KÝLAMÊN JÝ HÊLA MERAÞÊ - Bazarcix û Albistan Ola Meraþê : _____________ Anê, bavo, xalo, xangê birano Ez je bîrnakim vî þerê Meraþê Çi anîne serî me çêlikê gurano Je bîrnakim anê þerê Meraþê Meraþê Meraþê, zalim Meraþê Em lê nekenîn, ne berê ne paþê Dunya bûye zindan, ro naçe avan Zar û zêç serjêkirin le pêþ çavê bavan Heta faþist kur biwin je herdu çavan Je bîrnakim bavo ola Meraþê Meraþê Meraþê, zalim Meraþê Em lê nekenîn, ne berê ne paþê Ola Meraþê le dunyê bûye fîlim Zar û zêc serjêkirin dîlim dîlim Çi anîne serê mehla Yörükselîm Je bîrnakim xangê, þerê Meraþê Meraþê Meraþê, zalim Meraþê Em lê nekenîn, ne berê ne paþê Le Meraþê topbûn çêlikê guran Dest avitne xangan le pêþ çavê biran Qe em je bîrnakin heyfa mixtarê Xidiran Je bîrnakim bira þerê Meraþê Meraþê Meraþê, zalim Meraþê Em lê nekenîn, ne berê ne paþê Topkirin se Bêltîzan û Cerîtan Herderek þewitandin îtoxlu îtan Pir dewrîmcî kuþtin Çeqalan û Fîtan Je bîrnakim xalo ola Meraþê Meraþê Meraþê, zalim Meraþê Em lê nekenîn, ne berê ne paþê ******* Meyrik : ______________ Meyrika minê nexweþ e nale nale. Oy ezî nizanim ku ev çi derd e ev çi hal e. Oy felek kûr be mala te biþewite. Meyrika minê hêne vê miraze ingê bîst sal e Lê rabe, were were Tu memire ez bimirim Oy malno cîrano werin Meyrika minê nexweþ e. Têyla minê nale nale ê xwin vedereþe. Oy dilo tu le rêkê Qisix mere. Gotin meyrika te birin ê le xestexana Meraþ e Lê rabe, were were Tu memire ez bimirim Oy Meyrika minê sîyar kirin le ber Dukana Kalê . Lê lê felek malxirabê hên Meyrikê nediran fîstanê ralê. Oy dilo ro nediyo tu le rêkê Qisix mere. Gotin Meyrika te birin le rêka yaxza Odunsalê Lê rabe, were were Tu memire ez bimirim Oy ezê herim Meyrikê xwe bibînim. Ezê le hêlê serî rûnim Meyrikê xwe neterkînim. Lo lo mal avano Meyrikê min teslîma min kin. K‘ez beme doxtoran mîna carekê nabînim. Lê rabe, were were Tu memire ez bimirim Lê lê felek te je Meyrikê min xêr e Oy ez le yaylan namînim ezê herme Bazarcixa jêri. Oy min Meyrika xwe doxtor be doxtor gerand. Gotin dermanê xwe tune derdî xwe qansêr e. Lê rabe, were were Tu memire ez bimirim ***** Memedalî : ______________ Lo lo, lo lo Memedalî Xang be derdê te pir nalî Çavê dijminan birijin Ku tu kirin e vî halî Lo lo lawo Memedalî Tu gencî bîst û pênc salî Xang je derdê te denalî Were lawo Memedalî Kincê Lêwik neþuþtin e Hevalan je xwe hîþtin e Xeberdaran xeber anîn Ku Memedalî kuþtin e Lo lo lawo Memedalî Tu gencî bîst û pênc salî Xang je derdê te denalî Were lawo Memedalî Moyrê singê lêwik vekin Porî serî lêwik þekin Je hevalê lêwik ra biwên Mîna lêwik je bîrnekin Lo lo lawo Memedalî Tu gencî bîst û pênc salî Xang je derdê te denalî Were lawo Memedalî Hespî lêwik bene avê Bikþînin kolanî navê Kî debê çi bira biwê Law nagiri þûna bavê Lo lo lawo Memedalî Tu gencî bîst û pênc salî Xang je derdê te denalî Were lawo Memedalî Aþiq Fedaî: : ____________ Di derheqa wî da, zêde agahdarî di destê me da tune. Ew ji Meraþê ye û di kasetên wî da kilamên Tirkî jî hene. ***** Ez Kurmanc im : _____________ Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim Berê virda be birinim dilê min girtîye sizi Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim Nizanim, nizanim Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim. Bi min dikenin Tirk û çete sankî ez ne însan im Tu bê çi hatime dunyê je canê xwe osangim Din nebûme çi be çi ye her halekî dizanim Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim Nizanim, nizanim Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim. Li axa axan gir bûm mekteba min tune bû Ez þivan bûm le zozanan hevalê min pez hebû Negerim le tu welatan zimanê min ev hebû Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim Nizanim, nizanim Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim. Ya Heso ye, ya Hûso ye, ya Memo ye, navê min Ya Alo ye, ya Heydo ye, ya Misto ye bavê min Ez dixwazim rizgarîyê belkî çavê min nabînin Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim Nizanim, nizanim Ez Kurmanc im, qurban heyran ez qe Tirkî nizanim. ****** Derdê Giran : ______________ Ez xerîbê ser ketîme, þevê dilan veqetîme Ez xerîbê ser ketîme, þevê dilan veqetîme Bi þev û ro xeva min nê, ji êla xwe dûr ketîme Ji êla xwe dûr ketîme Aman aman, aman aman, çîyan girtîye berf û duman Ez têketim derdê giran, nabînim çare û derman Ev çi hal e ez nizanim, xelkê bindest û xizan im Ev çi hal e ez nizanim, xelkê bindest û xizan im Welatê min tev diþewiti, li ba dijminan erzan im Li ba dijminan erzan im Aman aman, aman aman, çîyan girtîye berf û duman Ez têketim derdê giran, nabînim çare û derman Ber dilê xwe kûr dinalim, hêstirê min tên ez dimalim Ber dilê xwe kûr dinalim, hêstirê min tên ez dimalim Dixwazim welat rizgar bibe, sebram tune hendî kal im Sebram tune hendî kal im Aman aman, aman aman çîya girtîye berf û duman Ez têketim derdê giran, nabînim çare û derman ***** Welatê Me Kurdistan e : ______________________ Welatê me Kurdistan e, Kurd kole ne bindestan e Welatê me Kurdistan e, Kurd kole ne bindestan e Hêlê xelkê bar havîn e, tim je me ra zivistan e Tim je me ra zivistan e Here lo xelkî rezîl o, tu neçar o tu sêfîl o Ji bin þerê zulimkaran ez le seri tu menzil o. Dêrsim je Meletyê wêda, her nalekê çend Tirk têda Dêrsim je Meletyê wêda, her nalekê çend Tirk têda Hûrê giran pir þun xwarin, ê derizin bin erdê da Ê derizin bin erdê da Here lo xelkî rezîl o, tu neçar o tu sêfîl o Ji bin þerê zulimkaran ez le seri tu mezîl o. Çar xwînxwaran par kirin e, ji heqê wan kar kirin e Çar xwînxwaran par kirin