PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bab W ( waw ) : Dîwana Melayê Cizîrî


88. Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû :
____________________________________


Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû
Numayên min di mir'atê meya safa zelal ebrû

Bi þîrînî bi zîbayî bi reftarî bi balayî
Binê nûnên di tuxrayî li bala herdu xal ebrû

Bila bêt saimu d-dehrî û bila iftarê carek bit
Kesê zanî ji dilber wê xwiya bin her du sal ebrû

Meþî mestane reyhanî dilê min dî di amancê
Reþandî sîneyê tîran bi qewsê her du mal ebrû

Sehergeh zuhresîma wa diçû gulþen bi seyranê
Bi ser çehvên Niþanî da xiramê ew hilal ebrû

Dibên xawerperest î tu nizanin min di keþfê da
Numayên min di þerqê nazika gerdenþemal ebrû

Tinê ma her terazû ne di babê husnê kêþayî
Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal ebrû

Me cewher 'unsurik xamis numa îro di tali' da
Di vê teqwîmê insanî li tali' bûne fal ebrû

Bi zunnara di dêrê da li hindava çilîpayê
Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû

Di mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê
Didit min terfeti l-'eyni cewaba sed su'al ebrû

Di batin secdegahê min li ber wan herdu ebrû ne
Bi 'eynê taqê mihrab in di 'ilmê ehlê hal ebrû

Eger de'wayê Mûsayî di 'iþqê da bikim ca'iz
Mela dayim tecella ye ji wê terha þelal ebrû

Bi þîrînî bi zîbayî çi katib bû we kêþayî
Te'ale l-lah niþan dane we þîrîn ev misal ebrû

Ne þîrîna li derbendê ne mehbûbê Semerqendê
Ne kêþayîn bi vî rengî li neqþê bêzewal ebrû

Niþana qabê qewseynê ko qews avête ebsaran
Di teqwîma tecellayê bi ser lê bûn hilal ebrû



******



92. Hê di ber qalûbelayê belko ew ‘alem nebû :
___________________________________


Hê di ber qalûbelayê belko ev 'alem nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû

'Erþ û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami'a 'iþqê hebû

Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel
'Aþiq û me'þûq-i yek bûn þem' û hem perwane bû

Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek
Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû

Yek di zatê surþirînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû

'Aþiq û me'þûq-i el-heq herdu mir'atê yek in
Lew di eslê cem'ê da eslê qedîm ayîne bû

Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê'iþq û hub çendî ko kir bêfeyde bû

Salikên 'iþqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik þehzade bû

Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû

Ê birî 'eynê beqayê badenoþê 'iþqê bû
Ê bûyî mehwi-fenayê 'aþiqê bêçare bû

Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat
Êk ji wan teþbîhê goyînê bi ah û nale bû

Awirên eswed'uyûnan 'aqilan sewda dikin
Gezmeya 'aþiq vi dil keftî ji çehvên þehle bû

'Aþiq û me'þûq-i da wasil bi yek bin bêhicab
Mehw-i bû bi-z-zati 'aþiq lew di 'iþqê perde bû

Lew di 'iþqê da fena bû da bibit baqî bi dost
'Aþiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû

Nuqteyê 'ilm û sewadê herf û neqþê 'alemê
Ser didin me'nayekê eslê sewadê nuqte bû

Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e
La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû

Herçi de'wayê di 'iþqê da Melê sabit kirî
'Eynê de'wayê di nefsi l-emri dîsa þehde bû



Melayê Cizîrî




*******