PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab H ( hê ) : Dîwana Melayê Cizîrî


83. Muhbetê mihnet di zor in :
__________________________


Muhbetê mihnet di zor in
Hub dibêm bêþek bela ye
'Umr û jî xweþ pê diborin
Sotin û derd û cefa ye

Sotin û derdê evînê
'Illetê dax û birînê
Xweþ dibin ma ew bi dînê
Þerbeta lêva mufa ye

Her dilê sotî bi ulfê
Yar ne derman kit bi zulfê
Ta ebed ew bend di qulfê
'Iþiq derdek bêdewa ye

'Iþiq derdek bêtebîb e
Lê mufa wesla hebîb e
Kuþtime cewra reqîb e
Pir le'înê rûsiya ye

Dax û key min lê hezar in
Gul di dest þewkên bixar in
Surperî dêw wê l' kinar in
Ehremen xatem reva ye

Teb'ê dêwan dest gehiþtê
Hor û wildanên bihiþtê
'Aþiqê dilbendê qiþtê
Can bidit yek car rewa ye

Mihnet û cewra hebîbî
Qehr û azara reqîbî
Heq tinê da min xerîbî
Lê þukur baxwoy we daye

Rohniya wê þewq û tavê
Þerbeta qend û gulavê
Kes nehin mehrûm ji navê
Lê tinê bo min xela ye

Bênesîb min dî ji camê
Dûridûr mehrûm ji ramê
Girtiyê wê qeyd û damê
Ev xerîbê canfida ye

Dûredest im bênesîb im
Dilberim xanim hebîbim
Pir ji dîna te xerîb im
Rûh û rahet min liqa ye

Pir mulazim têm liqayê
Mame hetta multeqayê
Min rihê þîrîn didayê
Hudhud er mizgîn bidaye

Hudhudê ridwanê xeybê
Sed xeber þîrîn ji ceybê
Da dilê min murde hey bê
Guh li rê min wek seba ye

Çehvenêr im guh li rê me
Lê seba rê da ye bê me
'Erdihala muhbetê me
Bendeyek sadiq Mela ye

Canfidayê min di rê da
Firqetê derbek we lê da
Qalibek bêrûh e wê da
Kuþt dibêm min lê rewa ye

Dem bi dem ew çehvenêr e
Bête nîþanek me jê re
Da bibit ew zinde vê re
Yarê sadiq bêbiha ye

'Aþiqên sadiq di kêm in
Ma dibê sed can fidê min
Zanim ew najîte bê bin
'Aþiq û pir mubtela ye

'Alim în em vê dizanîn
Cism e ew em rûh û can în
Qet ji hev batin xwiya nîn
Gerçi zahir ew cida ye

Hudhudê wê remz û razê
Ba bû ew çû goft bi sazê
Qisse bir behsa mecazê
Qasidek xweþteb'-i ba ye

Ba demê weqtê mecal da
Çû kû ew yareh bi pal da
Qisseya halî bi hal da
Guh didêrit yar-i ba ye

Muhbeta mehbûb û latan
Pir vekir zîwersifatan
Daye qelb û rûh û zatan
Roj di mir'atê xwiya ye

Muhbeta sorî du qism e
Qufl û miftah û tilism e
Hin ji rûh in hin ji cism e
Nar û nûr e hin hewa ye

Hubbê cismanî du roj in
Gerçi dil pir pê disojin
Xef ceger peykan dinojin
Mislê neqþ-i bêbeqa ye

Gul heta sohr in bi tê ve
Bên tebessum pê ve pê ve
Bilbilê serxweþ di nêv e
Nexme û nal û newa ye

Herçi cilwa bû ji navê
Nû gulek dî girt xwinavê
Wî ji dil çû muhbeta vê
Ew bi ya dî ra teba ye

Herkesê muhbet ji rûh e
Mubtelay nûra subûh e
Wî di dil da sed curûh e
Cezbe û lerzîn û ta ye

Herdu rûh yek nûrê tav in
Çerxek û du stêr di nav in
Herdu dane murxê dav in
Ismê hey dav lê veda ye

Nûr e pir nadir wucûd e
Gerçi ewwel nar û dûd e
Berqê lami' dê li kû de
Hub di qelban kîmiya ye

'Arif î cewherþinas î
Ê bi vî wesf û libasî
Dê qedir behter binasî
Meq'edê sidqê ceza ye

Dûr nekî da wî ji derê xwe
Wernegêrî ji wî berê xwe
Boriye ew di serê xwe
Ser di nava rê nihaye