e, ji heqê wan kar kirin e Xeber têye ûcê dunyê, her ro hêlek ar kirin e Her ro hêlek ar kirin e Here lo xelkî rezîl o, tu neçar o tu sêfîl o Ji bin þerê zulimkaran ez le seri tu menzîl o. **** Lorî : ______________ Li ber deri, li ber deri Dayik rûniþtî bû hûr dehêri Li ber deri, li ber deri Dayik rûniþtî bû hûr dehêri Je lorîkê xeber tune Nizani çi hate seri Nenî nenî lorî nenî Xeva xweþ le çavê te nî Nenî nenî berxê nenî. Lorîk je derguþê xuþî Hên beynika radekiþî Lorîk je derguþê xuþî Hên beynika radekiþî Hêlê qumê loma nekin Je giþkan þîrê xwe kiþî Nenî nenî lorî nenî Xeva xweþ le çavê te nî Nenî nenî berxê nenî. Bav çû le kêri rawestî Du þev û ro nadewestî Bav çû le kêri rawestî Be þev û ro nadewestî Xeber hat ku lorîk miriye Je milan ket hema westî Nenî nenî lorî nenî Xeva xweþ le çavê te nî Nenî nenî berxê nenî Emrê bavê le ber kêri çû Hêstir le rûyê xaþeli çû Emrê bavê le ber kêri çû Hêstir le rûyê xaþeli çû Malê xwînxwaran biþewiti Lorîk çiqe be gêncî çû Nenî nenî lorî nenî Xeva xweþ le çavê te nî Nenî nenî berxê nenî Aþiq Turabî: : ______________ Ew ji gundê Çîxilê ye, ku girêdayî navenda Meraþê ye. Kasetên wî yên ku di studîyo da hatin qeyd kirin jî hene. Lê di wan kasetan da piranî bi Tirkî distêre. ****** Lê Nemayê : ______________ T’ezî kujtim, t’ezî kujtim, t’ezî kujtim, t’ezî kujtim Teva kirim tu neliþtim , oy oy lê nemayê Çiqas tu eka wîjdansiz bîye, çiqas tu eka wîjdansiz bîye (...) de xwe hiliþtim oy oy lê nemayê Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê Avek da min be kevçî ye, avek da min be kevçî ye Te ezî gezmez kirim le nav di ye, oy oy lê nemayê Wer kem du dilan je hev nêþînin, du dilan je hev nêþînin Axir songîya dunê mirinîye, oy oy lê nemayê Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê Jûrda were xwe le bake, jûrda were xwe le bake Neynikê deyne perçemê þe ke, oy oy lê nemayê Çûyînê ezî ke herim, çûyînê ezî ke herim Were lê lê xwê le min bela ke, oy oy lê nemayê Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê T’ez çir kirim, t’ez çir kirim, t’ez çir kirim, t’ez çir kirim Mîna Kerem te ez ar kirim, oy oy lê nemayê Lê lê tu vê biterkîne, keçikê tu vê biterkîne Te’y werg kirîye ez kor kirim, oy oy lê nemayê Lê nemayê lê nemayê, mêrik mirî le orta mayê Xwedê qurban tu çima’y haye, Xwedê qurban tu çima’y haye Tu serxoþî werg ê ser be ba ye, oy oy lê nemayê Te kenê xwe daye êl-elemê, te zewqê xwe daye êl-elemê Te sixintîya xwe giþtik sewa min daye, oy oy lê nemayê Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê Bejnê te û þivê turi , bejnê te û þivê turi Salqim salqim lê degiri, oy oy lê nemayê Xwedê qurban tu vê biterkîne, lêy lêy tu vê biterkîne Bese lê evê ku te be min kiri, oy oy lê nemayê Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê Tu rûmenî l’ser çayîrê , tu rûmenî l’ser çayîrê Min çare nedî le te gawirê, oy oy lê nemayê Poz hilanîye ê be min ra deyn nake, poz hilanîye ê min ra deyn nake Dostno nizanim min le vê çir kirîye, oy oy lê nemayê Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê Nizanim mala rindê le ku ye, nizanim mala rindê le ku ye Gotin mala rindê ûcê di ye, oy oy lê nemayê Lê lê tu vê biterkîne, keçê tu vê biterkîne Ev a ku be turabê tê çî ye, oy oy lê nemayê Lê nemayê lê nemayê, rezîl bûyê le orta mayê Lêy Lêy Yarê Sextekarê Wer k’em herin yanî baxan, wer k’em herin yanî baxan Emê rûnîn l’sîya qewaxan Le rû min da mewê ku tu ye, le rû min da mewê ku tu ye Na paþê navê gilgilê heta baxan Lêy lêy yarê yar heyranê, lêy lêy yarê sextekarê Te heyrana te me þîrinê, te heyrana te me þîrinê T’ez kor kirim wek îrinê Çiqas tu eka sozyalan bîye, çiqas tu eka sozyalan bîye Welehî ez te bîrnakim heta rîya mirinê Lêy lêy yarê yar heyranê, lêy lêy yarê sextekarê Çîya kibar e wer þîrin e, çîya kibar e wer þîrin e Çavê te çima tuni wek îrin e Lêy lêy were tu megîre, serxoþ were tu megîre Berê dilê minî kul e, be burin e oy Lêy lêy yarê yar heyranê, lêy lêy yarê yar qurbanê, lêy lêy yarê sextekarê Bî ye bî ye dinê bî ye, bî ye bî ye serxoþ bî ye Tere avê lo wekî tîye oy Xeberdan an xeber anîn, xeberdan an xeber anîn Peyakî xwe je min rindtir dî ye Oy ez mirim serxoþ mirim, oy ez mirim serxoþ mirim Were ser ceneze’y min qê ezî ney gawir im Birin birin rinda min dirin, birin birin rinda min birin Me paþi hev kiþanda wer dekirin Du dilan je hev hezkir oy Bihilin ku ewna hev hilgirin Lêy lêy yarê yar qurbanê, lêy lêy yarê sextekarê ***** Oy Ez Mirim Xecê Mirim : ______________ Xecê were tu terî ku ra, oy ez mirim Xecê mirim Tu deyn nakî pozî te’y le jûr ra, oy ez mirim Xecê mirim Dilê te le min tune bû, oy mirim Xecê mirim Çima te ew hedîya þand je min ra, oy ez mirim Xecê mirim oy ez mirim Xecê mirim Oy ez mirim Eþê mirim, oy ez mirim nav xweþê mirim Were ser ceneze’y min qê ez ney gawir im Usa bûm je salan vê salê, oy mirim Xecê mirim Têr nebûm je te hevalê, oy ez mirim Xecê mirim, Qedira Reþê Ezî gêj im ezî ker im lêy lêy lêy, ezî gêj im ezî ker im oy oy oy Nifiran meke hênî gêncî ter im Her kesekî le mala xwe ye oy oy, her kesekî le îþ û karê xwe ye oy oy, oy qedirê Ezî þaþ im k’ez ku da herim Ax le min qedira reþê oy oy oy, tê le min talya xirabê Be sixintîyan ezî nixweþ im lêy lêy lêy, be sixintîyan ezî nixweþ im oy oy oy... Ku da herim timî þaþ im Ba kes le min meki loman lêy lêy lêy, ba kes nekin le min loman oy oy oy... Ez qûlekî Xwedê qedir reþ im Ax le min qedira reþê oy oy oy, tê le min talya xirabê Lêy lêy were tu teri ku ra oy oy oy, lêy lêy were tu teri ku ra oy oy oy... Rêka tê teri derî me ra Newû je vê