01 Destpêk : Ehmedê Xanî - Memozîn 01 Destpêk : ______________ Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle'ê husnê 'iþqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî Namê te ye lewhê nameya 'iþq Ismê te ye neqþê xameya 'iþq Bê neqþê te, neqþê xame xam e Bê namê te, name natemam e Namê te ye þahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê mehmûd Medmûnê muraselatê la-reyb Meþhûdê mukaþefatê bi-l-xeyb Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb Me'þûq tu yî, bi fexr û naz î 'Aþiq tu yî, lêk bêniyaz î Mutleq tu mufîd û mustefad î Bêþubhe murîd û hem murad î Nûr î tu di husn-i rûyê dildar Nar î tu di qelbê 'aþiqê zar Þem' î, ne ji qismê nûr û nar î Þems î, ji 'eyan tu perdedar î Genc î tu di nêv tilismê 'alem Kenz î tu 'eyan ji ismê adem Ev 'alem û ademî û meþhûd Ev mumkin û masiwayê mewcûd Hemiyan bi te ye mudare û debr Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr Emrê te bi lefzê »kun« du 'alem Mewcûd kirin, xered çi adem Adem bi xwe yek ji herdiwan e Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane Ew herf, heqîqeta muheqqeq Hem emr e bi qudreta te hem xelq Eþbah muressem in ji nasût Erwah muwessem in ji lahût Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah Nasûtî egerçi rengsefal e Lahûtî ji pertewa cemal e Herfa ko me gotî, neqþihûr e Lê meqsed û me'neya wê kûr e Zahir te eger numaye suxra Batin ew e neqþê xame kubra Mewcûd e di wî þehadet û xeyb Meþhûd e di wî siyadet û 'eyb Insan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji te hem qerîb e hem dûr Hindî weh ko cinsê 'alemî ne Ew tabi'ê new'ê ademî ne Evrenge felek hemî mu'ezzem Evçende melek hemî mukerrem Ev karegeha 'ezîm û dewwar Ev baregeha bedî' û seyyar Evçende zemîn digel 'enasir Evrenge 'ered digel cewahir Evçendehe ni'met û nefa'is Evrengehe me'kel û melabis Evçendehe mudde'a û metlûb Evrengehe muþteha û mehbûb Heywan û me'adin û nebatat Metlûb û meqasid û muradat Bi l-cumle ji bo me ra li kar in Fi l-cumle ji bo me ber di bar in Heqqa ko te xweþ nizam û rewneq Tertîb kirin ji bo me el-heq Em xafil û 'atil û gunehkar Mayîne di qeydê nefsi emmar Nînin me di qelbî fikr û zikrek Nakin bi zebanî hemd û þikrek Xanî ko nehin bi qelbî zakir Barî bide wî zebanê þakir Ehmedê Xanî ****** |