtim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min

Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê þebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir dil ji min

Xweþxeramê ez xulamê
Nazikê þîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir dil ji min

Mahirûyê miskiboyê
Surpilingê þêrixûyê
Wê bi zulfa þubhê goyê
Dil ji min bir dil ji min

Herdu weþman naz û xeþman
Kê ji ber wan 'eql û hiþ man
Sa'eta min dî bi çeþman
Dil ji min bir dil ji min

Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û þeb niqabê
Xweþ bi çengal û kulabê
Dil ji min bir dil ji min

Serwinazê serferazê
Þubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir dil ji min

Bejn û bala tûx û 'ala
Min kirin vêk ra mutala
Çîçeka terhîn-i wala
Dil ji min bir dil ji min

Mîrê xazî þîrê tazî
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j' xeflet ve gazî
Dil ji min bir dil ji min

Þîr û xiþt in zulf û qiþt in
Hin veþarin hin vehiþtin
Pehlewanan dest vemiþtin
Dil ji min bir dil ji min

Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min



Melayê Cizîrî




******