qedirê nefiltîm oy oy oy vê qedirê(...) Rake rake serî xwe rake oy oy oy, rake rake serî xwe rake lêy lêy lêy... Çima tu carkê le min mêzi nake Çend sal in ku me hevdû nedîye oy oy oy, çend salin ku emê j’hev dûr in oy oy oy... Weleh tu qe bîrê min nake Wax le min qedira reþê oy oy oy, tê le min talya xirabê Nixweþ ketim min bela xwe dî oy oy oy, nixweþ ketim min bela xwe dî lêy lêy lêy... Te halê min be çavê xwe dî Ez le gurbetîyê pir gerîyam lêy lêy lêy, ez le gurbetîyê pir gerîyam oy oy, oy qedirê Min kesî mîna xwe qedir reþ nedî Ax le min qedira reþê oy oy oy, tê le min talya xirabê Rê ye rê ye ker bîyê rê ye oy oy oy , rê ye rê ye kor bîyê rê ye oy oy oy... Hêndî giran tu pêlî tê ye oy K’ez heta sibî be we ra bibêm oy oy oy, heta sibî were bibêm oy oy oy... Paþîyê qeregunê minê qe nêye Wax qedirê wax qedirê oy oy oy, hesê min tê le boy hewarê oy Aþiq Turabî: ****** Lê lê Can Canê Mere : ______________ Lê lê de yar yar, de yar yar, de yar yar, de yar yar ... Tu here ser kanîyê le te bigiri tîremar Oy, malê bavê te barki heta serî neqewekê, lê be derê bakurekî sar Divê barkin herin dînîne devî nalekê, lê têva derê kevir û dar Le kozê bavî te nemîni berxik û kar Le pezê bavê te be derê dêleke har Destî xwe be destî min da, emê herin bigerine le dû bajarê Aregar , oy Aregar Oy de yar yar, de yar yar, yar yaylecîya minê de yar yar Lê lê can canê, hey le halê me ez çûme Qirxan Hevalno ez nefiltîm le wan mêratê keran Min go: k’ezê rabime le derîyê can canê xwe bigerim Xeber hilanim ku can canê min bar kirîye hatîye danîye le qerexanê Têran , lê Têran lê Têran oy Oy mere mere, mere zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere lêy Lê lê can canê, bejnê te wiha ê înce ye Zalimê be þev hatîye ber yazme ye Hevalno min banî kir, k’ezê le yanî Têran le goça can canê xwe bigerim Xeber min hilanî ku le ber bar kirîye çûye, danîye le ber avê Aþixçayê , Aþixçayê oy oy Ax canê, be malê me ketim min be dengekî bangkir Min go mere mere, mere mere yaylecîyê mere, goçeberê mere Lê lê lawkî ku tu le ber derevi, ney çûr î topal, ney þet î þepel, çav be mucir e, ney kerr e, ney kerr e oy Oy mere, mere zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere lêy ... Lê lê can canê, bejnê te a talek çalyê Lê lê zalimê mere, min be xwe ra mebe yaylê Oy hevalno we zanî k’ezê xwe be Aþixçayê gînim Xeber min hilanî, ku le ber min bar kirîye, le kortê xwe yaylê, kortê xwe yaylê oy Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy Pir e pir e can canê pir e Lê lê tu le ser rawirî giran, avê gure gure Hevalno we zanî, k’ezê xwe weke ar be can canê xwe gînim Xeber min hilanî, ku can canê min bar kirîye çûye danîye le ber avê gir e, avê gir e oy Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin oy oy Lê lê can canê, ro hilatîye çîya hatin e Hevalno dilê minî bûye mîna biroþkê ku ar le bin e Oy hetanî k’ezê xwe be ber ava gir gînim Min xeber hilanî, ku le ber min bar kirîye çûye,le axzê Necaran le kaþkî çetin e,kaþkî çetin e oy Min go mere mere, mere mere yaylecîyê mere, goçeberê mere Lêy lêy lawkî ku tu le ber derevi ney çûr û topal û þaþ î þepel e, çav be mucir e, ney ker e, ney ker e oy Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy Lê lê can canê bejnê te’y mîna tayê çexelê Hevalno min çare nedî le vê zalimê le vê zexelê Hetanî k’ezê xwe be devê kertê gînim Min xeber hilanî,ku dîsa le ber min bar kirîye çûye danîye le Duganê Kalê, le Duganê Kalê oy Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy oy Minî qarþîya xwe mêzi kir, ku goça belekê pêra tê ye Min go lo lo yaylecîyo, goçebero were virda were tu je ku tê Oy tema je min ra go: goça minê (...) je tê Oy goçeberko, lawiko, sazbendo tu le van deran çi sekinîye Go:can canê te le vir dananî, go:can canê te bar kir çû danî le kortê Kelerçetê Kelerçetê oy Oy mere mere, zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy oy Lê lê can canê dîsa le siwe ra xweþ xweþ dahatîye hesa çûçikê Oy hevalno, min çare nedî le vê zalimê, le vê keçikê Hetanî k’ezê xwe be korta Kelerçetê gînim Min xeber hilanî, ku cana min barkirîye çûye danîye le avê Tûtikê, le avê Tûtikê oy Oy mere mere zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy Lê lê can canê bejnê te a talek tû yê Oy tu rûmenî le bin sî yê Hetanî k’ezê xeber be Tûtikê gînim Min xeber hilanî ku can canê bar kirîye çûye danîye le Helqê , le bin bî yê, le bin bî yê oy Oy mere mere zalimê malê me ê le jêr in, ê narin mere oy Oy av e av e can canê av e Oy min sewa te xwê avite nave Va çend meh ezî be dû te ketim, te rêyê min çav nekir Aha ezî çexdebim , ku be tê gereg e tu be dû min keve, be dû min keve oy oy ***** Belê Xwe Le Heq Bibîne : ______________ T’ez çir kirim t’ez çir kirim, t’ez çir kirim t’ez çir kirim Oy te be girî ez çûr kirim Lêy lêy tu vê biterkîne, ker bîyê tu vê biterkîne Oy mîna Kerem ez ar kirim Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne Tu belê xwe le Heq bibîne oy Le neqewan daketme nalan , le neqewan daketme nalan Te ez gezmez kirim le nav malan Ýna bike sewa te bû, îna bike sewa te bû K’ez le halan ketme halan Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne Tu belê xwe le Heq bibîne oy Axzê malê wê be êvirs e, axzê malê wê be êvirs e Pêlî datim tirs e tirs e oy oy Ezî nixweþ î raketime, ezî nixweþ î raketî me Oy carkê were min bipirse oy Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne Oy tu belê xwe le Heq bibîne oy oy Çiya kibar e be þîrîn e, çiya kibar e be þîrîn e Oy çavê te çima ê tim be girî ne Lêy lêy were tu megîre, ker bîyê