Kilamên Meresê - 3 Xezal : _____________ Hawer hawer, de hawer xezala minê hawer hawer hawer....... Ey min xezala xwe wenda kir, le serê çîyayê bilind, lê hayê hayê hayê... Ezê nizanim k’ez kuda herim, ezê çirbikime, lê hayê hay hayê..... Hay xezala min hay le minê hayê, oy....... Ezê degerim gund be gund, dê hayê, xezala min dê hayê hayê hayê...... Ey le minê oy, ezê je vî welatî çûme Ey dora xezala min bûye çayir û çîmen, xezal hayê hayê hayê.... Ca min mêzikir ku xezala min tuni ne...... Ezê nizanim k’ez çirbikime, dê hayê hayê, xezala min hayê hayê..... Ezê kuda herim oy le min derdo, xezala min lê hayê hayê hayê..... Ey le minê hayê, hayê hayê hayê, lê hayê hayê hayê..... Min go xezala min hên nahatîye, ê be birin e hayê, dê hayê hayê hayê .... Ey le minê berxê xwe de dû degerine, hay le minê, xezalê hayê hayê hayê..... Min derdê xezala xwe mêzikir, hay lê, hayê hayê hayê..... Xezala min be birin bîye le serê çîyayê bilind e, de hayê, xezala min hayê, dê bûkê hayê.... Hay le minê hayê hayê , dê hayê hayê.... Ey xezala min le serê çîyayê bilind hiştin oy le minê...... Ax ne heval e, neyê tiştin, dê hayê hayê, xezala min hayê oy.... Bira çûr bibine çavê wî awcî hayê, dê hayê hayê hayê ....... Ca ku lêxistin xezala min kuştin, dê hayê, hay le min, xezal le min Bûkê le min, hevalê le min oy oy...... Ezê bimirime sewa te hayê, hayê hayê, dê malxirabê hayê, xezala minê hayê...... ***** Canê : _____________ Çavê te hine reş in Çavê te hine reş in Lê lêvên te hine xweş in Carê virda mêzike Hine rindike baş in Carê virda mêzike Hine rindike baş in Lê lê lê lê lê canê Lê lê lê lê qurbanê Lê lê lê lê lê canê Way way way heyranê Çavê te çavê maran Biskê te qulbê karan Çavê te çavê maran Biskê te qulbê karan Dawetan deng hindike Ezê lêxim be daran Bavê te tu neday min Ezê lêxim be daran Lê lê lê lê lê canê Were were qurbanê Eylê eylê, lê canê Ez heyranê canê te Were rindikê were Dilê xwe nedî çare Were rindikê were Le dil min nedî çare Eger ku tu neday min Şan le lê weri qansêr e Eger ku tu neday min Şan lê were qansêr e Lê lê lê lê lê cana min Way way way way mala min Ax lê, ax lê qurbanê lê Lê lê lê lê cana min Way lê way lê, lê rindê Rinda min başa gundê Way lê way lê, way rindê Rindê min başa gundê Tu destê xwe bide min K’em bikişin govendê Tu destê xwe bide min K’em bikişin govendê Way lê way lê, lê canê Lê lê lê lê qurbanê lê Were were mala min Ax lê, ax lê canê min ****** Îwikî Çur: : _____________ Ew ji Bazarcix, ji gundê Bozlar e. Li heremê wekî kilambêj tê nasîn. Kaseta wî jî gellek kevn bû û kilamek jî bi temamî me nikarî binivîsin. ( 1 ) : ______ Lê lê ezî le kesî nakin tu qahran Ezî sewê wê degerim dîsa le kevir û daran, oy yar oy, oy yar oy, yar oy Kor bîyê ku te vê royê şorê min nayne şunê Tê şan bimîni le şunê waran, le ber dîwaran Oy, yar oy, oy yar oy, tu zalimî yar oy, tu xayinî yar oy (...) ( 2 ) : ______ Ez goçê vê dîsa de rê kim oy oy oy... Keçê, ezê goçê vê de rê kim, aman aman K’ez şanê aqilekî de serî vê kim lêy lêy lêy Go ez qurbano carkê were Ezê te le malê me de xewê kim oy oy, aman aman Kor bîyê te silavekê je min ra şandî ye, oy oy... Te rinda xwe de arî xwe da şewitandî ye, aman aman Ez qurbano vê be min meke Te dîsa xewê le min temirandî ye oy oy oy, ez çir bikim oy (...) ( 3 ) : ______ Ey yar sebra dilê min yar, yar yar yar... Ezî nakim sala vê salê, ji karê vê dinyê je hewesa vê fêrigê delal ra eza çima tu karan nakim lê lêy lêy Ezê, serî sibê berî birangê, de ber derîyê malê bavikî te ra herim-werim Be şiqe şiqa tizbîya kehrebarînê, de amacê şîrînê xelkê ra ezê xwe le ba kim lêy lêy lêy Ku tu be vê jî razî nebû, ezê dakevme Entaba şewitî, oy ... Je hewesa xwe û vê ra, ezê darekî darê tembûrê Bursê peyda kim lêy lêy lêy Ezê serî sibê, berî birbangê, le fîte fîtê şivanan, le qîye qîyê xorizan, le kule kula dewkulan, le hole hola (...) , le şîre şîra bilbilan, le qupe qupa kewan Ezê be darî tembûrê, be çar kilaman, herim xelkekî xwe’yî kîbar û dîlber ezê je xewê rakim lêy lêy lêy... Tu destê xwe de destê min ke oy, ezê te le yaylan, le ser kanîyan, le ber dilavan, le bin darê merxan, le devî neqewan, le sîya korkoran, le devî nalan oy oy ... Ezê, vê de qufikekê kim, be pîyê xwe’y çepê va kim, le serî sibê le xwe ra mîna keweke marî têrekî têran av kim lêy lêy lêy... Be dengekî bang kir go were, ezo de ser te ra le tuya mezi nakim Ez qurbano eza yalê te bernadim, ezê peşîyê derd û kulê xwe û te bela kim oy oy oy... De were carkê hevalê xwe bibîne, ezê degîrim, ezê derdê te be destê xwe derman kim lêy lêy lêy, yêdîbelayê lêy lêy lêy, qapiemelê lêy lêy lêy, sînebayêkurê lêy lêy lêy oy oy De were malê bavê xwe şewitîyê lêy lêy lêy, mehkum kirimê lêy lêy lêy oy oy... (...) ( 4 ) : _____ Le ser şorekê ezî le vê be qahrim oy oy, yarem Kor bîyê weleh îna bike, lal bîyê weleh îna bike oy oy Ezî be dû te î wergîme, întîzar im oy oy Keçê were ba tu a min bî, bûkê were nasa min be oy oy Ba gundî we tim î berzî bi oy oy... Ê bûye kozê ortê polê Keçê ezî ke têlekê bikişînim dîsa le yalî İstembolê,oy oy yarem Çûm ke carkê vê bibînim, çûm ke carkê vê bibînim oy Ê delîzi le serî dolê Were were ba tu a min bi, were gelîn ba tu a min bi oy oy Va gundî rezîl î tim le şunê oy oy Kîrvê go çi, tu werg bike, kîrvê kîrvê tu werg bike Carkê were bejnê xwe’yê delal le ser min va tut ke oy oy Navkê min je te çir kirîye Be destî min bigir min de ci ke oy oy Ev destê vê çirgê germ in, ev destê te çiqend ê germ in Tema te şîrê şekir anîye ber min, lê lê yarem oy oy Min go carkê min de ci ke, lêy lêy şîrin min de ci ke oy oy Destê xwe bavêje ber min oy oy.. Hêndî bese were vira, hêndî bese were vira Tu bê xwangê ez bêm bira oy oy Te le kîjan mektebê xwendî ye, te le kîjan mektebê xwendî ye Te lawikî le dû xwe degerandî ye lêy lêy yarê Rindîyê te serî te bixwe oy Te xewê le min tewirandî ye oy, lêy lêy mere, kor bîyê mere(...) ( 5 ) : ______ De werin qalê min û vê mekin Herin-werin dîsa pêşîyê derd û kulê min û vê vekin oy Lêy lêy were k’em hêndî xwe be yek kin oy oy... K’em va îstemezan be qurbana xwe kin oy oy... Aman lawik ez yaxê te bernadim oy oy... Ezê malê vê je xwe ra be durax kim Ezê dilî rindan je xwe ra be baxçe be bax kim oy oy... Ez qurbano de carkê were malê me bibe nivan le min oy ... Ku tu nat oy, ezê vê je xwe ra be merax kim oy oy... Aman lawik ez çir bikim oy oy(...) ( 6 ) : _______ De lê lê min go kîbarê ezî ke dîsa werim, xelkê xwe’y delal je xewa şîrin rakim Oy k’ezê pêşîyê derdê vê bûkê xelkê, k’ezê tema le wîlayetên Turkîye, k’ezê mînê destanekî bela kim lêy lêy ... Te be dengekî bang kir go, lo lo hevalo tema le berê da eza le yalî te me, eza le yalî te me oy... Ez qurbano qayitsiz be, eza le ser te ra le tuyan mezi nakim Oy lê lê min carkê were, derdê xwe je min ra bibê, je te ra ezî doxtur im, ezî hekîm im Ezê derdê te fêrîgê xelkê, be destî xwe derman kim oy oy , oy aman oy aman oy(...) ( 7 ) : ______ Oy lo lo qeda le mino dê carkê were malan, ma nivanî Tema ez qurbano hevalê je te ra doşek danî oy... Lê lê yarim namku min je te çi kirîye oy... De were eger ku dilî me’y sadiqe, îna mebe be qûlî vî zemanî oy... Lo lo were lawik ez nê bilmez im İsal salê le çendane, ezê le dû te debezim oy... Qê eza de canî te de ne qahr im, ne qerez im Lo lo ez qurbano de carkê were, ez heyrano Sewday le canî te ez im, ez im ez im, ez im barê min giran giran ez im (...) ( 8 ) : _______ Lê lê de rabe, de rabe de rabe narîna min de rabe, je xewê rabe Herê carkê were xwe be keleka min de, ar be bedenê ketê ku dalxa dilê min jî şa be Be dengekî bang kir go lawik o, je berê da eza le yanî te me Ez qurbano, dilê minî le te be rokê têr nabe Lê lê de yar yar, lê lê de yar yar ... (...) ( 9 ) : ______ Lo lo go lawiko, ezê le ber te degerim, ezê te nabînim Oy delalo min carkê ekî dostan nedî, k’ez carkê silavekê je te ra bişînim, le min le min oy... Keç keçê, eger ku tu be dekenî ar be bedenê katê Ku min je kir ezê heyfê xwe le te helînim oy mere, oy mere sebirsizê mere, derd giranê mere Herê go lawiko, rêkê dostan rêkeke dûz e Ez qurbano were tema îşev dîsa mala minê îsiz e le min le min Lo lo ezê je berê da le yanî te me, tu şorê xirab qe nebîze Huro le çerp û çeryan e, lê sewê te ezê degîrim Oy dê carkê were hevalo, be min ra têr bilîze Oy dê were ez qurbano dê were, tema eza le yanî te me oy... (...) ( 10 ) : _______ ****** Aman Aman : _____________ Va çi ye ku tu be min dekeye Were rûnî le malê me, aman aman Weleh bûkê îna bike, lêy lêy Evê k’ez dekişînim gişk sewa te ye, lêy lêy yarim Go ez mirim lawik mirim Ez le rev te, ezê be xatir im oy oy Kî debê çi bira bibê, aman aman Le rev te ezê be xatir im oy Çima em dilî xwe le hev têşînin, lêy lêy yarim K’em silavan je hev ra bişînin oy oy Be ber bay kesî mekeve, yarim yarim K’em be te va hev neterkînin oy oy, lêy lêy were ez çir bikim Dorê malê we giştik kevirin lêy lêy Oy keçê em be te va, le rev hev pirê be xatir in, aman aman Çi debê çi bira bibê, lêy lêy yarim K’em le xatirî hev newirin, aman aman, keçê weleh ba tu a min bi Keçê ev memleketê we çitolî memleket e, aman aman Ez çûm, ku ê nixweş e qe nê rehet e, oy oy Qê berê ezî te dezanim, aman aman Ê le dû min wergî be hesiret e oy oy Lê lê yarim, keçê yarim, aman aman Le dor rindan î be întizar im, oy oy Ser şorekê le vê qahrim, lêy lêy yarim (...) ******* Oy Yar Oy : _____________ Dego lawiko hên ezê ber miraz im Ez qurbano ezê le te timê be hêrse be naz im Oy yar oy oy yar oy Ez heyrano dê carkê were min bibîne Hela k’eza îstega xwe le te bixwazim Oy yar oy, oy yar oy Tu zalim î yar oy, tu xayîn î yar oy Lêy lêy eza le kesî nakim tu qahran Ezî sewê vê degerim le kevir û daran Oy yar oy, oy yar oy Kor bîyê ku te vê royê şarê min nayne şûnê Tê şanê bimîni le şûnê waran, le ber dîwaran Oy yar oy, oy yar oy Tu zalim î yar oy, tu xayîn î yar oy(...) ( 11 ) : _______ Keçê ezê goçê vê de rê kim, aman aman K’ez janê aqilekî de serî vê kim, lêy lêy Go ez qurbano carkê were, Ezê te le malê me de xewê kim oy oy Kor bîyê te silavek je min ra şandîye oy oy Te rindîya xwe de arî xwe da