Ma dibit ew dûredest bit
Dê ji fincana te mest bit
Cam ji þehkasê bi dest bit
Ebteran ew mey dewa ye

Yarê pir husnek li bal bû
Dilberek xayet cemal bû
Ew bi hal ageh bi hal bû
Þubhê wê þefqe w 'eta ye

Mehdera wî xeyrixwazî
Nukteyek j' wê remz û razî
Wê bi dil seh kir ji sazî
Muxnî û qanûn û nay e

Yûsifê dewr û zemanî
Go nesîm han vî niþanî
Lê ji bo nekhê dehanî
Nexweþan ew lê þifa ye

Mawera belgên gulê bû
Bihn û bûya kagulê bû
Darûwê qelbê Melê bû
Lew bi çehvên min cila ye

Banesîm dê çî lezînî
Sax û salim ma tu bînî
Vî kumêdî lê gehînî
Da siwar bit lê peya ye

Xefletî, bayê nesîm hat
Xef ji bal yarê kerîm hat
Pir bi ihsanek 'ezîm hat
Qasidê þahê geda ye

Dil nefes dîsa bi ber hat
Lew hekîm Luqman bi ser hat
Nafi'ê derdê ceger hat
Tali'ê kewkeb numa ye

Min ko ew nîþan giheþtê
Ev dilê sed dax-i reþ tê
Zerreyek xweþ lê neheþtê
Ismê e'zem pê gihaye

Çûme ser piþta kumeydî
Min jî pir ew jan û key dî
Behr û ber me l' ber xwe tey dî
Deþt û çol û Kerbela ye

Me w nesîm xweþ pence têk ra
Wê diçîn wek teyr-i vêk ra
Behsê zulfa yarê pêk ra
Borê 'iþqê pir fira ye

Gunbeda nûrîn xwiya bû
Spêdeya sadiq numa bû
Yek bi yek þewqê veda bû
Qesr û eywan û sera ye

Qumrî û bilbil dixwînin
Lê 'eceb ew xweþ dimînin
Her seher mehbûb dibînin
'Endelîb vê ra teba ye

Buxçeya sorgul di geþ tê
Çîçek û reyhan-i reþ tê
Dilrubayan tîne geþtê
Sinbilan ta-ta sema ye

Sebzeya þebnem gulav lê
Sor'eqîqan dur xwinav lê
Dilberan seyran û rav lê
'Er'eran sîtab-i daye

Bûm þerîf ez b' asitanê
Þahidên wê gulistanê
Saqiyan cam cam didanê
Kewkeban seywan veda ye

Çendekê çemen xwirem bû
Lê medam ew subhedem bû
Min bi hiþ baxê Irem bû
Lê seba go min Seba ye

Sef bi sef wildan perî bûn
Bendê zulfa 'enberî bûn
Têk li dêmê muþterî bûn
Reqs û govend û sefa ye

Pir 'umir min çû bi suxtî
Lê þukurxwaz im ji bextî
Zuhreyek bû ew li textî
Belko bêm Þemsu d-duha ye

Perdeya xelwê ko hilda
Yengiyek min dî di mil da
Gezmeya jehrî li dil da
Qet nego qetl û xeta ye

Hadirî çûm secde jê ra
Lê niyet ihram ne vê ra
'Aþiqê ev gezme tê ra
Herçi ta'et kit rewa ye

Çûm ziyaret pê û destî
Lê nehiþt ewwel bi qestî
Da bisojit rûh û hestî
'Aþiqan sotin ceza ye

Þerbeta wesla xwe nadet
Ta hinek 'aþiq ceza det
Dilberan ev reng e 'adet
Mehrûyan kemtir wefa ye

Pîþe'ê wan xenc û naz e
Sen'etê 'aþiq niyaz e
Yar li ber zazan 'icaz e
Þerbeta þîrîn mufa ye

Çûm tewafa pê û destan
Þubhetê sekran û mestan
Ehlê hal û xobperestan
Wan ji 'umr ev mudde'a ye

Tilliyên nazik þemalîn
Min li ser çehvên xwe malîn
Talibê werdên bixal în
Dil di vê fikrê teya ye

Çû 'umir mi d' vê xiyalê
Ma þevek 'îdan di salê
Bêm ziyaret zulf û xalê
Roj û þev min ev du'a ye

Çerx ditirsim kit þitabê
Zû ecel pê det rikabê
Can biret mi d' vê 'ezabê
Ev siyahreng ejdeha ye

Çendekê sadiq cema bin
Er bibêjî can fida bin
Wek Melê lazim tu nabin
Wî ji dil canê xwe daye



Melayê Cizîrî



*******