were tu megîre Oy dilê minî berê be burun e Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne Oy belê xwe le destî Heq bibîne oy Le nav baxan le nav baxan, le nav baxan le nav baxan Oy hêþin kirin e yaprax an Lêy lêy tu vê biterkîne, ker bîyê tu vê biterkîne Oy te ezî kuþtim be meraxan Here kerr bîyê le te nemîne, here çûr bîyê le te nemîne Oy tu pîr bibi le malê bavê bimîne oy ****** Qedira Reþê-2 : ______________ Ezî gêj im ezî kerr im oy oy oy oy, ezî gêj im ezî kerr im lêy lêy lêy lêy Nifiran meke hênî gêncî ter im oy Her kesekî mala xwe heye oy oy oy oy, her kesekî îþ û karê xwe heye wêy wêy wêy wêy Ezî þaþ im, ku ez kuda herim oy Ax le min qedira reþê oy oy oy oy, de le min talya xirabê oy oy oy oy Be sixintîyan ezî nixweþ im lêy lêy lêy lêy, be sixintîyan ezî nixweþ im lêy lêy lêy lêy Kuda herim tim î þaþ im lêy Xwedê qurban hêndî bese oy oy oy oy, Xwedê qurban hêndî bese oy oy oy oy Ez çiqas qûlekî be qedir reþ im oy Ax le min qedira reþê oy oy oy oy, tê le min talya xirabê oy oy oy oy Eva þev e ev ne ro ye oy oy oy oy, eva þev e ev ne ro ye wêy wêy wêy wêy Zalim tu çima nêye mîna daha lêy Xwedê wer çend qûlê te yê heye oy oy oy oy, Xwedê qurban hêndî bese oy oy oy oy Ev qereqûrê xwe giþtik sewa min daye Ax le min qedira reþê oy oy oy oy, le sîrtê me bûye marê Le ser bîrê le ser bîrê oy oy oy oy, le ser bîrê le ser bîrê lêy lêy lêy lêy Min çare nedî le te gawirê oy Weçend sixintîyan dediye min lêy lêy lêy lêy, Xwedê weçend sixintîyan dediye min lêy lêy lêy lêy Zalim Xwedê min le te çir kirîye oy oy oy oy, zalim Xwedê min le te çir kirîye oy oy oy oy Ax qedirê ax qedirê oy oy oy oy, le sîrtê me bûye marê Xwedê nizanim ku tu çima’y ha ye oy oy oy oy, Xwedê nizanim ku tu çima’y ha ye oy oy oy.. Tu tim î serxoþî ser be ba ye oy Te tu qûlî xwe’y dîn nedî oy oy oy oy, te tu qûlî xwe’y dîn nedî oy oy oy oy Te sixintîya xwe sewa me daye oy oy oy oy Ax qedirê ax qedirê oy oy oy oy, le sîrtê me bûye marê Rê ye rê ye ker bîyê rê ye oy oy oy oy, rê ye rê ye çûr bîyê rê ye Êdî giran ê pêlî tê ye oy Tu sûçî le kesî nabînim lêy lêy lêy lêy, tu sûçî le kesî nabînim oy oy oy oy Ev giþtik bavo sûçê me ye oy Ax qedirê ax qedirê oy oy oy oy, le sîrtê me bûye marê ******* Lê Yarim : ______________ Were bêxçe k’ez te bibînim, zalim k’ez mektubeke te biþînim Lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê yarim... Le ortê we da çê hene, le ortê we da çê hene Zalim ez te çitolî bîrbînim Lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê yarim... Oy baxçe le bêx rindtire, baxçe le bêx rindtire Lêy lêy hinar le sêvê tirþtire Lê yarim lê yarim te ezê xwarim, lê yarim lê yarim... Oy dostê xelkê giþtan hene, dostê xelkê giþtan hene Hevalno dostê min je giþtan rindtire Lê yarim lê yarim et ez pê xwarim, lê yarim lê ayrim... Oy zalim, ez nixweþ ketim min bela xwe dî, lêy lêy nixweþ ketim min bela xwe dî Lê zalim te be çavê xwe dî Lê lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê yarim... Oy ez le gurbetîyê pir geryam, ez le gurbetîyê pir geryam Min kesî mîna xwe nedî, nedî Lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê yarim... Oy birin, birin kirîva min birin, birin esmera min birin Le van çîyan da werdekirin Lê yarim lê yarim te ez pê xwarim, lê yarim lê ayarim... Du dilan je hev hezkira, oy du dilan je hev hezkira Bilin ku evna hev hilgirin Lê yarim lê yarim te ezê pê xwarim, lê yarim lê yarim... Oy huro le royan în e lêy lêy, oy huro le royan în e Zalim ezî nixweþ im tu were min bibîne Lê yarim lê yarim te ezê pê xwarim, lê yarim lê yarim Ý ku de ortê dilê sadiq kevi, î ku de ortê du dile sadiq kevi Þan belê xwe be destê Heq bibîne Oy yarim lê yarim te ezê xwarim, lê yarim lê yarim Oy min go: ev çitolî îþ e ev çitolî hal e, ev çitolî îþ e ev çitolî hal e Zalimê çima rûyê te huro î le min î tal e oy Lo lo ew royana royê Xwedê ne oy K’ez hatim ku dak çûr bîyê le mal e oy Oy le min yeman le min yeman, lêy lêy ker bîyê ez þewitîm, qe tu nemam Ciwo Dede: : ______________ Navê wî ê fermî Cebrail Ergiþ e. Bi xwe niha serokê beledîye ya Bakýþköyê ye û dedetîyê dike. Albistanî ye û Kurdên Albistanî wî bi navê “Ciwo Dede” dinasin. Bi bîhîstina min gava ew cemê digerîne beytên Kurdî jî digotîne ******* Memedalî : ______________ Demê demê dem Elî ye Demê demê dem Elî ye Serê çavan çar kanîye Goçan le ser rê danîye Elî dem e dem Elî ye Oy oy oy oy .... Deþtê Kirbe ê be ber e Tofanekê girtîye ser e Lawkê min dexwaze were Tornê heziretî Pêxember e Lo lo lawo Memedalî Here lawo Memedalî Tu gencî bîstûpênc salî Eþîret je derdê te denalî Here lawo lawo lawo.... Le Enqere têlê xistin Le Meletî fener vêxistin Xeber kete eþîretê Gotin: Memedalî be darê xistin Here lawo lawo lawo.... Aþîretîn gonca gülü Hükümetîn datli dîlî Hükümetîn gözü kör olsun Nasil kiydin o bîr gülü Oy oy oy oy ..... Le me çi tê, le me çi tê Dê lênîþtine le cirîtê Memedalî sana yandim Çîfte kumrular görünce Here lawo lawo lawo Here lawo Memedalî Tu genc î bîstûpênc salî Eþîret je derdê te denalî Oy oy oy oy oy ..... Kara çadir yan verîyor Orta dîrek þan verîyor Hûrî Xatun sana yandim Memedalî can verîyor Here lawo Memedalî Tu genc î bîstûpênc salî Eþîret je derdê te denalî Oy oy oy oy oy ...... Lo lo lawo Memedalî Xwang je derdê te denalî Çavê dijminan birijin Ku tu kirin e vî halî Here lawo Memedalî Tu genc î bîstûpênc salî Eþîret je derdê te denalî Oy oy oy oy oy ..... Axcedax e Axcedax e Hêlek bostan hêlek bax e Çaxa çend nefer ketine nave Kirin e qewildarî Temir Axa Lo lo lawo Memedalî Tu genc î bîstûpênc salî Eþîret