şewitandîye, aman aman Ez qurbano vê be min meke Te dîsa xevê le min tewirandîye, oy oy... (...) Karayilan Hasan: : _____________ Ji Bazarcixê, ji gundê Milan (Milyanlı) e. Em li ser wî tu agahdarîyên din nizanin. ( 1 ) : _______ Lê lê ku talyake me hebûya, hebûya Malê me le qarşîyê malê we bûya Lê lê ba xelk heta îş û karê xwe biçûya Ax bira tim çavî min sewê Xwedê le bejnê te bûya Lê kîrvê k’ez rokê mirim têr rakeve Ku tu be rûyê tirbê min da hat û çû, bê lawiko songîya dînê topal ev e Lê lê rezîl qe le te eyan nabi, oy oy Ku le serî min Xwedê ro bir debi şev e Keç keçê min lêxist le perde û têl e Le yanî te va xirab mêzi nakim be tu sêl e Lê lê were destî xwe de destî min ke, k’em serî xwe hilgirin herin Ku çê pirskir bira bibên: herdû ê xirab bûn me dane ger je vê hêl e Keç keçê derê k’ez te be bîrê xwe tînim Çima xwe je bîr dekem le wê demînim Lê lê min zanîba min tu nada tu kesî, oy oy Min haj jê çi bû k’ezî le songîyê de dû te hay hesretan bikşînim Lê lê je yaylan da bakî sar tê Dê rabin oy, xelkî yad tê Lê lê ku memleket be bîrê min dekevi, oy oy Çima gurbetîyê şewitî le min zor tê Lê lê je min ra wîne avekê K’em qonişmîş bin gavekê, oy oy Keç keçê ku tu le minê pir giran e Çima ezî sewê Xwedê hesret mame le silavekê Lê lê te canê min î teva kirîye Hela were doxrî bibê, min sewê Xwedê je te çir kirîye, oy oy Keç keçê be malî dunyê va xwe nekişîne Hela k’em carkê herin le nav mezelan çex bin, ma heta hûro kîjan qûlî Xwedê malê dunyê rezîl be xwe birîye, oy oy Keç keçê malan barkir çûne waran Lê lê ku hêşin kir kevir daran Lê lê kîrvê were k’em je vê gelyê herin, oy oy Ku canê me xwar mişk û maran Yar pir mere Kîvir gir e Ku silavek şand tu hilgire Lê lê be qûlî nayînî îna nedebû ye, oy oy Ne dil dezani, ne xêtir e Lê k’em je hev rûbeyar bin Yar k’em be ser hev da xar bin Lê lê were k’em tu hayê de dilê xwe’y rezîl da nelin Emê royekê be malê axê sar bin Heta ku ro le min wer bû Ku çavê min î le bejnê kibar bû Lê lê min ev sevda je bîrkiri bû, oy oy Dîsa kul û burinê min der bûn Keç keçê ezî debên tu nê ker e Va çi bela va çi şer e Lê lê zata sewa te serê min î de belê da, oy oy Qe nebi je xewn û xeyalê min here Keç keçê ez hatim min rêya malê we nedî Dijmin ek bû, bûyîne sedî Çavê dakê te birijin Ku mêrkê kotî le singa te kire xwedî Keç keçê berê malê we yî kuda İ xayî naki je min va, oy oy Lê lê çûr bîyê min ev sevda je bîr kiribû Te be silavekê dîsa be bîra min anî bişunva K’em je hevra lê du yarîn K’em le boqê hev denalîn Lê lê jirkî k’em je hev be dûr ketin Tubê burinne dijminan kelîn Lê lê mala we yê le vî banî Min tevda mêrge û kanî, oy oy Ezê be qurbane rok û wê înîyê bim Ku min le malê we qehwak vexar be nivanî Lê lê le hêlê gundî me çîyakî mergî mezin Lê deçêri karik bizin Min rideke xwe wenda kir Usti be gerden pî be bazin ***** Kanî Kanî : _____________ Keçê kanî çûr bîyê kanî Malan bar kir le ser danî Te kulek le dilî min peyda kir Tuyê ke le songîyê biki çi dermanî Keçê mala wê le devî nalê Be qurban e te hevalê Ezê be qurban e xelkî rind bim Ku îşaret be min de be desmalê Keç keçê ku mala bavê tê le dawya di bûya K’ez hatim ku tê le su bûya Çûr bîyê ku min tu hilgirta Zalim çîye be dostê min bûya Keçê çem e çûr bîyê çem e Berda terim bang dekem e Weleh te je yar bîr nakim Heta k’ez le dunyê heme Keçê hewû çûr bîyê hewû Dîsa dalxa yar min rabû Lê lê rezîl je hemberê te va Weleh canê min teva bû Lê lê veger tu teri kuda Min î le boxa te ri da Ba ew roya qe nê je wê royê bîya Ku min je te hezkir je rokê kuda Lê le serî bulîndan, le serî tûlan Xweş tê heshê kewan ê bilbilan Çima vêsta be bîra min hat Lê lê kîrvê gundê Milan Tu çi dekî hezkirina te carek bû Lo ev bela be çî minê gerek bû Sewê ku min tu xirabi be te nekiri Na tu le hendê xwe debê qê eva ne mêrek bû Meremet ke virda were Ezî mirim le hember e Lê lê çûr bîyê hên î le ser soza xwe me Rezîl je te çi xeber e ( 2 ) : ______ Gundî hana gundê me ye Qe ku tuni sed xane ye Yar were k’em sarilmîş bin Kal bûn û pîr bûnê heye Daweste le devî kunê Ku ba le por xi wîni binê Xar be k’ez çavê te paç kim Solixa min werîye şunê Oy de here tu bûka xelkê Tu çû ez hîştim be tenkê Rinda min çû be nala Teng da Seri şuştîye biskan reng da Xelkê gişkan je hev hezkir A me herdûyan çi zû deng da Ezî hatim deri vede Dest le min bûne cemed e Veqend le ber te degerim Tu nê je dînê Mihemed e Le deşta me germek kelî Berfa serî bulindan dehelî (...) ( 3 ) : _____ Ev çi îş bû ev çi îş bû Ku berfa çîyan tîş be tîş bû Lê lê sewa ku me herdûyan je hezkiri De gunê me ra mîrê tirban xortlemîş bû Lê vî feqîra’y le ku bû İ le dosta xwe’y le su bû Sewa te nebû sewa çê bû Porê serî min gi ispî bû ***** Oy De Yar Yar : _____________ Oy meke, ez qurbanê meke, lê ez rezîl kirimê meke, ez surgîn kirimê meke, heqsiz kirimê meke Heqsizê meke, sutsizê meke, qelbsizê meke, wîjdansizê meke Keç kêçê ezî le boxê te be çîyan û banîyan, kevir û daran û mêrgan degerim meke Lê lê çûr bîyê, ku çav rijîyayê, meremet û wîjdanê Xwedê le te tuni, ku tu bêku lawikekî xelkê be şev û ro, tî û birçî le çîyayê hêlê gundê Milan, Bûgan û Dêlhîz degeri, le min yar... Keç keçê be şevê, be nîvî şevê şirpe şirpê baranê, fîre fîrê bê, destê min le ser min bûne cemed, tilyê min le kevir û daran dekeve Ezî hatim mêratê derî gomê le min veke Oy lê lê berê xwe bibizdîne destê mine mînê cemedê de sing û berê xwe ke Min sewê Xwedê le singê xwe da de xevê ke Ku şefaqê avêt min je xevê sibê rake Ku xasîyê te heqsiz go: ew çî ye, bê qey î avekê dexwazi, şivanek e, le min yar... Oy de yar yar, de yar yar, lê lê rezîl kirimê de yar yar, de yar yar, heqsiz kirimê de yar yar Oy lê ez qurbanê le hêlê me çîyakî wergî gir e K’ezî be serî vî çîyayê ketim, be dengekî min bangî te fêrîga xwe dekir e Lê lê çavan çûr bîyê, guçikan kerr bîyê, zimên lal bîyê, pîyan çolax bîyê, jûnîyan fêlç bîyê, goştê te tuni xwîna sur e Ku tu silave Xwedê nade min radebire Gerîbe dunyê ku av be rêya Şamê gê, tu je tî bimire Ku hat roka mirinê serkunkê qalibê sabûnê, gurmika herîyê, tasek avê, axa van kendalan Meyrê felega qaxpe, le hespê xwe nî were le qarşîyê me dawire Wê hingê evê gişkê je hev rabire Ê heqê te teslîmî te ki, ê heqê xwe me je me helgire, le min yar yar Oy de yar yar de yar yar, lê lê rezîl kirimê de yar yar, heqsiz kirimê de yar yar, de yar yar, mehkum kirimê de yar yar. Kerro û Memoş: : _____________ Li ser kasetê “Kerro île Mamoş” hatibû nivîsîn. Di kasetê da tenê dengek hebû, lê em nizanin ka kî ev kilama jêrî distêre. ***** Oy Werin Aman Werin : _________________ Oy zivistan e keçê bahar e, zivistan e keçê bahar e Xwedêy be ser min da î tê xare oy oy Mêrkî turîst ku le ku heye, mêrkî turîst ku le ku heye İ mînê pezî ku kes hilnagiri î jar e oy Oy werin malno werin, nam ku le çi emê jar in Emê mînê dolkê hûr in, mînê hêsîran dor be sûr in Wele emê nê nêzik in, aman emê nê nêzîk in Emê je hev pir ê dûr in ax Oy werin aman werin, nav gurbetê em usti xar in Rêyên turîstan giştik şev in, oy rêyê turîstan giştik şev in Kes nizanin ku le ku radekevin, wax Mînê însanî vay wehşî, mînê însanî vay wehşî Gi je qanûnê derevin, wax Aman werin min bikujin, aman werin min bikujin Emê mînê surgînê gêj in, wax Ku îşsizan kincê rind le xwe kin, ku je pî xwe ra bazingan çêki oy Ku sê man biçalişi hezar merqî bidi Şan yekî çavaçix jê ra paseportê çêki Aman werin yanilmîş mebin, oy werin aldanmîş mebin Şan giştik je hev û be hev ra bin oy (...) Mistî Çur: : _____________ Ew bi xwe ji navçeya Semsurê, a bi navê Golbaşiyê ye. Navê gundê wî jî Qewan e. Lê wî her kes Meraşî dinase, ji ber ku ew tim di nav Kurdên Meraşî da, di nav Kurdên Meraşî da jîyaye. Salê wî niha nêzîkî pênce ye. Dengbêjê herî popîler e di nav Kurdên Meraşî da. Kilamên ku dibêje jî kilamên ji alîyê Meraşê ne. ***** Lê Anê : _____________ Herê, keçikê go lê anê lê anê, lê anê lê anê zalimê anê Lê lê go serî min be qurbanê, lê lê anê tema min go ez cîranê Lê lê tema dayê ez heyranê, kurmê mînê henaran tê kelyanê Oy oy oy, ey oy... lê anê lê anê lê anê, zalimê anê oy... Lê lê go anê tema min go, werne minê vê mekirê Tema min go anê, ku hine mînê mine qeder reş hene Ba werin k’em duzilmîş bin le sirê Erê oy, tu nikanî keçikê xwe be min dî, k’em destê xwe de destê hev kin K’emê devê xwe badine bajarê Dîyarbekirê oy oy oy... Ey oy, lê anê lê anê, lê anê lê anê zalimê anê Heta wê hingê hatim, ku daka keçikê le pêşîyê min dawestîye min pêra got dêze Çavê xwe rijyanê dêze, lê lê min go mere pêşîyê te firêze Tema min go carkê çerx be yanî min sêwî Xwedê mêze Heta wê hingê tema çexbû le yanê min mêzi kir, min mêzi kir ku çiqastir eke be bêze Paşê ez tirsîm min go, keçikê xwe nadi min ezî be dekime mesqere ye Maşelah dêzê min gurçîyek ser bez e oy oy oy, ey oy ... Heta wê hingê ez hatim, ku dîsan ê le pêşîyê min dawestîye Lê lê min pêra go pîrê, lê zalimê pîrê Herê go, Misto kudera mine pîr e, carke dîn mebê pîrê Be min ra bê xam tuştîrê, bê surexurme wek hevîrê Oy oy oy, oy derdo oy derdo oy derdo, zalimo derdo oy ... ***** Were Lê Lê : _____________ Lê lê were lê lê, were lê lê were lê lê, were lê lê were lê zalim lê lê oy Lê lê were k’em duzilmîş bin le rêzê, tu be min de qetî sozê Lê lê tema min go k’ezê te beme İçmê , wele ezê te bigerînim le Qirxgozê oy oy Were lê lê were lê lê were lê lê, îçmecîya min bira ez bimirim oy oy Lê lê min go dê rabe were lê lê, were lê lê were lê lê were lê lê, lê çîlê bira ez bimirim Ezî le ber derî me, ê ranabi ê be ser min da bû kevirê bîçmê Ê le mine le suye ê dibê Misto te ez carkê nebirime İçmê oy, oy wax le min çav reşa min oy... Lê lê min go tu derdê xwe bikişîne vê zivistanê îçmecîya min, vê zivistanê Tu rabe destê xwe de destê min ke, ezê havînê te carkê beme İçmê Albistanê oy oy Were lê lê were lê lê, were lê lê tema îçmecîya min bira ez bimirim oy oy... Lê lê bira dilî meriyan be hev ra dil bi, îçmecîya min bira dilî meriyan be hev ra dil bi, ba tûrê parsê le serî mil bi. Ba ewî tijî kirix û nanê gilgil bi, ba binî tûr de heft deran da qul bi Mepisxanê Meletyê bira şûna min bi, serî royê hevalê bira pênc