02. TE'DADÊ NI'METÞIMARÎ Û TEKRAR - I : Ehmedê Xanî - Memozîn 02. TE'DADÊ NI'METÞIMARÎ Û TEKRAR-I ÞUKURGUZARIYA BARÎ DI SÛRETÊ AYÎNEDARÎ Û PERDEBERDARIYA PERWERDIGARÎ DA DIGEL IXTÎTAMA BI MUNACATEK MUXTESER KURDÎ _________________________________________________ Ey þukrê te cewhera zebanî Wey zikrê te seyqela cenanî Ey wahidê bêþerîkê yekta Wey wacidê bênezîr û hemta Ey baqiyê bêzewalê da'im Wey hadiyê bêfenayê qa'im Ey xaliqê erd û 'asimanan Wey xaliqê cumle ins û canan Mulk û melek û felek bi carek Bi l-cumle te çêkirin tebarek Subhaneke kulle ma xeleqte Ehsente fe-keyfe ma feleqte Herçî ko te çêkir ey nikûkar Heryek di hedê xwe da sezawar Ev neh sedefê di pirmirarî Dirrê di sefîd, þefaf û tarî Heft di mißalê durrê xeltan Herþeþ cihet û çihar erkan Hersê weledê di pirmewalîd Xebra û sema digel meqalîd Lewh û qelem û sewabit û 'erþ Heywan û nebat û me'den û ferþ Zahir kirin ev qeder sena'i' Peyda kirin ev qeder beda'i' Heryek ji 'edem kirin te peyda Ibda' kirin te bê heyûla Fi l-cumle çi ewwel û çi axir El-qisse çi mu'min û çi kafir Her yek ji te ra we bûne mezher Ewreng di wan tu bûyî mudmer Bê husn-i te nîne wan wucûdek Bê nûr-i te nîne wan numûdek Hikmet ew e batinî û zahir Qudret ew e xa'ibî û hadir Nînin te tecezzu' û temekkun Emma we di wan dikî tewettun Goya hemî cismek in tu can î Goya hemî þehrek in tu xan î Husna te ye zîneta hebîban Reþka te ye xîreta reqîban Meyla te ye 'aþiqan dikêþit Derdê te ye dil ji ber diêþit Þîrîn te kire þekir li Perwîz Ferhad ji rengê eþkê xwînrîz Leyla te kire bela li Qeysî Ramîn bi te ram bû li Weysî Yûsif te çira numa Zuleyxa Wamiq te kusa gihande 'Ezra Þêxê weko pênce hec bijarî Dîn kir te ji bo keça kufarî Nîlûfer nazperwerî kir Ew jî te li mihrê muþterî kir Balayê bilind te daye ser wan Pabendê bela te da tezer wan Sorgul te kirin ji xar peyda Bilbil te kirin hezar þeyda Xweþrengî te da giyayê sorgul Xweþdengî te da newayê bulbul Ronahî te da serê þemalan Perwane kirin bi þewqê talan Mehbûb te çêkirin di dilkeþ Meczûb te pê kirin muþewweþ Ev 'iþq û mehebbeta di dil da Ev zulf-i selasilê di mil da Aya ne te çêkirin muqabil Heryek te bi hev kirin mu'adil Ayîne te çêkirin mukerrer Husna xwe di wan te kir musewwer Ayîne li pêþ-i tûtiyan girt Davik te li pêþ-i kûviyan girt Ayîne ji wan we ye ko av e Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e Neqþê te dibînin ew di avê Nakin hezerê ji av û davê Lebteþne teleb dikin zelalî Wî dane û dam û zulf û xalî Meqsûd ko bû ji pêþ ve hadir Dê qesd bikin cemî'ê nazir Tûtî bi xwe ma þekir dirêjin Herçî dibihên ewî dibêjin Wê meqsedê muxteser dibînin Pabend dibin gelek dimînin Meqsûd û muradê dil tu þa yî Emma tu tudillu men teþa'î Herçî te divê bibî delalê Pabend dikî bi zulf û xalê Herçî ko tu bînî ser hîdayet Vê ra Bekirî bikî 'înayet Hadir wî dibî meqamê me'lûm Ger xadim e wî digêrî mexdûm Bê secde te ey cenabê me'bûd Adem kire qiblegah û mescûd 'Îsa kusa gihande ewcan Aya bi çi te hebande ew can Dersa ko bi xef te gote Idrîs Elbet diçû meqamê teqdîs Iblîsê, feqîrê bêcinayet Hindî te hebû digel 'inayet Her roj-i dikir hezar ta'et Lewra ko te da wî istita'et Wî secde nekir li xeyrê me'bûd Gêra te ji ber derê xwe merdûd Yek secde nebir li pêþê exyar Qehra te kire muxellide n-nar Elqisse ji hikmeta te agah Ferdek me nedî tebareke l-lah 'Irfan-i teleb di sahibê idrak Derheqqê te gote »ma 'erefnak« Xanî bi nezaniya xwe derheq Gumrah bibit ne dûr e el-heq Illa ko meger mu'în Xwida bit Ya rahiberê wî Mustefa bit Ya reb bi heqqê Mustefa kî Xanî bi xwe ra tu aþina kî Ehmedê Xanî ***** |