je derdê te denalî Here lawo Memedalî Oy oy oy oy oy ...... Elî Helîfe: : ______________ Navê wî ê fermî Ali Özdemir e. Ew bi navê Aþiq Rehberî jî tê nasîn ****** Fodilê : ______________ Lê lê nawim, nawim, nawim, nawim, nawim nawim ... Lê lê fodilê te me ezo bê te nawim, lê zalimê ezo bê te nawim, bê te nawim Hey lê nawim, hey lê nawim, hey lê nawim, lê lê fodilê te me ezo bê te nawim ax, bê te nawim, bê te nawim Lê lê tu ma le gundê me oy, lê lê fodilê tema kanîya Cekê oy Lê lê fodilê, tema devê kanîyan demînin de hewlûya malê Miçê Keçikê û bûkê gundî me lê rindê, lê fodilê ê huro werin, lê zalimê Xidobekê Lê zalimê Xidobekê, lê zalimê Xidobekê, lê zalimê Xidobekê oy Lê lê nawim, nawim, nawim, nawim, nawim ... Lê lê fodilê tema ezo bê te nawim ax, lê gawirê ezo bê te nawim, bê te nawim oy Hey lê nawim, hey lê nawim, hey lê nawim, lê lê fodilê tema ezo bê te nawim, bê te nawim oy ******** Zelxê : ______________ A min û te xelkê bîstîye, Zelxê min meke gumanê Min çare nedî l’te faþîstê, Zelxê min meke zimanan Sewa ke du çara hatime mala we, Zelxê min meke gumanê Mêrkê heqsiz sewa (...), Zelxê min meke gumanê Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê Çemê Axsuyê ber be þiv e, Zelxê min meke gumanê Porî le ser Zelxa min bûye mûj e, Zelxê min meke gumanê Min ser singa Zelxê veda, Zelxê min meke gumanê Ku singa Zelxê bûye je min ra teleqa hingiv e, Zelxê min meke gumanê Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê Dorê bêxçe bitûn sênc e, Zelxê min meke gumanê Bejnê kin e ê biçûk e, Zelxê min meke zimanan Çiqas sal je salan herin, Zelxê min meke gumanê Dilê rezîl timî gênc e, Zelxê min meke gumanê Zelxê Zelxê Zexlê Zelxê, Zelxê min meke gumanê Zelxê Zelxê Zelxê Zelxê, Zelxê min meke gumanê ***** Eþê : ______________ Nalê Kilê nal bimîni, oy ez mirim Eþê mirim Tê lê lê ez qurbanê gulek têda tî bimîni, oy ez mirim Eþê mirim oy Mêrkê sewgîlîyê min bimiri, oy ez mirim Eþê mirim Oy tema ku Eþik je min ra bî bimîni, oy ez mirim Eþê mirim Oy ez mirm Eþê mirim, oy mirim þorxweþê mirim Oy ez mirim çavreþê mirim, eza bimirim dîsa te hilgirim Axzê malê we da yazi , oy ez mirim Eþê mirim Lê lê ez qurbanê were malê me bazi bazi , oy ez mirim þorxweþê mirim, oy oy Ku dakê te go ku eva çi ye, lê lêy ku dakê te go ku eva çi ye Bê anê dilê rezîl ar dexwazi Oy ez mirim Eþê mirim, lêy lêy mirim çavreþê mirim Lêy lêy mirim þorxweþê mirim Ezê bimirim îlam te hilgirim Çûme malê we nîvê þevê, oy ez mirim Eþê mirim Tê lê lê ez qurbanê, be paç kirinê min rakir je xevê, lêy lêy mirim Eþê mirim Sewa ku du dilê rezîl je hevdû hezkir, sewa ku du dilê rezîl je hevdû hezkir Rûnê heyî giþtik kirîye tevê Oy ez mirim Eþê mirim, lêy lêy mirim þorxweþê mirim Ezê bimirim îlam te hilgirim, oy oy ****** Tê Lê Lê : ______________ Buharê hatîye lêy lêy wexta þiv an Buharê hatîye lêy lêy wexta þiv an Tê lê lê ez qurbanê þivanan pez berdayne ser dilavan Xar be xar be lêy lêy k’ez paçi kim Xar be xar be oy oy k’ez paçi kim oy Tê lê lê lêvê qeytan, helqê çavan, oy oy Hêdî giran tu yêrmîþ be Hêdî giran tu yêrmîþ be oy oy Tê lê lê mîna avê kanîyan suzulmîþ be Ez be talyê xwe lê ney guman im oy Ez be talyê xwe lê ney guman im oy Tê lê lê ez qurbanê, þan ingê te yêrmîþ be, oy oy Be rê bibim lêy lêy be rîyan kevim Be rê bibim oy oy be rîyan kevim oy Tê lê lê ez qurbanê, be dûman bim oy oy, be çîyan kevim oy Be zarûyekî lêy lêy çelî nîv bim, be zarûyekî çelî nîv bim oy Tê lê lê ez qurbanê, de nav sing û beran kevim oy Herim avê lê k’ez werme rîya te, herim avê lê k’ez werme rîya te oy Tê lê lê ez qurbanê, tav dakete nîv rêça te oy Tê xwazikê oy oy hesiretê, tê xwazikê lê hesiretê oy Tê lê lê ez qurbanê, ma ser min bata tifika bêxçe Lê nemayê lê lê lê namayê, lê namyê oy oy lê namayê oy Tê lê lê malxirabê, ku be hêlketîya oy oy, por weþyaye oy oy ****** Fatoþ : ______________ Ezî ne le derime ne le çê me, Fatoþ Tê lê lê ez qurbanê, le nav cûlo yarê yarê, le nav gê me oy oy Je ber Efê le datim têm le min Tê lê lê ezî qurbanê kilaman le ser qedira xwe yarê yarê reþ debême oy Le baxçê we gul debûyne Fatoþ Tema bûke rindik yarê yarê vêdil debûyne oy oy Ku du dilan je hevdû hezkir, le min Tê lê lê ez qurbanê, tema le nav malan yarê yarê rezîl debûyne, oy oy ***** Oy Delal : ______________ Delal dorê dengê te tê oy, dengê te le min rabû þekirê Þamê, tama xwe je devê te tê oy Oy delal tema ezo pê nizanim, arê cenemê be bedena min ketîye, delal delal delal delal oy Oy delal oy delal oy delal oy delal, oy delal oy delal oy delal, te ezo je hevalan hîþtim oy delal Oy delal oy delal oy delal, çav rijîno oy delal, delalê dilê te me oy oy Delal pezê bavê te hezar e oy, siwedî birbangê ketîye nav e du gurê har e oy Je hezarî mane çar e oy, K’ez yekî serjê kim bela kim le van cîranan oy K’ez yekî çêkim be tirþê sumaqê be þîva hinarê oy Oy delal oy delal oy delal, te ez zû bîr kirim oy delal, oy delal oy delal te ezo mehkum kirim Oy delal, delalê dilê te me delal, oy delal oy delal çav rijîno oy delal, te ezo mehkum kirim oy ****** Heval Nawe : ______________ Heval nawe heval nawe, Xwedê yek e dudu nawe Ý ku þorê min û te bike, text û tacê xwe bela be, malê xwe le malan bela be Heval nawe heval nawe, Xwedê yek e dudu nawe Ý ku þorê min û te bike, text û tacê xwe bela be Ev rêka han ber yoquþ e , pê da têne du derwêþ e Yek e Elîyê kurêþ e, merî xayînî ranabe, text û tacê xwe bela be Heval nawe heval nawe, Xwedê yek e dudu nawe Ý ku þorê min û te bike, text û tacê xwe bela be Heval nawe heval nawe, Xwedê yek e dudu nawe Ý ku þorê min û te