mîlan je min ra curm bi Were lê lê were lê lê, were lê lê îçmecîya min bira ez bimirim oy oy ... Lê lê min dem dî min dewran dî, îçmecîya min dem dî min dewran dî Min rindekî be argan dî, çeqelekî çîyan dî (...) ***** Lê Zalima Min : _____________ Lê lê malê xwe şewitîyê, min go esmera min, ey dîlbera min rabe Ezê xwe de qapî malê bavî te da serjêkim Tema min go ezê bavî te îdam kim, serî bavî te jêkim, way le min Ezê te beme duyînsalonê , lêvê te boyax kim, tirnaxê te oje kim Oy oy oy zalimê oy oy oy, ax esmera min oy oy oy... Lê lê me be te va hûrik hûrik deda nazan Esmera min me be te va hûrik hûrik deda nazan Sewa fîstanekî te ez çûme bajarê İstembolê, ketime heyştêûpênc mexezan Dê hevalno hînê le min îna nakîye, Xwedê tu kesî nekî destî bilmezan Ez bimirim oy oy, way zalimê le min oy oy... Lê lê dilê minê bûye va temûra lê saz e Oy rabe k’em be rêkevin, maşelah aydinlix e, çîk eyaz e oy oy Ezê te be me nav pasajê İstembolê te bigerînim mexeze be mexeze Ku kîjan tiştî bîrîncîye , qede le minê tu je min bixwaze, ez bimirim oy yo... Oy oy, way le min Fêrîda min oy oy... Lê lê malê xwe şewitîyê min go rabe, tu ne qiçikekî tuyê mezin e Oy hevalno, sevgîlyê min a ku eşqê min firîye ser e, ê dest be bazin e Lê lê şevê çûyî min xewneke xwe dî, zalimê min be xewn dî Ku ê te je min ra dexwazin e, bira ez bimirim oy oy... Oy oy oy, oy way le min zalim oy oy... Lê lê malê xwe şewitîyê tema rabe Esmera min rabe, min go dîlbera min rabe, lê rabe lê rabe, zalimê rabe Lê lê min go zame le te le devî halê, qede le minê bêxe qunderê, de pêke solê Sewa xatirê te zalimê, ezê royekê werime İstembolê oy oy.. Oy oy oy, oy le min zalima min oy oy... ****** Zilxe : _______ Lê lê va çend sal in me hevdû nedîye, were k’em carkê qonişmîş bin lê lê oy Carkê were ser têlefonê k’em qonişmîş bin lêy lêy lê off... Lê lê were ez hesiretê te me k’em tanişmîş bin lêy lêy, lê zalimê lê lê oy oy.. Lê lê tême, tême tême tême, lê lêy Zilxe ezî heta rev te tême oy oy... Lê lê ezî heta rev te tême lê lê, lê oy ... Herê malê xwe şewitîyê, ez qe rokê be şevê heta xewnê te nême lêy lêy oy Lê lê ê tema têye bi hêrsekîye lê lêy oy, ezî dekime qahre, ezî ke heta rev te nême oy oy Lê lê ez çûr im, ezî tême lê lêy Zilxe, lêy lêy oy oy.... ****** Jinikek Qafesiz : _____________ Oy min go ke carkê herim, bira ev qafesiza na le mal e, hevalno tema min go ke herim bira ev zalim na le mal e Ez çûm ku ê yolmê deçinîye, ezî pêra narime sere, jinkeke je qêfe normal e oy oy oy... Hey malê xwe şewitîyê, tema heta ku tu terî yolmê xelkê deçinî, carkê were ter û temîz odê me bimale yo Oy de were were, lê zalimê ez heyranê, be çalimê were oy oy... Oy lê lê min le te nedî tu defer e, qeda le minê min le te nedî tu defer e Were destê xwe de destê min ke, k’em herine İswiçrê dereke be qezence, be pere oy oy... Qeramî bavikî tey giran e, tu qeramî bavikî xwe nakişînî, weleh bavikî te mêrkekî recber e Ez bimirim oy, oy le min zalimê ez heyranê, be çalimê oy oy... Malê xwe şewitîyê, ku aqilî te hebi tu sewê îşê xelkê şaş nabi Tema min go, tu her ro her ro be firêzcîyê xelkê ra kaş nabi oy oy... (...) Qedir Talî : _____________ Qedir talî, qedir talî Le pêşîya min bûye qere çalî Ezê je dest vê qedirê kûva herim Newû, nefiltîm je vî halî oy Ezê je dest qedirê kûva herim Ez nefiltîm je vî halî oy... Xwedê be min da şaşkirin rêka malê Derdê min ê pir debine sal je salê Xwedê be min da şaşkirin rêka malê Derdê min ê pir debine sal je salê Aman hevalno hişin je min loman mekin Ezî yarelime be qamê, be qalê oy... Aman hişin je min loman mekin Ezî yareli me be qamê, be qalê Ê têye berfeka hûr e, arelixê bîna sûr e Ê têye berfeka hûr e, arelixê bîna sûr e Aman hişin je min loman mekin Ev lawika ekî be qusur e oy Je min qeder reşî loman mekin Ev lawika ekî be qusur e oy... ****** Darî Tembûrê : _____________ Hey lê yar, ezî salan le vê salê, çima je karê vê dinyê tu karan nakim lê, lêy lêy... Ezê sibeda berî birbangê, de ber derî bavikî te ra herim werim Ba şirqe şirqa tizbîyek kehraber bi, ezê debakim, de yar yar, esmera min de yar yar, de yar... Eger, ku tu be wê jî razî nebû, ezê dakevme bajarê Entabê şewitî Ezê darekî xwe’y temûrê, je darê Bursê je xwe ra peyda kim oy oy... Ezê sibeda berî birbangê, de ber derî bavikî te ra herim werim Le fîte fîtê şivanan, le kule kulê dev kulan, le qîye qîyê xorizan Ezê xelkekî xwe’y şîrînî dîlber je xeva sibê be darî tembûrê je xevê rakim lê lêy lêy oy... De rabe, qeda le minê tu nikanî rabi destî xwe de destî min ki... Ezê te yayle be yayle, kanî be kanî, le devî nalan le serî neqeban Le sîya kurkor û le şevan, nîvê şevê le qonaxan te bigerînim oy oy... Qawûtsiz be, lawiko qawûtsiz be, qeda le min(...) ***** Lo Lo Lawo : _____________ Lo lo lo, lo lawo lawo lawo, lo lawo lo lawo, delalo lo lawo Herê min go çelengo segmano, Xwedê je min ra dawo Lo lo delalo min go bi şevê keleş, bi ro î axawo Tema min go çavê min le bejna te kîbar mawo oy oy... Herê go delalo, te kingê be min, go herê min be te ra go nawo Hey lo lo delalo tema min go te bîrden je jar da cewaba dosta xwe dawo, Lo lo lo lawo, lawo lawo lawo, delalo lawo Lo lo lo lawo, lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy... Herê min go anê bira delal bata malan, ma nivanî Tema ku min jê ra serjêkir berxê ber kozê, dolê wê mîkê wî beranî Ku teres bavê gotî anê dolê wê mîkê, wî beranî Eza bêm lo bavo lo bavo lo bavo, kevirê dizan le çengê keto, çenge rût bû lo zalim bavo Kûçikê te kûçikekî ney heydar bû Şivanê te şivanekî xevbar bû Xwedanê bîstûpênc e ser sêlê û kodikê têleme bû Tonê sibê çû konê çîyayê Qerajdaxê, dor êvarê je min ra nanî oy oy ... Lo lo delalo were malan malê me bo nan e Lo delalo, min go çirê mê vêxistin e, arê mê dadan e Lo lo delalo, meke be tarê jinebîyan e Sor memikê bûne sor e sipî, je canî meriyan ra merez û tan e oy oy... Lo delalo têkeme torî keçikê dehûpênc salî Sor memikê bûne sor e sipî je canî merîyan ra, mînê va sêvê Meletî îlaç û derman e oy oy... Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, delalo lawo Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy... Anê bira delal bata le pêşîya mala me dawestîya Bira tasek avî sar le min, de lo Xwedê tim bixwasta Bira min tasek avî sar be destda Tema min go bira delêl çavî xwe be min ra qirkira, bira min pê ra lêvê xwe bigezda oy oy... Hingê qaplanê qaplanbegê mêrê felegê, Ezraîlê ku le heqê be tenê Bira bata le mêrata dinê, heqê xwe le min de lo Xwedê tim bixwasta oy oy... Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy... Anê konî delêl konekî reşî Erebî ye Tema min go de paş da dukan e, dayê de ber da çarşî ye Tema min go konî delêl mêrat bimîni De mêran da î şên e, de jinan da î bêbermalî ye oy oy... Lê lê anê huro dîsan delêl î hêr e hêr e Tema min go berdaye pêşî alonî kerî î nêr e Oy dayê weleh nizanim, ku delêl şer e, nizanim ku xêr e, nizanime ku xêr e oy oy ... ***** Hemşîre : _____________ Min be xevn dî, ku ezî be te ra bûme heval û cîran e oy... Meraxê min meraxa hemşîrane Hemşîrê min eke mînê tankêrane oy, oy derdo oy... Hemşîre qurban hemşîre, hemşîre heyran hemşîre Hemşîre, hemşîre qurban hemşîre K’ez paçî te kim je te ra wînim şîşak bîre (...) le devî holê Tu je min ra bûye porteqeleka Dortyolê Sewa hemşîrakê ezî ke herime İstembolê Hemşîre, hemşîre heyran hemşîre K’ez paçî te kim je te ra wînim şîşak bîre Hemşîre qurban, hemşîre Ku hine mînê min be derd hene, ba derd û kulê min bila kin oy oy Ku hun be şorên min dekine, doxtur û giştan je pîyasê rakin oy Qastila bên emê nixweş in, nixweşîyê be mane kin oy Herin le şunê doxtoran bira hemşîre we meyane kin oy oy Ba dehûpênc muxtar werin arakê Bira le serî min bibînin çarekê Ku hun şedekine wînin başhemşîrakê Hemşîre baş hemşîre, hemşîre qurban hemşîre ***** Fatoş : _____________ Te wê royê neynika xwe da min, te go Misto ba neynikê te je min ra heyda bi Ê Fatoş min tavilê zanî ronakya je ber min wenda bi oy... Kor bîyê were le kelekê min runî Çiqas bibê bihnê mîyan le gur be feyde bi İnşala, eger te ez hilnegirtim Fatoş wêrem le te peyda bi oy oy Aman yadim Fatoş Fatoş Tu be ser min da xar bibe oy serxoş serxoş Min wê ro paçî Fatoşê kir, go mêro ku tu nemînî le tu ocaxan Nebû ez têr nebûm je raketina rindan û qucaxan Mekin ba Fatoş de kelekê min ra heri weri Oy k’ez têr mêzikim de bacaxan oy oy Aman şewtîm Fatoş Fatoş Tu be ser min da xar be oy serxoş serxoş Mistî Hecî Mamê : : _____________ Ew ji Bazarcixê, ji gundê Sofîyan (Sofularuşağı) e. Li ser wî em tu tiştê din nizanin. ****** Wayê Wayê : _____________ Lê lê were cîran be rîyan keve, be rîyan kevim Oy oy be tûman bim de çîyan kevim, de çîyan kevim Xwazikî tu nixweş bibûya, nixweş bibûya Werkî, ku min bigota mekin k’ez de bin pîyan kevim Wayê wayê, de bin pîyan kevim Kal bûm, kal bûm, kal bûm qurban ez kal bûm Ezê şîrin çima tal bûm, çima tal bûm Keçê çûr bûyê je rûyê te da, je rûyê te da Ewê çitolî bêheval bûm, bêheval bûm Wayê wayê, bêheval bûm Here avê k’ez werme rîya te, werme rîya te Tu daweste k’ez rûnîm le sîya te, le sîya te Tê xwazîkê hesiretê, hesiretê Oy ba be ser min da bata bûka xelkê Wayê wayê, bata bûka xelkê ******* Lo Lo Dilo Rezîlo : _____________ Lo lo dilo rezîlo, min go tu je dilan çitolî dil e Lo lo heqsizo, tu je dilan çitolî dil e, çitolî dil e Wextekê ku tu bigeri, le ser kanîyê hana ber be çîm e, ber be çipil e Ber be çipil e, ez qurbano ber be çipil e, oy... Lêy lêy le ber merxan, le ber kadînan Ez qurbano tu hezdeke ku tu bigeri le Holikê Besikan, le Kortê Pîrê Hana be gul e, be sunbul e, ez qurbanê be sunbul e Min go: dakê cîp nêrind e, keçik çiqende rind e qurban Gotin: te nebîstîye eke be lez û mil e, lê heqsizê lez û mil e Lêy lêy, qarşimde salenip durme qurban Lo dêyîpte, (...) le Kortê Sîlme, le Kortê Sîlme, lê heqsizê le Kortê Sîlme İna bike ezî je te pir hezdekem qurban, lê lê xayînê(...) Mîna şarê hanî eskerîye, lê heqsizê eskerîye Çima nade mine, roka hana be rokê qurban Lo lo ku me konê xwe vedekir tu le mêratê alet meşeryê Le alem meşeryê, were lê lê, heqsizê lêy lêy Lêy lêy dilî min