05. IÞ‘ARA MEDÎHETA TEWAIFÊ DI KURDAN E - Ehmedê Xanî - Memozîn 05. IÞ‘ARA MEDÎHETA TEWAIFÊ DI KURDAN E. BI ÞECA‘ET Û XÎRETÊ Û IZHARA BEDBEXTÎ Û BÊTALI‘IYA WAN E DIGEL HINDE SEMAHET Û HEMIYYETÊ __________________________________________________ Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke Da cam bi mey cihannuma bit Herçî me irade ye xuya bit Da keþf bibit li ber me ehwal Kanî dibitin muyesser iqbal Idbara me wê giha kemalê Aya bûye qabilê zewalê Ya her wehe dê li ’stiwa bit Hetta weko dewr munteha bit Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb Bextê me ji bo me ra bibit yar Carek bibitin ji xwabê hiþyar Rabit ji me jî cihanpenahek Peyda bibitin me padiþahek Þîrê hinera me bête danîn Qedrê qelema me bête zanîn Derdê me bibînitin ‘ilacê ‘Ilmê me bibînitin rewacê Ger dê hebûya me serfirazek Sahibkeremek suxennewazek Neqdê me dibû bi sikke meskûk Ned’ma wehe bêrewac û meþkûk Herçend ko xalis û temîz in Neqdên bi sikkeyê ‘ezîz in Ger dê hebûya me padiþahek La‘iq bidiya Xwidê kulahek Te‘yîn bibûya ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek Hasil bibûya ji bo wî tacek Elbette dibû me jî rewacek Xemxwarî dikir li me yetîman Tînane der ji destê le‘îman Xalib nedibû li ser me ev rûm Nedibûne xirabeyê di dest bûm Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk Emma ji ezel Xwidê wisa kir Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e Ew ‘ar li xelqê namidar e Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye þa‘ir û feqîran Herçî bire þîrî destê himmet Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet Lewra ko cihan wekî ‘erûs e Wê hukim di destê þîrê rûs e Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn Lutf û kerem û ‘eta û bexþîn Pirsî ji dinê min ev bi hikmet Mehra te çi gote min ko himmet Hasil ko dinê bi þîr û ihsan Tesxîr dibit ji bo wî insan Ez mame di hikmeta Xwidê da Kirmanc di dewleta dinê da Aya bi çi wechî mane mehrûm Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm Wan girt bi þîrî þehrê þuhret Tesxîr kirin biladê himmet Her mîrekê wan bi bezlê Hatem Her mêrekê wan bi remzê Ristem Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan Kirmancî ye bûye þubhê burcan Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in Kirmanc hemî li çar kinar in Herdu terefan qebîlê kirmanc Bo tîrê qeda kirîne amanc Goya ko li serhedan kilîd in Her ta’ife seddek in sedîd in Ev qulzimê rûm û behrê tacîk Hindî ko bikin xurûc û tehrîk Kirmanc dibin bi xwîn mulettex Wan jêk ve dikin misalê berzex Cwamêrî û himmet û sexawet Mêrînî û xîret û celadet Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad Wan dane bi þîr û himmetê dad Hindî ji þeca‘etê xeyûr in Ewçend ji minnetê nefûr in Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet Bû mani‘ê hemlê barê minnet Lew pêk ve hemîþe bêtifaq in Da‘im bi temerrud û þiqaq in Ger dê hebûya me ittifaqek Vêk ra bikira me inqiyadek Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet Temyîz dibûn ji hev meqalat Mumtaz dibûn xwidankemalat Ehmedê Xanî ****** |