bike, text û tacê xwe bela be ****** Le Min Yeman : ______________ Lê lê kanî, kibar çiwext e k’ezî þivan im tuyê bêrîvanî Oy lê lê ez qurbanê, ku mîya qemer ningê xwe de koda þîrik da danî Oy lê mal xirabê, tema ku memikê te surik ê kahl ê gewr Oy je min ra debûne mêrge û kanî, de ney ney, de ney ney Oy de ney ney, oy de ney ney oy, ez surgînê te me de ney ney, ez mehkumê te me de ney ney Oy lê lê ez im, ez qurbanê çelengê ez im, ez im ez im ez im... Oy lê lê ez goma bavikî te dor be çîm im, pir be pez im Oy lê mal xirabê vê be min meke, çendî çend sal in k’ezî rêka te depême Ezî hênî gênc im, ber miraz im yar yar yar Oy lê ez qurbanê were vê be min meke oy Heta qira qametê axa gorina, çîngîna tevir û bêra, kef û kopika sabûna ez a te me, tu a min e Ez qurbanê lêy lêy, ez surgînê te me lêy lêy, ez ê te me lêy lêy oy oy Lê lê te dî te dî, ez qurbanê fêrîgê te dî Ezî dîsa be serê tayê merxikê ketim, de evsinga kewan da me, min bela xwe dî yar yar Oy lo awcîno, awcîyê tayê merxikê no, fêrîgeka min de vir ra bûçûya we kesî nedî, lêy lêy le min yeman le min yeman Oy eman, oy eman oy eman, ez mehkumê te me le min yeman, le min yeman Ez surgînê te me le min yeman, lêy lêy le min yeman, le min yeman le min yeman Lê lê hewû hewû hewû, ez qurbanê fêrîgê hewû Ezî dîsa be serê tayê merxikê ketim, tina devê minî zah bû, oy yar yar Ezî dîsa daketime ser kanîya Êcirê, dor mehkumê ber be tayo Tema xelkekî minî mamûrî dîlber sîtilek av tiji kir, je henda wê rabû, lê lê le min yeman Oy eman oy eman, oy eman oy eman oy eman, oy ez mehkumê destê te me lêy lêy le min yeman, oy oy Tema ku tay berxikê dayê takî firk e, oy lê lê ez qurbanê tema lê deçêri marîyeka minê qûrq e Oy lê lê ez qurbanê eþxerê awcî xwe bide, awcî ku tu lê degeri awcîyekî çirge lêy lêy, oy le min yar yar oy Tema awcî k’ez dewêm ney dirêjî heyîyan e, ney qutikî Þeytan e, simêl derî simêl qeytan e orte boylu melhemê dilan e yar yar Tema awcî k’ez dewêm tim çavî xwe’y le tê, î le te’y heyran e Oy eman oy eman oy eman, oy eman oy eman, ez mehkumê te me le min yeman, le min yeman Ezê herim werim xwe le derî we le bakim lêy lêy lêy.. Oy lê ez qurbanê je tutûnê Mûþê ezê cixareka xwe peyda kim, tûmê dû ber be ba kim Tema be hole holê þivanan, be vîqe vîqê bilbilan, be kute kutê dewkahyan Ezê dîsa te fêrîga xwe je xewê rakim lêy lêy le min yar yar oy Oy eman oy eman oy eman oy eman, ez mehkumê te me lêy lêy, le min yeman Ez (...)te me lêy lêy le min yeman, le min yeman oy Elî Ýkê: : ______________ Ji Bazarcixê,gundê Meqsîyan(Maksutuþaðý) e. ******* Dinê Dinê : ______________ Je sevdê ezî din im, je derdê te ezî din im Keçê mina marîya vay bêþûn im, dinê dinê vay bê þûn im Dinê yarê min mêþîne, dinê dinê tu min mêþîne Je berê da mîna Kerem ezî be burun im, ez qurbanê vay burun im Yandim yandim bûkê yandim, te ez de arê xwe da þewitandim Madem dilê te le min tune bû, te çima ez le arê cinan qelivandim Dorê malê we’y yar be sinc e, dorê malê we’y yar be sinc e Lê lê ez qurbanê, k‘ezî kal bûm dilê rezîl timî gênc e, dilê dilê timî gênc e Ezî terime gurbetîyê, ezî ke herim e gurbetîyê Lê lê ez qurbanê tu mektubekê biþîne, tê Almance , dilê dilê tê Almance Yandim ayndim bûkê yandim, te ez de arî xwe da þewitandim Madem dilê te le min tune bû, te çima ez le arê cinan qelivandim Bejna te bû teley merxê, bejna te bû teley merxê Lê lê te ezî kuþtim be vê meraxê, dinê dinê be vê meraxê Dinê tu wîne bîra xwe, dinê tu wîne bîra xwe Lê lê ez qurbanê gênclix hebû le ber erxê, dinê dinê le ber erxê Dinê tu wîne bîra xwe, dinê tu wîne bîra xwe Gênclix hebû le jêr malan, le ber erxê, oy dinê dinê le ber erxê ***** Fatoþ Fatoþ : ______________ Lê lê k’ezî degerim, ezî tenkê le serî çê me oy oy, le min K’ezî terim, k’ezî tenkê le serî çê me oy oy Lê lê dinê tu rêya min mepê, ezî nême oy oy Dinê yarê je biçûkî da, lêy lêy yarê je berê da oy oy le min Ýna bike k’ezî le ser qedira xwe’y reþ debê me ax... Lêy lêy were Fatoþ Fatoþ oy oy, lêy lêy were Fatoþ Fatoþ oy oy Keçê te ez çima din dekirim sewa sevdakî boþ Nam ku a min bû, nam ku a te bû oy oy Nam ku a min bû keçê, nam ku a te bû oy oy Lê lê ez qurbanê talya xwe da yêrmîþ nebû oy oy Lê lê zalim le gurbetîya zalim, dinê le gurbetîya zalim oy oy Umrê minî pir çû, gi teva bû oy oy Lêy lê were Fatoþ Fatoþ oy oy, carkê xwe le ba ke serxoþ serxoþ oy oy Bejna te bû teley çalyê oy oy, bejna te bû teley çalyê oy Lê lê ez qurbanê k’ezî mirim le boxa te sevdalîyê oy oy Ê çitolî le dilê Xwedê weri oy oy, ê çitolî le dilê Xwedê weri oy oy, le min Lê lê ez qurbanê k’ezî le Sihêlê , tu yê le yaylê oy oy Lêy lê were Fatoþ Fatoþ oy oy, te çima ez din dekirim sewa sevdakî boþ oy oy ****** Sevdê Te : ______________ Le bin darê le bin darê, dewê min pir pa rêka yarê Le bin darê le bin darê, dewê min pir pa rêka yarê Înga berê gi derew bû, le min kar kir poz vê carê Înga berê giþt derew bû, le min kar kir poz vê carê Here zalim tu çima natî , here soysiz tu çima natî Vê royê sibe çima le min helatî Je êvar da min rêka te pa, xorizan xwend ro’y helatî Tu ye tu ye heval tu ye, tu guleke ber be su ye Tu ye tu ye densiz tu ye, tu guleke ber be su ye Tu sucî ye k’ezî avî me, gune me’y le ustî Xwedê ye Tu e be berdêl e, gunê me’y herdûyan le ustî Xwedê ye Here zalim le te suhatim, here dinê le te suhatim Boþê le dû sevdê te ketim Lê lê yarê sûçê min çi bû, te’y bange min kir ezî hatim Berjêr malê me yar bûye, k’em herin rûnîn yar le su ye Berjêr malê me yar bûye, k’em herin rûnîn yar le su ye Evê hanka hatîye hanka heri, de berê da du dilan