baxçake qurban, bejnê te dareke mine hana fîdan Qe nebe be min mekene, wextê tu dekeni, dîdanê zêrînî ê şewqê dedine findan Dedine findan, lê zalimê dedine findan Dilî xwe mêşîne qurban, ku ev bejnê haye kîbar le te bû Tu nizanîye ku je hendê te kêm nabin gelen û gîdan Lêy lêy ezî şaş debim qurban, ke kuda herim Wextê zîyaretan, wextê hîdan, dilê dilê wextê hîdan (...) ***** Lêylî Lêylî : _____________ Min degot hêndî be te ra deynakim Oy ez te le qemî xwe hey nakim Heydaka te le rev min tuni, aman aman Xwe je min ra mepesine Oy, lêy lêy singê te yê le hêsin e Tuyê bûye gawireke serî çîyakî, aman aman Tuyê le ser şorekê nasekine, lêylî lêylî Heta ku tu sûretî xwe le min tirş deke, aman aman Darekî xwe helgire, le ber bisekine lêylî lêylî Sawa çavan le min şev e, aman aman Oy, muşterîyê te bûne pir e Ezî be dilî xwe xirabim, aman aman Tê lê ez qurbanê, tu je hemberê min mere lêylî lêylî Here lê lê obe gezan, aman aman Oy, xasi meger le firêzan Wextê tu xasi geryayî Be ningê te degirin mêratê kurm û kêzan Lêylî lêylî Çê bang kir tu weçend bezya , aman aman Oy, pîyê min de bin serî te da tezya Weçend salê je te çûne, aman aman Je te nema ev bilmezîya Lêylî lêylî Te ez kirim hal je halan, aman aman Pir negerandim le nav malan, oy oy mala minê Oy hevalno hun mekin loman Min wenda kirîye serê hevalan Lêylî lêylî Were juni be rîyan kevim, aman aman Oy be tûman bim de çîyan kevim Xwazikê tu nixweş bibûya Min bigota mekin k’ez de bin pîyan kevim Lêylî lêylî Perwanî İsmaîl: : _____________ Ew Albistanî ye. Zêde agadarî li ser wî di destê me da tune. Li ser kaseta wî „Aşık Pervani“ hatibû nivîsîn. Ji ber ku di kasetê da navê wî Perwanî İsmaîl tê gotin, me jî ew nav nivîsî. Xêncî vê kilamê di kasetê da Tirkî jî dibêje. ***** Îmam Hûsêyn : ________________ Zalimî ku jinên Ehlîbêyt tazi li devan nadin Berêva feqîyan bervî Şamê gi vegerandin Serê İmam Hûsêyn desthev da direvandin Wax Hûsêyn...... Ez feqîrê li welatê Qirim Çola xerîbîyan bê dîşlix e, bê hewir im Ez çitonî sewa İmam Hûsêynê mazlûm da nagîrim Wax Hûsêyn, wax Hûsêyn, Şah Hûsêyn... Deşta Kerbelayê bi tenê maye Hûsêyn. Sakîne dibê ez dest zalim Yêzît da yarali me Em Ehlîbêytê îro qereli ne Alîyek mir alîyek ez nizanim li ku ne Wax Hûsêyn, ax Hûsêyn, Şah Hûsêyn... Wax Hûsêyn, Şah Hûsêyn.... Keşîş serê heft lawkê xwe daye, serê İmam Hûsêynê mazlûm neda ye Zeyneb anê berê xwe berbi qiblê vegerandîye Wax Hûsêyn ..... Bang xwedê dike, dibê nizanim İmam Hûsêynê mazlûm li ku ye Wax Hûsêyn, Şah Hûsêyn.... Ax Hûsêyn, wax Hûsêyn.... Deşta Kerbelayê bi tenê maye Hûsêyn...... Zalim Yêzît jinên Ehlîbêytê tazi anîne meydanê Zeynel Abîdîn avêtine zindanê Sakîne nexweşîyê peya dike, dibê nizanim İmam Hûsêynê mazlûm kanê Wax Hûsêyn ..... Em yarali ne, em Ehlîbêytê îro pir yarali ne Em îro sewa İmam Hûsêynê mazlûm pir yarali ne. Sakîne dibê em dest zalim Yêzît da yarali ne Em Ehlîbêytê îro bexti qereli ne Alîyek mir, alîyek ez nizanim li ku ne Wax Hûsêyn, Şah Hûsêyn...... Em îro Ehlîbêyt sewê te digîrin Ax Hûsêyn, Wax Hûsêyn .... Perwanî İsmayîl feryad diki Sewa İmam Hûsêynê mazlûm bang Xwedê diki Ax Hûsêyn, Şah Hûsêyn ..... Ez feqîrê li welat dûr im Çola xerîbîyan bê dîşlix e, bê hewir im Ez çitolî sewa İmam Hûsêynê mazlûm da Pîr Duran Soysüren: : _____________ Li ser kasetê ev nav hebû, lê yê ku ew kaset dayî min, tu agahdarî li ser wî nizanî bû. Lê ji navê wî eyane ku ew pîr e, an jî dede ye. ***** Anê Anê Nizan’m Çima : _____________ Anê anê ez Doxan im, anê çûme yanî rê da Anê anê ez Doxan im, anê çûme yanî rê da Şerpa surê de serî da, zêrê zerî de usti da Anê anê nizan’m çima Ez xwarimteva kirim dêdîqodîyê de gund da Anê anê nizan’m çima Deşta Zarê deştek pan e Yarê lê xweş kirin du-sê zava Madem dilê te le min tune bû Te çima le malê bavê xwe kirim şivan e Anê anê nizan’m çima Ez xwarim teva kirim dêdîqodîyê de gund da Anê anê nizan’m çima Diçim Sêvasê, şevek mam le otêlê Yarê destana me daxilmîş bû le Şîrînêlê (...) ez edresa rindikê xwe jî baş nizanim Min jêra yazmîşkir mektub û (...) Pîr Husêynî Sadiq: : _____________ Me tu agahdarî bi dest nexistin. Ji nav eyane ku, ew jî pîrekî ji nav civata Kurdên Elewî ye. ***** Heval Em Hevalê Hevin : _____________ Heval em hevalê hevin, mal be ber yaylan dekevin Em je hev be dûr dekevin, em be bîrê hev dekevin Aman aman, em je hev be dûr dekevin, em be bîrê hev dekevin Oy le min le min, le min le min le min oy... Bakî têye bayê barê, hal mezinê be sewê te çûme Zarê Mêrkî dostê wî nê û narê k’ez silav kim wê hevalê Oy le min le min, le min le min oy(...) ***** Aman Dilo Dost e Yar e : _____________ Dost je dostan ra deyax in Hemi baxçe hemi bax in Aman aman Hem sultan in hem çirax in Aman dilo dost e yar e Dost vêdostan nasewirin Ya dost ya dost Be malî dinyê nadewirin Aman aman Dost le rîya dostan demirin Aman dilo dost e yar e Dostî sax î le rev heve Aman aman Hemi be ro hem be şev e Aman dilo dilo Kar û zerar tev li heve Aman dilo dost e yar e Rêkê dostan rêka pan e Aman aman Qûl le dostî xwe dezane Aman aman Şêst cîhat î le mekan e Aman dilo dost e yar e Heval em hevalê hevin Mal be ber yaylan dekevin Aman aman Em je hev be dûr dekevin Em be bîrê hev dekevin Aman dilo dost e yar e Dostî sax î mîna royê Deşta hîva qudretê Aman aman Mîna ava le çavîyê Aman dilo dost e yar e Mîna ava le çavîyê Aman dilo dost e yar e Rêkê dostan rêka dûz e Oy oy oy ... Bang kir ku dost bibîze Aman aman Qûl feqîr e zêdesiz e Aman dilo dost e yar e Delalo Were lo... lo lo delalo virda, virva qurban virda Aman be gêzî da mere de lawo, malê me de paş gir da Bimrim ez ... Aman tu le mala rindê degerî, mala rindê de xanîyê gir da Were malan delalo bimrim ax ... Aman delalo qurban were malan, tu çimay dil gir e Bimrim ez ... Aman rokê felekê le qapîyê me daêwire Aman delalo hingê le vê wextê le hev rabire Bimrim were malan aman aman (...) Şah Sultan: : _____________ Navê wî ê fermî Mehmet e. Em paşnavê wî nizanin. Wekî ku ew kesê ku kaset dayî min dibêje ew niha nêzîkî pênce salîye. Şah Sultan ji gundê Nergele ye, gundê Nergele jî girêdayî Albistanê ye. Ew di nav Kurdên Meraşî da tê nasîn. Gor agahdarîyên destê min, ew niha li Franse‘yê dijî û kasetên wî yên Kurdî ku li studyoyê hatin qeyd kirin jî hebûne. ***** Fadîme : _____________ Dilî min şûna te ye , î her ro be dalxe ye Dilî min şûna te ye, î her ro be dalxe ye Te je milanda kirin, tu çima ê be sevda ye Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme Carkê were malê me Ezê tim le çîyakî bim, le yaylan be bakî bim Ezê tim le çîyakî bim, le nav gulan be bakî bim Je xatirî te rindê, ezê be êşqîyakî bim Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme Dakê te yê zalim e, ê nizani be halî me Le Nergele baxçe ne, le Qaşdaxê yayle ne Le Nergele baxçe ne, le Qaşdaxê yayle ne Keçikê ergen le yaylan, ê time be dalxe ne Keçikê ergen le yaylan, ê time be sevda ne Yar Fadîme Fadîme, ez heyranê Fadîme Carkê were gundê me Fadîme were malê me , carkê bihn ke gulê me Fadîme were malê me , carkê bihn ke gulê me Le vê buharê ku weri, dîsa were yaylê me Yar Fadîme Fadîme, yar yaylecî Fadîme Yar bêrîcî Fadîme, ez heyranê Fadîme Şahsultanî sêrsiz e, tu eke wîjdansiz e Şahsultanî sêrsiz e, tu çiqase dînsiz e Şorê dakê xwe meke, eke pire ersiz e Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme Tu çiqase zalim e, carkê were gundê me Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme Carkê were malê me, ez heyranê Fadîme ***** Gulîcanê : _____________ Çi kanîyeke le ber dîyêr e Avê sar e weke çêr e Were were Gulîcanê Mêrkî ku miradê xwe hilnanî Bi dest bigrin bavêne êr e Ax le minê Gulîcanê Le Meraşê mişmiş debûy ne Dendikê xwe xweş debûy ne Were were Gulîcanê Ku keçik lawkê rind le ku hene Qedirê xwe reş debûy ne Ax le minê Gulîcanê Derîyê we de derîyê me da Ku min girt te çima veda Were were Gulîcanê Sewê ku me je hev hezkiri Ev çi arê ku de merîyê te da Ax le minê Gulîcanê Dilî min î be birin e Gulîcan tu êsîr kirin e Were were Gulîcanê Le qûlî zemên nemîni Ku be gencî dert min kirin e Ax le minê Gulîcanê Baran barî le erdê neket Şerpa te le malê me ket Were were Gulîcanê Ku dakê te got ku ka şerpa te Bê le kinc şuştinê be ber avê ket Ax le minê Gulîcanê Gulîcan bejnê xwe de bake Porî xwe be serda şe ke Were were Gulîcanê Bese Şahsultan şewitî Be vî sevday min din meke Ax le minê Gulîcanê Merhemet ke Gulîcanê ***** Dostê 1 : _____________ Dostê çîyayê Qaşdaxê lê, ber be dar e Dostê çîyayê Qaşdaxê lê ber be dar e Bûkê avê yaylê me yê sar e, de were lê lê ez heyranê Ax ê le avê hesret e Qurban ê dilî min dekîye ker e, de were lê lê le te nemayê Le Qaşdaxê sosin debûy ne, dostê le Qaşdaxê sosin debûy ne Wextê yaylan hêşin debûy ne, de were lê lê yaylecî yarê Ê ku je giştan baqiltir Weleh sewê dostan din debûy ne, de were lê lê tu ne dostî Dî Nergelê baxçe û bax e, dî Nergelê baxçe û bax e Dostê dilî min je te ra durax e, de were lê lê bejn ziravê Ku du dilan je hev hezkir Ez qurbanê le nezerê heq nê yasax e, de were lê lê mehkumê yarê Le Ambarê gul debûy ne, dostê le Ambarê gul debûy ne Keçikê rind vê dil debûy ne, de ax le minê vê dilê yarê Ê ku je hev hezdekirin Weleh le hêlê me rezîl debûy ne, de were, lê lê rezîlê yarê Seqaldutanê le amac e, dostê Seqaldutan ê le amac e Bûkê rêkê ber ê be wîrac e, de were lê lê de rê da were Ez bû me Şahsultan şewitîm, dostê ez bû me Şaxsultan şewitîm Weleh eşqê te je min ra derman e Dostê eşqê te je min ra îlac e, de were lê lê melhema minê ***** Dostê 2 : _____________ Dostê bakî daran dehejîni Avê curnan deçelqîni Dostê min ev je te recû nekir Ku tu be sevday min bipeqîni Were were bejn ziravê Qirxinîyê dilî xwe bavê Dostê mektubekê yolemîş ke Navî xwe le ser yazmîş ke K’ez bêm dostê, tu bê heval Dijminê me Çetlemîş ke Were were bejn ziravê Su ketina dilî xwe bavê Dostê tu be çam be lê, ke be merx bim Tu be mî be lê, ke be berx bim Ez qurbanê, heta ku em je hev têr bûn e Tu be gul be lê, ke be ax bim Were were bejn ziravê Qirxinîyê dilî xwe bavê Dostê tema tu de dalxa min bû Tu delala dilî min bû Dostê poşmanîya paşê pera nake Lê