06. SEBEBÊ NEZMA KITAB E BI VÎ EZMANÎ - Ehmedê Xanî - Memozîn 06. SEBEBÊ NEZMA KITAB E BI VÎ EZMANÎ DI SÛRETÊ ÞEKWAYA JI DEWRANÎ Û GILIYA JI EBNAYÊ DI ZEMANÎ KO LI BAL WAN YEKSANE HINERA DANAYÎ DIGEL ‘EYBA NADANÎ __________________________________________________ Xanî ji kemalê bêkemalî Meydana kemalê dîte xalî Ye‘nî ne ji qabil û xebîrî Belkî bi te‘essub û ‘eþîrî Hasil ji ‘inad eger ji bêdad Ev bid‘ete kir xilafê mu‘tad Safî þemirand vexwar-i durdî Manendê derê lisanê kurdî Înaye nizam û intizamê Kêþaye cefa ji boyî ‘amê Da xelq nebêjitin ko ekrad Bême‘rifet in, bêesl û bunyad Enwa‘ê milel xwidankitêb in Kirmanc-i tenê di bêhesêb in Hem ehlê nezer nebên ko kirmanc ‘Iþq-i nekirin ji bo xwe amanc Têk da ne di talib in, ne metlûb Vêk ra ne muhibb in ew, ne mehbûb Bêbehre ne ew ji ‘iþqibazî Farix ji heqîqî û mecazî Kirmanc ne pir di bêkemal in Emma di yetîm û bêmecal in Fi l-cumle ne cahil û nezan in Belkî di sefîl û bêxwidan in Ger dê hebûya me jî xwidanek ‘Alîkeremek, letîfedanek ‘Ilm û hiner û kemal û iz‘an Þi‘ir û xezel û kitab û dîwan Ev cins biba li ba wî me‘mûl Ev neqd biba li nik wî meqbûl Min dê ‘elema kelamê mewzûn ‘Alî bikira li banê gerdûn Bîna ve rûha Melê Cizîrî Pê hey bikira ‘Elî Herîrî Keyfek we bida Feqiyê Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran Çi b’kim ko qewî kesad e bazar Nînin ji qumaþ-i ra xerîdar Xasma di vê ‘esrê da ko himyan Me‘þûq û hebîb e bo me hemiyan Ye‘nî ji teme‘ dirav û dînar Heryek ji me ra we bûne dildar Ger ‘ilm temam bidî bi polek Bifroþî tu hikmetê bi solek Kes nakite meyterê xwe Camî Ranagiritin kesek Nizamî Weqtê ko me dî zeman e evreng Fi l-cumle li ser diravî bû ceng Hez kir me bibîne kîmiyager Gava ko me dî nebû muyesser Nisfiyye me pêlekê ‘emel kir Tesfiyyeê cewher dexel kir Qelbê me nekir qebûl-i hîle Qet bo xeredê nebû wesîle Dîn çû û neket bi dest me dînar Paþê ji neçarî bûyîne seffar Sifrê xwe yê xef me eþkera kir Qirtasiye bû me lê du‘a kir De‘wet geriya bi sidq icabet Bû wasiteê qezayê hacet Ev pol egerçi bêbeha ne Yekrû ne û saf û bêbeha ne Bêhîle û xurde û temam in Meqbûlê mu‘amela ‘ewam in Kirmancî ye sirf e, bêguman e Zêr nîne bibîn sipîdeman e Sifrê me yê sor e, aþikar e Zîv nîne bibîn ko kem‘eyar e Neqdê me mebêje kembeha ye Bê sikkeyê þahê þehrewa ye Ger dê bibûya bi ùerb-i menqûþ Nedima wehe bêrewac û mexþûþ Mehbûb e, bi kes ne namizad e Lew bextsiyah û namurad e Qirtasiyeya me bêpenahan Bê derb-i qebûl-i padiþahan Me‘lûl e li ba gelek ‘elîman Meqbûl e li ba gelek hekîman Lê hakimê weqt-i me‘rifetnak Mesmû‘ nekir bi sem‘i idrak Mîrê ko bi navê Mîrza ye Mehza nezera wî kîmya ye Qelbê di zexel dikit bilorî Polê di dexel dikit filorî Sed bar hebin filûsê ehmer Derhal-i dikit bi yek nezer zer E‘layî dikit bi qehrê edna Ednayî dikit bi lutfê e‘la Paþan digirit wekî esîran Aza dikitin wekî feqîran Herroj hezar bênewayan Herlehze bi lutf sed gedayan Zengîn dikitin bi destê himmet Hikmet ew e nakitin çu minnet Ger dê wî nezer bida me carek Iksîrê teweccuha mubarek Ev qewl hemî dikirne eþ‘ar Ev pol hemî dibûne dînar Emma nezera wî zêde ‘am e Lew xas-i nezer ji dil neda me Ew rehmet xas e bo ‘ewamî Ya Reb, tu bidî wî her dewamî Ehmedê Xanî ***** |