hevdû dedîye Evê hanka hatîye hanka teri, tu dilan qe hevdû nedîye Ez pir geryam le heci-hocan, ez pir geryam keçê le heci hocan Ketime arê her ocaxan Bejn ziravê je ber te va, keçê yarê je ber te va Heyda te da bû te vemirand Oy oy oy oy vê qedirê, oy oy oy oy vê qedirê Ez gerandim derbederê, ez gerandim derbederê Salê hatîye bê çend sal in, salê hatîye bê çend sal in Ez ê bejna te delal im Bejn zirav im je sevdê te, ez heyranê je sevdê te Min wenda kir rêka malê Oy oy oy oy, oy qedirê, oy oy oy o, oy qedirê Ez gerandim derbederê, ez gerandim derbederê ***** Here Lê Lê : ______________ Ez êvarda ketme ber sulimê oy K’ezî depêm rêka oy oy, te xanimê oy Ez be dostê xwe ra bûme dujmin Ez be dostê xwe ra bûme dujmin Lê lê ez qurbanê sewa te û xatirê oy oy, te zalimê Te xar kirîye yarê ustîyê min, te xar kirîyê dilê ustîyê min Te xiþ kirin e herdû pîyê min Madem tu be min ra ê sadiq bû, madem tu be min ra ê sadiq bû Lê lê ez qurbanê, tu çima carkê nepirsî vî halê min oy oy Here lê lê lê lê obe gezan , here lê lê lê lê obe gezan Lê lê tu xasi meger le wan firêzan ax... Dilî minî lê lê mîm e mîm e, dilê minî lê keçê mîm e mîm e oy Lê lê ez qurbanê tu cîlvan meke ezî taciz bûme oy oy Gotin lawik rinda te dayîn e, gotin low low rinda te dayîn e Ezî rûnîþtim oy degîrime, oy degîrime Here lê lê dil werg nabin, here zalim zalim dil ha nabin Dil mîna te yarê gawir nabin oy oy... Ro hilatîye ê çûye bin avan, ro hilatîye ê çûye rû avan Lê lê ez qurbanê, þivanan pezê xwe berdayîn e oy oy ser dilavan Xar be xar be k’ez te paç kim, xar be xar be densiz k’ez te paç kim Lêvê qeytan heval, herdû çavan oy oy... Here zalim zalim dil werg nabin, dil mînê te yarê densiz nabin ****** Ax De Lê Lê : ______________ Ax de lê lê, ax de lê lê, de lê lê , de lê lê, de lê lê ... ax Ax de lê lê, de lê lê, de lê lê , de lê lê wax wax þîlan de lê lê ... Ezê hatime dorê gundê me’y þewitî, keçê lê lê giranî Min ev þetlê cebilxanê girt fodil lê lê li ber xwe danî Min helbika xwe mezina keçê bi te ra, sê bavikê te ra danî Keçê bavikê te mezin û k‘ezî biçûk im, wax wax dilê min pê nikanî, pê nikanî, pê nikanî Ax de lê lê, ax de lê lê, de lê lê, de lê lê, wax wax sivika dilê min, de lê lê, de lê lê oy Çîlê dengekî bang kir go lawiko te ezo nebirim lo lo, nerevandim, nerevandim Digo te ezê birim e lagirê cin û pêrîyan fodilê lê lê tim diqelivandim Sala çûnî li malê bavikê qîzik bû, digo sala îsal te çima reþîyê þorê berdan e ser wê darê Lê lê fodilê wê derguþê oy, ax de lê lê, ax de lê lê, de lê lê, de lê lê, de lê lê ax Ax de lê lê, de lê lê, de lê lê, de lê lê ax, wax wax sivika dilê min de lê lê, de lê lê oy Digo heta qir û qîyametê axa gorina þîrîn a tevir bêra, kef û kopika sabûnê nekeve guhê min Ezê bigerim, bibêm de lê lê, de lê lê, de lê lê, de lê êl, wax wax sivika dilê min de lê lê, de lê lê oy ****** Gulîcanê : ______________ Gulî gulî Gulîcanê, gulî gulî Gulîcanê Ez qurbanê li ber kincanê Her lê lê Gulcanê Gulî gulî Gulîcanê Ez qurbanê por li yanê Vê sêvê va tim jî tot e, vê sêvê va tim jî tot e Þara serî te barût e Ez sala virda ketme dû te Gulî gulî Gulîcanê, gulî gulî Gulîcanê Ez qurbanê li ber kincanê Tu daweste li ber pencerê, tu daweste li ber pencerê Navê rindê li ser tevnê Ji min hez bike mîna berê Here lê lê Gulîcanê Here lê lê li ber kincanê Gulî gulî Gulîcanê, gulî gulî Gulîcanê Ez qurbanê, por li yanê Gulî gulî Gulîcanê ***** Oy Delal : ______________ Digo delal dorê dengê te tê Dengê te ji min ra bû þekirê Þamê lawiko ji devê te tê Ezê pê nizanime, diwê delal dorê salika îsal arê cehenemê bîra kê tê, delal delal delal Oy delal oy delal, oy delal te ezo ji hevala hîþtim oy delal, oy delal oy delal oy delal Te ezo mehkum krim oy delal, oy dela oy delal, çav rijîno oy delal oy delal, gawiro oy delal, tu delalî Digo delal dorê pêþîya malê bavê te xet e, xeta cût e Lêylanê de gundê me da derbaz diwe nowê lawikê Xoþqûwet e Oy lo lawiko tu pê çi bikî Xoþqûwetî xelkê, tu were k’ez sîngberê xwe salika îsal bikime gul û kaþgula cenetê delal delal, delal delal oy ... Oy delal oy delal oy delal oy, oy delal oy delal umrê min xwar ezo nemam Oy delal oy delal te ez zû bîrkirim, ezo delalê dilê te me oy delal oy delal, Gawir delal oy delal oy delal, oy deal oy delal, oy delal oy delal oy delal gawir delal oy Digo delal dorê pezê malê bavê te hezar e oy Digo siweda birbangê ketîye nave delal du gurê har e oy Digo ji hezarî mane çar e, ew herçar jî bi kêrê dara birîndar e oy Digo ji min wê çîftî karî xezala K’ez yekî serjêkim bela kim li van cîrana oy K’ez yekî çêkim bi tiþtê sumaqê , sîra henarê oy Oy delal oy delal oy delal, oy delal oy delal, gawir oy delal oy delal oy delal, delalê dilê te me Oy delal oy delal oy delal oy, oy delal oy delal oy delal, umrê min xwar oy delal oy delal ***** Êmoþ Yarê : ______________ Lê lê de yarê, yarê yarê, lê lê de Êmoþ yarê yarê Lê lê de nakin nakin, lê lê de Êmoþ nakin Dego eman eman eman, eman eman eman... Lê lê fodilê k’eza ser û te ra ax, lê gawirê qe mêra nakim nakim nakim Lê lê de yarê, yarê yarê, lê lê de Êmoþ yarê yarê Digo k’ezê morik mircanê Entaba-Heleba þewitî, k’ezê herim werim Lê lê fodilê k’ezê bi teva nakim Lê lê fodilê bi teva nakim, lê lê de Êmoþ gawir umrê minê xwarê Lê lê de eman eman,eman eman, eman eman, eman eman Lê lê de yarê, yarê lê lê de Êmoþ yarê yarê Lê lê de Êmoþ, yarê yarê, lê lê salikan sal umrê min xwarê, gawir gawir Digo k’ezo salika îsal yêtmiþîkîyê biþûva ketime dû te, ezo umrê min xwarê Ezê helandim qe tu nemam, k’ezo zemanî teva helîyan qe tu