lê, berê aqilê tey le ku bû Were were bejn ziravê Le su ketina dilî xwe bavê Here dostê lê te ez kujtim Te ez destpê kirim le dunyê hîştim Şahsultan bû ye berfa çîyayê Qaşdaxê Te ez helandim tu ne hîştim Here dostê le te nemîni Tu mirazî xwe hilnîni Were were bejn ziravê Tu qirxinîyê dilî xwe bavê ***** Bese Dinê : _____________ Be vî sevdayî min din meke Zalim hêndî merhemet ke Were were Bese dinê Ku min de ser te ra de çê mêze kir Tu hingê be serevde ke Were were Bese dinê Besê min eke esmer e Bejnê xwê be zêrî zer e Were were Bese dinê Wekî dîn ê pire rinde Bazi aqilî xwe’y kehr e Were were Bese dinê Bengekî le çengê te ye Heyfa min ê le sîngê te ye Were were Bese dinê Qehran be bavkî xwe meke Sebeba te dakê te ye Were were Bese dinê Porî te î çiqas reş e Ev dengkirinê te’y pir xweş e Were were Bese dinê Zalim ê ku em je hev kirin Dexwazim şan xwîn vereşe Were were Bese dinê Şahsultanî be sevda ye Î le rîya te perwane ye Were were Bese dinê Tu be min ra erê biwê Min le rêyê te serî xwe da ye Were were Bese dinê Were were Bese dinê Tu yara dilî minî Were were ez heyranê **** Dostê 3 : __________ Dostê te dî ku le me çir kirin Ustîyê min û te xar kirin Tu doste min û te tune ne Were k’em sewê hev bimirin Were were yarê yarê Garîbana ustî xarê Tu çiqas eke xayîn e Were carkê min bibîne Ku tu dosteke sadiqane Be vî sevday min meşewtîne Were were yarê yarê Garîbana ustî xarê Dakê te yê melamet e Bihna te je rahanê me tê Ez sewa te şewitîm yarê Hêndî were merhemet ke Were were yarê yarê Garîbana ustî xarê Tu çi haye din û zirt e Were le Şahsultan bipirse Te ez mîna Kerem şewitandim Zalim je xwedêyî xwe bitirse Were were yarê yarê Garîbana ustî xarê ***** Esmer : __________ Ro hilatîye de sibê da Oy lê ezî din bûm de derdê te da Kirîv tu bûya malê te bişewitîya Ku te carkê derî le min vekir Xwedê dada Wax le min le min, zalimê le min Wax le min le min, be çalimê le min Payîz hatîye hêndî sar e Zalim, ku derdê te eke ê min hezar e Zatan xelkî be hewesa dilê xwe ra dekeni, delîzi Garîp çima ustî min û te î xar e Wax le min le min, ustî xarê le min Wax le min le min ,bêxeberê le min Te ez din kirim be vî aqilî Kevirekî dedim ser vî dilî Xirabîya min û te je Xwedê ra çi bû Ku ez deşewitim tu denalî Wax le min le min esmer le min Wax le min le min, bextreş le min Çima tuneye çara me Ca Xwedê bigê be cara va Ku mêrkekî le dunê miradê xwe hilnanî Le dunê yaşeme ê heram e Wax le min le min, esmer le min Wax le min le min, min tu nedîya le min ****** Zalimê : __________ Lê lê tu le çîyakî, ez le çîyakî Zalimê ba lêdixe her hewakî Lê lê sewa ku min je te hezkiri Kirîv tema te ez kujtim be sevdakî Ey ey ey , lê zalimê ey ey ey ..... Lê dostê çîyayê Qaşdaxê ekî bilind e Zalimê têda têne goça gund e Xelkê ku çêl û çûrne xwe hene Je heq da dostê minê eke rind e Ey ey ey, ez qe tune bim lê lê lê....... Lê lê çîyayê hana rê de ber ra Zalimê çavreş bûrî de ser ra Dostê ez ê ber dunê pir degerime Ez be qerarê dilî xwe, tu rindan nabînim de ser te ra Ey ey ey , ey sebeba min ey ey ey ....... Dostê were k‘em be hev ra rût û cerm bin Ku em mîna Esli-Kerem de ser hev da ar bin Ey ey ey, ey lê lê sebeba Şahsultanê ey ey ey ...... ****** Parek ji kilamekê : _____________ (...) Dostê te Şahsultan pir rezîl kir Te be eşqê xwe êsîr kir Lê tu çiqase nanûxwêsiz bû ye Ku te hevalîya me zû je bîr kir Heywax bûkê le rîndîya te Dilê min keta bejna te Ez şewitîm yar sewa te oooy(...) ***** Dostê 4 : __________ Dostê çûme serî çîyayê Qaşdaxê oy..... Lê lê min mêzi kir le yalî Bînboxê Dostê ku dilî te jî mîna dilî min e oy..... Lê lê were Turkîye be ûçaxê oy...... Dostê çûme serî Çalanqelê oy..... Lê lê min mêzi kir le yalî Nergelê Min go dostê were em ê hevdune oy..... Lê lê min çare nedî le te tembelê oy..... Dostê ez deketime orta dîyêkî oy..... Lê lê min tu pirsî je almancîyekî oy..... Dostê sewa te le nav êlan megergisin Qurban ezî bûme serserîyekî oy..... Min go lê lê esmer were va ya te nebû oy..... Lê lê heyfa minê le rîndîya te bû oy..... Kalno-pîrno je Şahsultan loman mekin Tema ev sevday berê î le serî we bû oy..... ***** Dostê 5 : _____________ Dostê tu çima je min radebiri Derdekî çaresiz te bigiri Were were Pêrîşanê Dostê heval mînê te nabin Mêrkî dost ê le rîyê hev bimiri Were were sextekarê Were were berdîwarê Dostê here le te nemîni Tu miradê xwe helnîni Dostê te ez şewitandim Te ez de keviran firandim Sûçê min je te ra çi bû Te ez de dora xwe gerandim Dostê here le te nemîni Şan tu belê xwe bibîni Here here pêrişanê Dostê şorê ku de ulîyan da maye Kesî gorî dilî xwe nabîni Were were pêrîşanê Were were dert giranê Were were mal neketê Ar be gundî bavê ketê Dilî har î min depeqîni İ min de keviran defirîni Were were pêrişanê Dostê te emrê minê teva kirîye Tu miradê xwe hilnîni Dostê here le te nemîni Şan tu belê xwe bibîni Were were ustî xarê Here hêstir kirne xarê Şahsultan î be tenêye Tu çima carkê virva nêye Were were pêrişanê Dostê ne royê min ro ye Ne şevê min şev e Giştik seba te bela ye Were were pêrişanê Were were dert giranê Kirîvê here tu kîrvayê Here here le te nemayê Here here pêrişanê Here here dert giranê ****** Ax le min yarê : _____________ Oy lê..... oy..... Dostê çel qirix ê je hev hezdekin Ê terin tim qalê hev dekin Were yar..... Lê lê ez heyranê adetê hêlê me ne Ê dilê sadiq jehev dekin Were yar..... Ax le min yarê, le min yarê Gerîbê yarê..... oy..... Oy lê..... oy..... Dostê her ku ez serî xwe datînim Ezî te be xewn debînim Were yar..... Dostê lê rind le vê dunê pirin Ezî degerim tuye mînê te nabînim Were yar..... Ax le min yarê, le min yarê Mehkumê yarê..... oy..... Oy lê..... oy..... Dostê avê Nergelê le ser dilan şeqand Çaxa ku ez dehatim, te çima de dû min da deda hesretan Were yar..... Lê lê mala talya xirab bişewitînin Ku gurbetî je me ra kirîye wetan Ax le min yarê, le min yarê Mehkumê yarê..... oy..... Oy lê..... oy..... Dostê ew çi qewaxe ku deverd keti Ba lêdixe qol deqeti Were yar..... Ez heyranê tu xêrxwaze min û te tune ne Were k’em destî xwe de destî hevkin Herin je vê memleketê Were de yar, were de yar..... Ax le min yarê, le min yarê Mehkumê yarê..... oy..... Oy lê..... oy..... Dostê were k’em herin yalî baxan K’em rûnin le sîyê qewaxan Lê lê wîjdansizê merhemet ke Te Şahsultan kujt be meraxan Ax le min yarê, le min yarê Mehkumê yarê..... oy..... Selmanî Milanî: Ji Bazarcixê, ji gundê Milan (Milyanlı) e. Tu agahdarîyên din di destê me da tune ne. ( 1 ) : _____ Baran barî hûr hûr weşand Hevalno van cotkaran bêder reşand Oy ezê malê vê gurbetîyê bişewtînim Tema de gencîyê da porê serê min tûm weşand Vê temûrê çi lez e lez e Hevalno ezî lêtêxim be endeze Oy je ber destî vê yoksulyê da Oy îçî dilî min giştik kul, giştik merez e Anê were halî min bibîne Sebrê dilî rezîl wîne Oy vê gurbetîyê zalim Je kezeba min teri xwîn e Axzê malan pêda yazi Hevalno pêda terim bazi bazi Oy vê gurbetîye omrê me teva kir Gencîyê da me hilnanî tu mirazi Hevalno werin k’em çolê Bazarcixê be riz kin Oy werin k’em biçinin wînin be gurz kin (...) Hun herin derdan je însanî be derd pirs kin Wî min go: rêyê gurbetîyê rêka dirêje Hevalno, ku ê xil û xar e, ê be wîraj e Vêsta dîsa di vî efkara ra be bîra min hat Go jar rahan e, ber beraj e Min go çem e, anê çem e Pêda teri bang dekeme Je sixintîyan je duşuncan Weleh ezê nizanim k’ez le dinyê çima hême ******* Hevalno : _____________ Ezî je dunya xwey bêzgînim Timî vêsyayî uzgînim Ez je duya xwey bêzgînim Timî vêsyayî uzgînim Oy mekin denge min mekin Ez guleke pire ezgînim, oy Hêstirê minê be îçerî minda terin Hevalno werin k’em quşanmîş bin carkê be çîyê bilind da herin Werin xelkê minî çîlekeşî û feqîr K’em carkê be destî hev bigirin le heqê xwe bigerin Min go kanî, anê kanî Malan bar kir le ser danî Hevalno min derdê xwe je bîr kiribû Vêsta dîsa be bîra min anî İçerî min î be derd e K’ez bibêm tu gubeserde İçerî min î be derd e K’ez bibêm tu gubeserde Dîlegê ku ez dexwazim Ezî dewêm gurbetî hêndî yaxê min berde Ezî be burunim be qamê, be polê Hevalno ezî nizanim ku derdê me je çi pir debin sal je salê Ezê malê vê yoksulîyê bişewtînim İna bikin ku le ber me nîvaka rêya malê, oy oy Rêkê terim rêka dûr e, le min da barana hûr e Rêkê terim rêka dûr e, le min da barana hûr e Ezê malê vê yoksulîyê bişewitînim Le îçerê min açmîş kirîye buruneke kûr e ( 1 ) : _______ Hêstirê min bûne kanî bûne baran Hevalno ê dekevin le kevir daran Ezî je şansê xwe da dadegirim Ez le tu kesî nakim tu qaran Ezî ke baxçakî xwey gulan venim Oy k’ez barî giran le sîrtê xwe nim Hevalno ku derd û kulê min têne bîrê min Ezî dewêm ke runîm tim bigirîm qe nekenim Ezî le dar î le çê me Le nav çûlo, le nav gê me Havalno hun gubeserdin Ke tim a talya xwe dewêm e Oy ku dalxê dilî min radebi Oy çima le van deran bela debi Hevalno ku derd û kulê min têne bîrê min Weleh dest û pîyê min sar debi ( 2 ) : ______ Le min barî berf û baran, heyat bûye suka daran Le min barî berf û baran, heyata min bûye çûka daran Evê ku vê yoksulîye be min kiri Ez je bîr nakim tu caran Canê min teva bû tu nema, bûye qûma berî çeman Canê min teva bû tu nema, bûye qûma berî çeman Oy le vê gurbetîyê zalim Le min ranabiri zeman Hîv hilatîye hîva martê Şewqa xwe dayîye kortê Hevalno derd giştikê zor in İlem gurbetîyê le min zor tê ( 3 ) : _____ Dilê minî wer denali, dilê minî wer denali Hevalno umrê min bûye axê xali Yoksulî were hêndî tu yaxê min berde Tu çima le pêşîya me bûye qere çali Trên hatî hêdî giran, trên hatî hêdî giran Hevalno nesekinî le koprî û piran Wî ezî nizanim me le vî Xwedêyî çir kirîye Ber çavkê me za nebû je hêstiran Bê şan vê talyê me yêrmîş bi, bê şan vê talyê me yêrmîş bi Oy destîyê avê kanyan suzilmîş bi Ez le talyê xwe ney guman im Bê şanê ingê te yêrmîş bi, oy Ne ro le min ro ye, ne şev şev e Hevalno ne ro le min ro ye, ne şev şev e Weleh dîsa derdê min azmîş bûn je serî da Wî mêrkî ku derd û kulê xwe heyî le ku ye Tu mêzi bike ustî xwey xar e, pîkê de berhev e Oy mekin dest le min mekin, oy mekin dest le min mekin Hevalno dîsa derdê min le van deran bila mekin Oy nifira Xwedê ku le me bûyî Gotîye herin je derd û kulan çavê xwe je hev mekin Carkê xar be be ser min da, carkê xar be be ser min da Oy îna bike min canê xwey de boxa te da Le ber Xwedêyî xwe bigere Çima xar nabi be ser me da, oy Dê baxçakî dor be sênc e, dê baxçakî dor be sênc e Boyu uzun bêli înce Çiqend sal de salan herin, dilî rezîl timî gênc e Çiqend sal de salan herin, dilî rezîl timî gênc e Ez im ez im heval ez im, mi go ez im heval ez im Oy be çîyan ketim wer debezim Ku derd û kulê min têne bîrê min Weleh îna bikin ezî mirinê xwe dexwazim Tacim Dede: : _____________ Ew ji gundê Qenterme(Kantarma), ji Albistanê ye. Bi xwe dede bû û gellek kilamên wî yên Kurdî hebûn; lê di destê me da mixabin tenê kilama jêrî heye.Her usa wî gellek kilam û beytên Tirkî jî çêkirin e. Hunermendên wekî Arif Sağ, Yavuz Top û gellekên din bi xêra serê wî, bi kilamên (beytên) wî û bi mamostetîya wî bûn hunermendên bi nav û deng. Piştî ku di salên heyştêyî çû ser heqîya xwe, ew hunermendên bi nav û deng her tişt înkar kirin. ****** Kurdî-Tirkî : _____________ Of le minê aman ezî nizanim ke çi bibêm ji xwe bi te ra Cîp gênclixi minê tê de ber me ra Weleh zemanê meyî têye dilo, hevalo Zemanî çû ye le me rawirî ye, emê mayîn e de bin xelkê ra Yêri Tacim Dede çareni ara, emek, zahmet çekme nafîle yere Vâla cahîl olan gelmez bu meydana, bu yola İkrarina sadik erenler gelsin, dostlarim gelsin, yoldaşlarim gelsin Ah... sağ selamet yetîşsîn gelsin oy.... Çok zaman Dünyayi hevesle gezdîm, hevalno, hevesle gezdîm Baktim şeyhul şeyhul şeyhul olana Vala noksanliğimi bîldîm dilo usandim, bezdim Cümle alem güzel kötü olan ben, dilo le min Haşa benden medanet varmidir, benden sana senden üzme varmidir Vala Mecnun‘le Leyla’da üzme varmidir Herkes yarî île aşik kalan ben, yalaniz kalan ben Oy dilo oy dilo, oy dilo de ser te ra A berê, gêncîyê tê de ber me ra Lê lê ne avekim k‘ez rabirim, Hevalê tu rê be min de k’ez rawirim. Xêroyê Albistanî: : _____________ Li ser kaseta wî „Elbistanlı Hero“ hatibû nivîsîn. Lê wekî ku di hin kilaman da derbaz dibe, dibe ku navê wî Mistî Malê Çolêx be. Ji ber ku gellek dengbêjê heremê gava kilaman dibêjin navê xwe dixin nav kilaman. Ger ew kilam ne ya wî denbêjî be jî navê xwe dixin nav kilamê. ****** Were lê lê lê lewendê : _____________ Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye Huro dîsa kes tune ye, kêf kêfê min û te ye Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Milê xwe bide milê min, dengê xwe bide dengê min Giran giran bikişîne vê govendê, ez bernadim heta nimêja sibeh Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Çûme Heleb carek, çûme Heleb carek Min anî şekir barek, min anî şekir barek Derê ku yar-qîz têda min dedayê sahanek Derê ku yar-bûk têda min dedayê leganek Derê ku yar-pîr têda min dekire qurban misqalek Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê (...) ****** Dilo dilo : _____________ Oy de dilo, dilo oy, dilo dilo dlio, rezîlo dilo Oy de dilo, dilo oy, dilo neçaro dilo, rezîlo dilo, goçero dilo Oy şewitîyo dilo, tu nemawo dilo, ar pêketo dilo, dilo dilo... Hevalo tu roka hanê tu je mala xwe, mala xwe, mala xwe Şewq û çamirxanê xwe deda dinê, hevalno dilê min î le vê ye, birano dilê min î le vê ye... Oy birano, sibe da zû da, serî gundê Zîyaretê, zîyaretxanê ketim... Go minî mêzi kir, goçeke minî werge giran ê tê ye, goçeke minî werge giran ê tê ye, dilo.. Go ku kalekî minî nodûneh salî, pişt qiloz î ketîye le dû goçê î tê... Go ku deçûye ku ye (...) î tê ye... Oy de dilo, dilo tu nemawo dilo ar pê keto dilo, dilo.... Oy birano çê xwedana pîrekê, carekê dakevin pêşîya goçê Got ku ezê be dengekî bang kim, ev goça çê ye..ji kuva tê û kuva teri.. Ev goça çê ye, ev goça çê ye, ev goça çê ye... Be dengekî bang kir got kalo, xalo... Kalê go kûçikî kûçikan, min de gornî bavê teno, tu merhemet nakî je min ra debi ku kalo, xalo Ezî ketime le dûka çê, k’ezî tême le peya çê, ezî ketime le dûka çê, k’ezî tême le peya çê Kalê go kûçikî kûçikan, min de gornî bavê teno, tu merhemet nakî je min ra debi ku kalo, xalo Piştê minî qiloz e mîna mêrtegê, didanê minê weşîyan e je mêrat temîzlixiyê Dil dilo, dilo tu nemawo dilo... Kalê bang kir go kûçikî kûçikan, min de gornî bavê teno, tu nizani ku ev goça kê ye... Ev goça Xecê Şakir e, xezala le dî we, gula le gepirê, çîçeka le mehlane.. Tewra kavira qirara xwe da ye benda hîvê, tew dilo dilo... ***** Lo lo lawo : ___________ Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo, delalo lawo Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo Tu serxoşekî lo, ser le ba wo Here lawo, lawo lawo lawo, lawo Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo Tu çingê hatî mala me wo Here lawo, lawo lawo lawo, lawo Min je te ra çi degot ku tu soze min le te nato Were lawo, lawo lawo lawo, lawo Were lawo, lawo lawo lawo, lawo Tu çingê hatî malê me wo, lawo lawo Here lawo, lawo lawo lawo, lawo Te cewaba dostekî dîn çawa dedawo Te cewaba yarekî dîn çawa dedawo Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo Delalo lawo, lawo lawo lawo, lawo Gerîbo lawo, lawo lawo lawo, lawo Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo Gir e gir e gir e, delalo gir e Le hêlê vegirtin e konê reş î gir e Gir e gir e gir e, delalo gir e... Were k’em giştik xwe be yek kin Min haj çi ye ku ocaxê kalkê xizir e Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo Lê virda virda virda xezalê virda Destê xwe be destê min de, k’em herin hêlê çîyayê gir da. Virda virda xezalê virda, virda virda dealê virda Delalê virda virda, virda virda, xezalê virda Were k’em herin rûnin le sîya kêvir da Lê virda virda virda xezalê virda ( 1 ) : ______ Min go rê ye rê ye rê ye, xelko rê ye Min go rê ye rê ye rê ye, birano rê ye Huro dîsa xelkekî şîrîn giran giran pê da tê ye Min go rê ye rê ye rê ye, xelko rê ye Huro dîsa xelkekî şîrîn giran giran pê da tê ye Anî anî anî, keko anî heta ku mala le xwe na Bar kir de ser me ra çîya û banî De bin me ra mêrge û kanî, anî anî anî, xelkno anî Tema e ser me ra çîya û banî, de bin me ra mêrge kanî Heta ku mala xwe bar kir, mala rindê çû le ser danî Ez nizanim ku huro dîsa çûye kîjan yalî Tema mala min şewitand, konê min danî ( 2 ) : ______ Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû Le ber nalan, le yaylan sewa te devikê min je tinan za bû Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû Yanê qerara ku me dayî hev yanê eva bû Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû Le ber nalan, le yaylan sewa te devikê min je tinan za bû Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû Tu kanîka minê werg ber be ta bû Xelkekî minî şîrîn xwe berda kewsera, a fîstanî sur û kurdikî mawû Hawû hawû malxirabê hawû, tema min go devikê minî je tinan za bû Min dî ku tasikek avî sar anî bervê min rabû Aqilê min wergerîya bênê min rabû ***** Can canê : __________ Lo lo cano cano cano cano, k’emê dakevin deştano K’emê biçêrînin naxirê ga no, k’emê hilkevin serî yaylano K’emê rûnin le serî avka kanîya no, k’emê bikin kêf û zewqan, vegerîyano Lo cano cano cano can qurbano Lo lo cano cano cano cano, tu şîrînî şebabo, tu kinikî şeytano Tu bû berfa bilindano, tu bû çîçeka serî çîyano Tu bû sosina ber mêrgan û kanîyano Lo lo cano cano cano cano, can qurbano Lê lê canê, canê canê canê, qede le minê canê K’ezê be qurbanî herdû çavanê Te şerpe girêdaye, şerpe le yanê, Mistî Malê Çolêx hilgir qedanê Were canê canê, şîrînê canê, canê canê canê, can qurbanê Lê lê canê, canê canê canê, tema tu bû sereka rindanê Tu bû tembûra dest sazbedcîyanê, tu bû tutuna kêfçîyanê Tu bû neynika destê cahilanê, Lê canê canê canê, can qurbanê Were canê canê, şîrînê canê, canê canê canê, can qurbanê ****** Goçerê : __________ Hevalno huro dîsa min xeberê goçera xwe hilanî, le Qapiçamê bar ke Yaweş yaweş xwe be ber deverê ra, de paş Teran ra, de qarşîyê Topala da Ê be wêda xwe berde were le ber mala Nasirî Delik, le gundî Narlîyê, le bindîla Delhizê Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke... Rê dûrê tu kuva teri, tema hêlê Nasirî Delik le vir e lê lê... Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke... Lê lê bar ke bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke, porqutê bar ke, be fîstanê nalyonê bar ke Devî xwe be yalê yaylan ke, devî xwe de kanîyê sar ke... Tu Mistî Malê Çolêx je xwe ra be heval ke lê lê ... Min go le nav natîyê, le nav natîyê, fîstanî qut e le hêlê çokê Hevalno huro dîsa min xeberê goçera xwe hilanî, le gundê Narlîye bar kirîye Bar ke yaweş yaweş xwe berde, be bin Delhîzê ra, de qarşîyê Xidiran ra De Mezelî Xelîlan ra, le bindîla şekokê Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke... Rê dûrê tu kuva teri, tema Mistê Malê Çolêx î le vir e lê lê... A le tapê a le tapê, ê degerî dîsa le çîyan, çûye malê apê Ê degeri le ser çardaxê be xapxapê Min huro dîsa xeberê goçera xwe hilanî, yekî go bar deke, yaweş yaweş xwe be berde De Aşî Rûtê ra, de kanîyê Qeselê ra De here dinê, tema le bindîlê Milan, le qûna tapê Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke... Rê dûrê tu Mistî Malê Çolêx û Êlî Çolêx be xwe ra be heval ke lê lê ... Hevalno hûn huro dîsa werne murîvan, malxirabê tu rûmenî le ber gunîyan Min dîsa xeberê goçera xwe hilanî, ha le wê le tapê Yekî go bar deke, yaweş yaweş xwe berde, de Pirê Mistê ra De Qerexanî Gêdîgê ra, de wer dîne le Nala Gunîyan, le bindîla Qulîyan Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke... Rê dûrê tu kuva teri, tema Mistê Malê Çolêx î le vir e lê lê... Lê lê mere mere, goçerê mere, fodilê mere, por qutê mere Sînga te bû pendirê tere, ba Mistî Malê Çolêx te bibîni hingê here Were canê canê canê, qede le minê canê K’ez bibim qurbanê helqê çavanê canê... ****** Xezalê hêlî can : _____________ Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir Were were eynî nola te goti min kir Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir Were were eynî nola te goti min kir Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê qundir çêkir Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê qundir çêkir Bazara qundirê