nemam Lê lê de yarê, lê lê de Êmoþ yarê, umrê min xwar ****** Heval Ew e : ______________ Heval ew e heval ew e, Xwedê yek e dudu nawe Heval ew e heval ew e, Xwedê yek e dudu nawe Î ku þorê min û te bike, text û tacê xwe bela be Malê xwe ji binda xara be Heval ew e heval ew e, Xwedê yek e dudu nawe Î xayîn e qurusaw e, text û tacê xwe bela be Ev rêka li hember êþe, pêda têne du derwêþ e Yek e Elîyê Kurêþ e, î xayînê qurusaw e Malê xwe bi mala bela be Heval ew e heval ew e, Xwedê yek e dudu nawe Ý xayînê qurusaw e, text û tacê xwe bela be Elîyê Darê: : ______________ Ew ji gundê Teterlî ye, ku girêdayî Bazarcixê ye. Hin kes wî wekî “Elîyê Dorê” jî bi nav dikin. Dengekî wî yê xweþ û zelal heye ****** De Were Keko Were : ______________________ Ez geryam dîyar dîyar, ez geryam dîyar dîyar Dîsa bûme berdîwar Bi ro bi þev digîrim, bi ro bi þev digîrim Gurbetê umrê min xwar Bi ro bi þev digirîm, bi ro bi þev digirîm Gurbetê umrê min xwar De were keko were, de were xwangê were Birînê minê xedar e Li gurbetîyê bi tenê, li gurbetîyê bi tenê Ustî min timî xar e Dîsa þev bû xew tune, dîsa þev bû xew tune Digerime kes tune Va mêratê gurbetê, va mêrata yoksulyê Dilî me bûye kul e De were keko were, de were xwangê were Birîna minê xedar e Li gurbetîyê bi tenê, li gurbetîyê bi tenê Ne dost e ne heval e Keko ez pirî dûr im, bavo ez pirî dûr im Qûlekî birîn kûr im Yoksul keta yaxa me, gurbet pîyê min girtin Ney camêr im, ney sûr im De were were were, de were keko were Birînê minê xedar e Anê halê me va ye, etê halê me va ye Tu sebra me nema ye De bese keko bese, de bese xwangê bese Çavê meyî li rê maye De bese zalim bese, çavkê meyî li rê maye De were keko were, de were dostê were Birîna min a xedar e Li gurbetîyê bi tenê, ustî min timî xar e Ne dost e ne haval e, ne dost e ne heval e Nikanim herime mal e Kê go Elî kuda çû, kê go dîsa kuda çû Î ji berê da bêmal e De were keko were, de were dostê were Birînê min a xedar e Li gurbetîyê bi tenê, ne dost e ne heval e ***** Lê Bêmal : ______________ (...) Lê lê zalimê, ezî salê îsal li deranî derî vedim lê lê ax... Çiqas bilind firya ax, qatî þeþan û heftan ketim, Mêrî felekê lêxistin qol û qanatê min nîv gencan, alçax ketim Heyfê min û te ye, bejnê zirav Keleka debancatirê, qelema (...) lê bêmal Þevaka, þevê Xwedê çima ser vî erdî Xwedê bêqeyd û qise hatî raneketim lê lê ... Oy gunda, du keçikê bin pira, yekê bûk e rinda Yekê bi tenê lê were qezîyê bixwîne li þûnê tot û kunda De werin vê li min mekin, ma xelkê minî çeleng bi tenê, bizîkê tenê, bizîk li tayê gunda lê lê... Ax ax, lê þev e vêmalî þeve, lê lê xayînê þev e, þev e Çilekî çilî zemirî, berfî dibare jixwe ra baranê teve Min go belkî Xwde dê mirazî mirazxwazan bike Mirazî min û xelkî kibar li vê dinyê bike teve Ax biskkêþê Heyderî, simêlê qaytan biqelwîne li nav heve, lê lê bêmal Min rakira pelikê bext û miraza, lê zalimê deda heve kîja pelikê yazmîþkirne , yazmîþ kine herdû malê, got bi Xwedê keve, nekeve Qederê min qederê yazmîþ kirî, jinî çeleng e camêra Casîra li me ra pîs însan, kalî pîs keve, lê bêmal Derdî giran e, kulê qansêrê peya camêra mîna uzgirê keve, derdê giran ê peyê camêr keve Malî pir e nemirî pîs û temahî malî xwe nexwa lê keve Ax, derdî giran ê di mîdê min keve, lê bêmal Xwedê mirazî meryan li vê dinyê meke teve Merî pêþke yalandinê ma heri goristana rokê, lê were pêþta çavê me lê keve, lê bêmal Lê lê lê, lê lê lê, lê bêmalê, sevda li serî minî lê Oy lê ez û tu ne, lê ez û tu ne, ez û tu ne, ez û tu ne Gawirê weleh ez û tu ne, ez û tu ne Were destî xwe bide destî min da, lê bêmal Gundî me’y gawira îþ û gucî berdana, wexta li berî beraja ,lê bêmal Þor min û te tim û tim pêda pêda, lê lê êvsingê lê tim dikine, lê bêmal Min te ra nego were destî xwe bide destî mine K’emê birevine Qazîentaba þewitî, li dî me paþ þivan hêsin e Go cendirmê wan li ser rîyê me rûniþtine, ê rokê nifuz cuzdanê ji min û te pirskine, lê bêmal Ezê bêm keçê heyfa te gêhîþta mine, emê li ber gawirê Miskof der be der û ar be ar ji xwe ra direvine Wextê go þorê te derew e, hun dibên em xwang û birê hevdû ne, lawikê esmer e û keçika dîlber e, lê bê mal Lê bêmal, emê gerdanê te bibin çarþiyê zadan ji xwe ra, bi delala bifroþin e lê bêmal Emê ji xwe ra alifê rêka yalan dinyê têda bikine lê lê ax ****** Here Lê Lê, Lê Nemayê : ______________ Çîyawo çîyawo çîyayî bi daro, çîyawo çîyawo lê lê, lê lê çîyayî bi daro Ava holik lê lê, lê lê ava saro, ava holik ava saro Xelkê minê çeleng ser mist da, lê lê berî virda lê lê ustî xwaro Here lê lê, lê lê, lê nemayê, here lê lê, lê lê, lê nemayê Çav bêþin oy, lê lê por weþyayê Çîyayê me’yî bi dûman e, lê lê, lê lê rindê rindê, çîayayê me’yî lê lê, lê lê bi dûman e Gotin rindo te vaye han e Ezê çûme lê lê, lê lê ku ne waye, ezê çûme lê lê ku ne waha ye Dinê li serî min bû zindan e Here lê lê, lê lê gurbet gezer, here lê lê, lê lê gurbet gezer Ro hilata lê lê, lê lê bida dîyara, rindê ro hilata lê lê, lê lê bida dîyara Lê lê zalimê, berda þivana pez berdaye oy oy, ser dilava De xar be, xar be carkê maç kim, oy lê xar be, xar be te ramîsim Keç keçê, lêvê qeytan, lê helqê herdû çava Here lê lê, lê lê gurbet gezer, oy lê here, lê lê, lê lê sinir gezer Ber mala bavkê te wo kirne dar e, lê lê ber mala bavkê te wo kirne dar e Lê lê bakî têye, lê lê, lê lê bakî sar e, zalimê bakî têye, oy oy bakî sar e Dikir xwe ra lê elge bibim, destê te bigirim ji xwe ra bibim Dayka te gawir jî li te guhdar e Here lê lê, lê lê lê zalimê, here lê lê, lê lê lê xayînê Usti biþkê, lê lê, lê lê ber dîwarê |