te kir, bazara qundirê te kir Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir nav çênekir Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir Were were eynî nola te goti min kir Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê fîstan çêkir Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê fîstan çêkir Bazara fîstanê te kir, bazara fîstanê te kir Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir yaxe çênekir Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir Were were eynî nola te goti min kir Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê fîlar çêkir Le Qersê dukan vekir, le çarşîyê fîlar çêkir Bazara fîlarê te kir, bazara fîlarê te kir Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir panî çênekir Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can Xwarzê Meçûlî: : _____________ Agahdarîya ku di destê me da ew e, ku ew xwarzê Aşiq Meçûlî ye. Xêncî vê agahdarîyê li ser wî, tu agahdarî di destê me da tune. ****** Lêylim Lêylim : _____________ Dego te le çavan le min şer e, aman aman Bisk le rûyê te bûne per e, heval heval Te le çavan le min şer e, aman aman Tê lê lê bisk le rûyê te bûne per e, aman aman Lê lê k’ez be dilî xwe’y xirabim, aman aman... Lê lê ez qurbanê tu le hemberê min mere Oy oy mirim Eşê mirim Here lê lê obe gezan aman aman Oy here lê lê sihêl gezan, heval heval Lê lê mal xirabê xasi meger le firêzan, lêylim lêylim, lêylim lêylim Hîva ronî weke çîra, aman aman Oy teşîyê hilgir were vira, aman aman Lêy lêy dilê te le min tune bû, oy oy aman aman Tê lê lê k’ez bêm xwangê du bê bira, lêylim lêylim, lêylim lêylim Here lê lê obe gezan, aman aman Here lê lê xayîn heval, aman aman Lê lê zalim te emrê minî xwarî, lêylim lêylim, lêylim lêylim ***** Here Lê Lê Obe Gezan : _____________ Ber derîyê oy oy we’y be dar e, ber derîyê lê lê we’y be dar e Tê lê lê ez qurbanê rind degerin oy oy ber êvar e İna bike tim sewê te, îna bike oy oy tim sewê te Lê lê zalim dilî minî je dunê î sar e Here lê lê, lê lê obe gezan, here lê lê sihêl gezan Xasi meger oy oy le firêzan Barê hatîye oy oy wexta şiv an, barê hatîyê lê lê wexta şiv an Tê lê lê ez qurbanê, şivanan pez berdaye oy oy ser dilavan Xar be xar be oy oy k’ez paçi kim, xar be xar be lê lê k’ez paçi kim Oy lêvê qeytan, oy oy helqê çavan Here lê lê, lê lê lê namayê oy, here lê lê, lê lê lê nemayê Behêl ketîyê lê lê, lê lê por weşyayê Dego dilî minî oy oy mîm e mîm e, dilî minî lê lê mîm e mîm e, oy Tê lê lê ez qurbanê, cîlwan meke oy oy taciz bûme oy Gotin rinda te dayîn e, gotin nazlîya lê lê te dayîn e oy Tê lê lê ez qurbanê, k’ezî rûniştim degîrime Here lê lê, lê lê obe gezan, here lê lê lê lê rinda minê Behêl ketîyê lê lê, lê lê por weşyayê ***** Wax Le Min Zalim : _____________ Oy dego be rê bibim, be rîyan kevim Be tûman bim de çîyan kevim Be rê bibim be rîyan kevim Tê lê lê ez qurbanê be tûman bim be çîyan kevim Lê lê ba zarûyekî çeli nîv bim, oy de nav sing û bera kevim Wax le min zalim le minê Ax le minê, ax le minê Lê lê zalim heywax debêm heyfa minê Way le min zalim le minê Oy dego here avê werme rîya te Tê lê lê ez qurbanê, tu daweste k’ez rûnîme le sîya te Here avê werme rîya te Oy ez qurbanê tu raweste k’ez rûnîme tim le sîya te Hên xwazikî hesiretê Lê lê ez qurbanê, be ser min bata çilpika xwîya te Wax le min zalim le minê Ax le minê ax le minê Oy heywax debêm heyfa minê Wax le min zalim le minê ****** Aman Aman : _____________ Dego le neqeban le gedîgan , aman aman Lê lê ez qurbanê, tu çex mebe mîna kewan, aman aman Ku çî keîtye arelixa min û te ye, heval heval Oy ba nemîni le seweban, aman aman Kal bûm kal bûm rindê kal bûm, aman aman Kal bûm kal bûm dîlber kal bûm, aman aman Oy je eşqê te reş û çal bûm, aman aman Oy ez qurbanê wer kem heta dî we baxan, aman aman K’em rûnin le sîya qewaxan, aman aman K’em singê xwe be ser singê hev din, aman aman Tê lê lê ez qurbanê mîna fîncanê ser tewaxan, aman aman ***** Daniş : ________ Lê lê Daniş xalîyê be der be mane ke, xalîyê be der be man e ke Tê lê lê ez qurbanê tu derî der le min veke Çî çi debê lê lê bira bibê, çî çi debê Daniş bira bibê Lê lê ez qurbanê min bigir be de xwe qûca xwe ke Oy nazli dilî min î dêre dêre, dilî min î lê lê dêre dêre Tê lê lê ez qurbanê kurmê dêr je dêr ne xêr e Nazli tu rîya min mêzike, lê lê nazli tu rîya min mêzike Lê lê Daniş weleh nîyeta minê le jêr e Dîyar Baba ye, Qoç Baba ye, Qoç Baba ye lê lê Dîyar Baba ye Por da hêlê lê lê xeber gîhaye Xelkî le îş û karê xwe ye oy oy, xelkî le îş û karê xwe ye Mirîye mirîye mirîye, Daniş mirîye oy oy Dilî minî lê lê be yolmê cê ye, dilî minî be yolmê cê ye Be çinînê lê lê paşî nêye oy Hember malan oy oy ber be çem e, hember malan tim tim ber be çem e Lê lê Daniş k’ezî bange lê lê te dekeme Çî çi debê lê lê bira bibê, çî çi debê bira bibê Lê lê Daniş tu a min bû, lê lê k’ezê te me Lê lê Daniş ku çê nehîşt k’em hevdû hilgirin, ku çê nelişt k’em hevdû hilgirin Ba nemîni tim tim le seweban Oy oy zalim, oy oy xayîn, oy oy kor bî, oy oy... Dego hîv hilatîye oy yapisiz e, low low hîv hilatîye yapisiz e Low low şewqê daye low, çîyayî îsiz e oy Min rindeke xwe wenda kir, min Danişek xwe wenda kir Low low ez qurbano, nizanim ku kuder be guman e oy Dego temûr tu çima naxwînî, oy temûr tu çima naxwîn Lê lê arî cîgerê min qe danînî oy Dilê te le min tune bû, oy dilê te le min tune bû Bê ez qurbanê çima serî rûyê xwe werg degirî Aman amam aman, kor bîyê aman Barê hatîye wexta xwe bîye, oy bejna zirav kuda teriye Lê lê zalim her ku tu de ber min ra hatî, her ku tu de ber min ra hatî Lê lê zalim avê de gewrîya min da narîye oy Here lê lê obe gezan, here lê lê sihêl gezan Xasi meger le firêzan, oy here lê lê yadêl gezan Barê hatîye wexta şiv an, barê wexta şiv an Ez qurbanê şivanan pez berdaye ser dilavan Xar be xar be k’ez paçi kim, xar be xar be k’ez paçi kim Lê lê zalim lêvê qeytan helqê çavan, lêvê qeytan helqê çavan Here lê lê zalim yarê, here lê lê xayîn yarê Lê lê te ezî kirim întizarê, ezî kirim întizarê oy ****** KİLAMÊN HÊLA MELETÎ : _____________ Gerîp Dost: : _____________ Gerîp Dost Meletîyî ye, ji eşîra Balîyan e, gundê wî girêdayî navçeya Kurecîkê ye. Ewî çend kasetên xwe yên ku di studyoyê da hatin qeyd kirin jî hene. Ew di wan kasetan da bi Tirkî jî distêre. Lorî lorî : _____________ Li ber derî li ber derî Dak rûniştî bû bulxur deherî Li ber derî li ber derî Dak rûniştî bû bulxur deherî Je lorîkê xeber tune Nizanim çi hate serî Lorî lorî berxêm lorî Xevê xweş be çavê morî Lorî lorî berxêm lorî Bav çû le kerî rawestî Be şev û ro nadewestî Bav çû le kerî rawestî Be şev û ro nadewestî Xeber hat ku lorîk mirye Je pêda ket danewestî Lorî lorî berxêm lorî Xevê xweş be çavê morî Lorî lorî berxêm lorî Lorî je dergûşê xuşî Hîn benika radekişî Lorî je dergûşê xuşî Hîn benika radekişî Ciranino loman mekin Je birçîyan şîrê xwe kişî Lorî lorî berxêm lorî Xevê xweş be çavê morî Lorî lorî berxêm lorî Lorî lorî berxêm lorî Xevê xweş be çavê morî Lorî lorî berxêm lorî Lorî lorî berxêm lorî Xevê xweş be çavê morî Lorî lorî berxêm lorî ****** Kanî kanî : ____________ Kanî kanî av sar kanî Kanî kanî av sar kanî Malan bar kir li çîyan danî Feleg mala te bişewti Min mirazê xwe hilnanî Feleg mala te bişewti Feleg mala te xirav be Min mirazê xwe hilnanî Ez gerîb im ez vêkes im Malan bar kir çûn yaylan da Malan bar kir çûn yaylan da Genim zer bû je seryan da Jirkî xezala min çûye Bûme sêwî ber deryan da Jirkî çavreşa min çûye Bûme sêwî ber deryan da Derd giran im, derd giran im Dewran dewran bûkê dewran Dewran dewran bûkê dewran Hîv helatîye je nav ewran Ne ez hezkirim, ne kuştim Te tim ez dame ber keviran Ne ez hezkirim, ne kuştim Ne ez hezkirim, ne kuştim Te tim ez dame ber keviran Ez gerîb im, ez vêkes im ***** Husne Canê : _____________ Tu fîstanan le xwe meke Be ser xwe da mêzî meke Tu fîstanan le xwe meke Be ser xwe da mêzî meke Omirî min dewpênc salî De dû xwe da teva meke Aman aman derd ortaxi Were lê lê Husne canê Husne bûka Kistikanê Dane Kistikan be şeş manê Were lê lê derd giranê Were lê lê Husne canê Husne bûka Kistikanê Dane Kistikan be şeş manê Were lê lê hal bîlmezê Çir kiryê oy, çir kiryê oy Fîstanekî sur kiryê oy Çir kiryê oy, çir kiryê oy Fîstanekî sur kiryê oy Fîstanî te serî te bixwû Lawkê xelkê din kiriyê oy Were lê lê derd giranê Husne Husne, Husne canê Husne bûka Kistikanê Dane Kistikan be şeş manê Were lê lê derd giranê Husne Husne, Husne canê Husne bûka Kistikanê Dane Kistikan be şeş manê Were lê lê derd giranê Kerîyek pezî min le kertê Bêrîciyê xwe le hember tê Kerîyek pezî min le kertê Bêrîciyê xwe le hember tê Ku dilî merîyan le hevdû bû se Le rê û yolaxan bervî hev tên Aman aman derd ortaxi Were lê lê Husne canê Husne bûka Kistikanê Dane Kistikan be şeş manê Were lê lê ez qurbanê Husne Husne, Husne canê Husne bûka Kistikanê Dane Kistikan be şeş manê Were lê lê derd giranê Kasım Durmuş: : _____________ Ew ji Kurecîgê(Kürecik), ji gundê Harûnan (Harunuşağı) e. ****** Ba le te nemîni : _____________ Qedir întizarke, lê ne yazyeke Qê je hev hezkirin lê ne dizyeke Ba le te nemîni Revandinê te derevînim Êloxluyeke , ekê êlqiziyeke Revandinê te derevînim Êloxluyeke, ekê êlqiziyeke Talya me qirix çû, lê je Xwedê da Şa bibe vê talyê belakê têda Were k’em qawişmîşî hev bin Ev çi halî ku em têda Were k’em qawişmîşî hev bin Ev çi halî ku em têda Lê min bage te kir be dengekî Zalim te sevdê dil kire cengekî Ba le te nemîni Teselîya te je Qêsim neket Welleh te her ro kire rengekî Teselîya te je Qêsim neket Te her ro kire rengekî De tu mere, tu be wêda Zalim ezî nexweş im lê de erdê da Ba le te nemîni Tu carkê were min zîyaret ke Halî ku nazlî te tê da De tu were min zîyaret ke Halî ku nazlî te tê da Min kanîkê nav şîlanê Tiji bû ava baranê Ba le te nemîni Cîrano we le çê dîye oy, le çê bîstiye Ê le batêxi zêrî nîşanê We le çê dîye lê, le çê bîstiye Ê le batêxi zêrî nîşanê Wer wetanê te lê viraye Qurban gula rastîyê ta ta ye Ba le te nemîni De tu were lê rev min rûnî Je canê te ra pir mefaye De tu were lê rev min rûnî Je canê te ra pir mefaye Oy lê lê dilê minî yane yane Î le mela jari, le duduyan e Ba le te nemîni Je ekê ra dîsa qe dil tuni Î le Fatikê yî yane yane Je ekê ra dîsa qe dil tuni Î le Fatikê yî yane yane Bê, hatim çûm ber derê we da Te bejna zirav ray min neda Ba le te nemîni Dê tu xar be, lê be ser min da Ev çi halî ku em têda Dê tu xar be lê, be ser min da Ev çi halî ku em têda ***** Oy le min oy oy : _____________ Lê lê min go, dîsa dilî min Qawirmê Gir e Zalimê malan je îçi barkira Welleh nifira ku le te bikem Şanê tu nexweş bî, ez doxtur oy Oy le min, heywax heyfa gêncîya min Oy le min oy oy.... Zalimê, min go îsal virda were ezî tême Lê lê yan ez werim, yan ez nême Hevalê tu de qusurê min memîne Welleh ez xizmetcîyekî dest xelkê me Oy le min, dilî rezîlo le min Oy le min oy oy.... Aman, min go îsal virda were k’ez te bibînim Zalimê k’ez qûcê xwe de te werînim Lê lê ez teva bûm tu nemam Welleh ezî hesretê te dekişînim Oy le min, heywax heyfa gêncîya min Oy le min oy oy.... Heywax bûkê le rindîya te Te dî ku te çi kir Te sevdê dilî min pir kir Lê lê te degot ku min rindîyek kir Te biruna min melem nekir, oy oy... Heywax bûkê le rindîya te Oy dilê min keta bejna te Ez şewitîyam yar sewa te, oy oy... Qurban şanê tu be sevday min kevî Şevê Xwedê ranekevî Welleh mêrkî ku bilind defiri Ê paşê alçax dekevî Heywax bûkê le rindîya te Oy dilê min keta bejna te Ez şewitîyam yar sewa te, oy oy... Zalim ro helatîye je sibeda Heval baxçê we gulek de nav da Welleh me be gêncî tu tam nedî Dê tu were k’em bimirin be serhev da Heywax bûkê le rindîya te Oy dilê min keta bejna te Ez şewitîyam yar sewa te, oy oy... Lê te Qasimê xwe pir rezîl kir Te be eşqê xwe êsîr kir Welleh tu çiqas eke nanûxwêsiz bî ye Te ew rona zû je bîr kir Heywax bûkê le rindîya te Oy dilê min keta bejna te Ez şewitîyam yar sewa te, oy oy... ****** Yarî yarî bûkê yarî : _____________ Le hêla me êtibar e Le dilî me tuni çare Welleh ku însanî rind le ku heye Tim talîyê qirix e, ustî xwe’y xar e Dê yarî yarî, yarî yarî Yarî yarî bûkê yarî Berfeke sar le me barî Welleh ezî din bûn de dest vê da Ez bûme destan de dev xelkê da Lê lê min mirazê xwe helnanî Min tu ro nedî je berê da Dê yarî yarî, yarî yarî Yarî yarî bûkê yarî Berfeke sar le me barî Lê lê talîya min qirix yêrmîş bû Cîgera min tîş be tîş bû Dê tu were k’em le rêy hev bimirin Omrê min û te çûrmîş bû Dê yarî yarî, yarî yarî Yarî yarî bûkê yarî Berfeke sar le me barî Were Qasim î le te be sûye Î nizani ku tuyê le kuye Ezî dewêm ne ku rind le Dinê teva bûn Qurban meraxa dilî min tu ye Dê yarî yarî, yarî yarî Yarî yarî bûkê yarî Va çi berfê ku le me barî ****** Bela serê min : _____________ Çirkim je destê te bûkê da Te serê xwe’y de belakê da Qurban çirkim je destê te bûkê da Te serî xwe’y de belakê da Te Qimeta xwe nizanî Tu rezîl bûy de destê xelkê da Te Qimeta xwe nizanî Tu rezîl bûy de destê xelkê da Zalim cûnê te çir bî ye Sevdê dilî te rabû ye Heval çûnê te çir bî ye Sevdê dilî te rabû ye Welleh Qasim ney baqil e Î be eşqê te dimirye Gerîb Qasim ney baqil e Î be eşqê te dimirye Ev çi qewaxê le devî kertê Bay lêtêxi tal deqetê Ev çi qewaxê le devî kertê Bay lêtêxi tal deqetê Em be te va le vê hêlê neketne kar Tu destî xwe de destî min ke K’em herin je vê êlê, je vê memleketê ****** Yarî yarî bûkê yarî - 2 : ______________________ Çavê te ne çavê te ne, je dûr je dûr reş dekene Çavê te ne çavê te ne, je dûr je dûr reş dekene Çavê te serî te bixwû, omir le meryan debene Çavê te serî te bixwû, omir le meryan debene Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî Va çi berfê ku le me barî De ber derî we ra terim, giran bayn ke ez ney ker im De ber derî we ra terim, giran bayn ke ez ney ker im Tu sozeke sax be min da, k’ez be eşqî te bigerim Tu sozeke sax be min da, k’ez be eşqî te bigerim Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî Va çi berfê ku le me barî Le Meletî mişmiş debin, dendikê xwe wer xweş debin Le Albistan mişmiş debin, dendikê xwe wer xweş debin Ku yar je yarî xwe be dûr ket, merax dekin nexweş debi Ku yar je yarî xwe be dûr ket, merax dekin nexweş debi Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî Va çi berfê ku le me barî Deştê Xanê Deştê Xanê, av reşandin be fîncanê Deştê Xanê Deştê Xanê, av reşandin be leganê Çê qurbane xwe û te ke, qeymaqamî Albistanê Çê qurbane xwe û te ke, qeymaqamî Albistanê Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî Va çi berfê ku le me barî ***** Bûkê : ________ Baran barî tene tene Ev zîyaretçîyê min û te ne Le rev kesî le xwe me ne Çê hajçiye k’ez yarê te me Min le vira derê der dî Mêwik filtîya te singa gewr dî Ser singê xwe gewr bigire Te çendê kuştin be vî derdî Dilî min î deçelqîni Î de keviran defirîni Lê te omrê minî teva kirîye Şan tu mirazî xwe helnîni Here bûkê ba ê te bi Ba Arî Mezin yayla te bi Ba Qawirmê Gir qişla te bi Aman bûkê ba ê te bi ***** Te ar kirîye kezeba min : ________________________ Ez şivanekî pezî xesî Deçêrînim le qarşiyê malê we, le wî sersî Heta ku serî min î le ser min e Ez singê te gewrik nadime kesî De le minê heval le minê Te ar kirîye kezeba minê Aman çîyayî çîyayî, heval çîyayî Baranê debari berf helyayî Ez qurbana dayîka te bim Ku seba min navê te Fatik lênayî De le minê heval le minê Te ar kirîye kezeba minê Welleh nazli navî te Fatik e oy Zalim qaş û burîyê te çatm e oy Îsal nini salê tê wo Fatik bûka malê me oy De le minê heval le minê Te ar kirîye kezeba minê Ez be çîyan ketim çîyan ispî kir Welleh çavê min tiji cirî kir Tu je Fatik an a bejn ziravî Te çû wetanê xwe je bîr kir De le minê heval le minê Te kul kirîye kezeba minê Lê lê Fatê tu je min ra besî Çavan helmîn dîmîn bermeda kesî Heta ku serî minî le ser min e Ez singê te gewrik nadime kesî De le minê heval le minê Te ar kirîye kezeba minê ***** Dê wer dê wer lê lê, derd giranê : _______________________________ Lê lê min go dewran dewran, lê lê bûkê dewran Dê dewran dewran lê lê bûkê dewran Qurban hîv helatîye le nav ewran Ez çûme mala bavê rindê, ez çûme mala bavê rindê Welleh tu soze sax lê lê be min neda Dê wer dê wer lê lê derd giranê, dê wer dê wer lê lê derd giranê Pêrîşanê lê lê hal yamanê Çi dawestîye le serî sivîngê, çi dawestîye le serî sivîngê Heval ba’y lêtêxi lê lê le belûngê Dexwazime nadine min e, daxwazime lê lê nadine min e Derevînim lê lê te emlîgê Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê Pêrîşanê lê lê hal yamanê Kelekê malê bavî te nal e, kelekê malê bavî te nal e Ezî deyndekem lê lê miçûlî tal e Hûro çendin min nedîye, hûro çendin min nedîye Avê le min lê lê bûye zehîr e Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê Pêrîşanê lê lê hal yamanê Lê çi dawestîye le nav yoncê, qurban çi dawestîye le nav yoncê Ez be îşlîng im le qulincê Ba sê meyê vê havînê werin, ba sê meyê ê vê havînê werin K’ez sapan topkim lê lê le ser singê Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê Pêrîşanê lê lê hal yamanê Ez terim tu bîrê min meke, heval terim tu bîrê min meke Wîne wî fotorafî min dest xwe hilde Le derê ku ez be bîrê te ketim, le derê ku ez be bîrê te ketim Tu be dayaxeke ber dilî xwe ke Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê Pêrîşanê lê lê hal yamanê *********** Kilamên eşîra Dirêjan: : _______________________ Li ser dengbêjê ku di kasetê da distêre, tu agahdarî di destê me da tune ne. Tenê di kilama bi navê „Qubana Rengê Çavê Te“ da usa tê gotin: Talîl dibê te li min çi kir Dost-dijmin li min pir kir Ji ev rêzan tê fêm kirin, ku navê kesê ku kilamn dibêje Talîl e. Lê dibe ku ew kilam, kilama yekî bi navê Talîl e jî. Li ser kasetê jî „ Dırejan Aşireti Türküleri- Malatya“(Kilamên Eşîra Dirêjan-Meletî) hatibû nivîsîn. ***** Eskero : _________ Min go siweda zûda eskerê ketine nav gundê meye, mala mixtêr lê pirs dikine Min go ne keçik im û ne bûk im vana qala lê çi dikine Bûka mêrkê xwe eskerî kiri go, qê sewqiyata Potirgê ye ê ku hatîye, ê ku eskeran topdikine Dê here here here, lo xêr vegere oy, dê here here here lo xweş vegere oy ..... Min go k’eza kincê eskerê xwe bişom nav kûlî berfê kim K’eza tûrikî eskerê xwe bidûrim nav du qulpan têkim K’eza eskerê xwe bem şiva Meletyê bi xwe teslîm kim oy.... K’eza herim baqanlixa nav Enqerê, lo Meletîyê K’ezê bêm yan hunê eskerê min berat kin, yan hunê min pêra esker kin Dê here here here, lo xêr vegere oy, dê here here here, lo xweş vegere oy.... Min go k’ezê de destê eskerê xwe bigrim bem Ferîtê, lo ber gemîyê K’ezê eskerê xwe hilînim bem Meletya şewitî, lo ber camîyê Min go lolo esker te ji min ra naha sond bixwe bi Quranê, lo hemelîyê Heta ku tu eskerya xwe dike tê destê xwe bikşîne, lo heramîyê Dê here here here, lo xêr vegere oy , qê sê sal û şeş mehkê lo guhdara te me oy..... Min go newû newû newû, lo eskero newû Nizanim talya te bû, lo qedera min bû, lo qedera min bû..... Heta siweda destê min ser fîncanê qehwê oy qe tal nebû Min go newû newû newû, lo eskero newû oy... Min go min nênirî ku mangake min eskeran lo hat û rabirî Ku eskerê min î li sira paşî, nav hindê qirî Min go lolo esker tu were îlîşîkîya min, qîza xelkê lo vir bibirî Min nênirî eskerê min rûnişt, de berda girî lo berda girî oy.... Dê here here here, lo xweş vegere, qê sê sal û şeş mehkê qê guhdara te me oy.... ****** Bûke Rindê : ____________ Bê bi dîyaran keve bûke rindê bulind bang ke oy... Perçemê şe ke bûke rindê ser çavan ke oy... Sewê xatirê herdu dilan, bê royê carê bang Xwedê ke oy.... Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy.... Heta welatan bûke rindê ez surgun şandim oy.... Bê bejnê lêye bûke rindê tera şîlanê oy.... Ku av hêşin dike çema jorî geda çîmanê oy.... Bê k’ez qurbanê welatê xelkê oy.... Ku herkeskî bûke rindê bi dil danê oy.... Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy.... Heta welatan bûke rindê surgun şandim oy.... Bê di ser me ra bûke rindê hat ewrekî reş û tarî oy.... Bê ne vediki, herê dilo ne diwarî oy .... Qê hezar bûkî-keçkê xelkê hewe oy..... Qê tu di dilê min ra mayî oy..... Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy ... Heta welatan bûke rindê surgun şandim oy ... Bê kanyê gundî bûke rindê welê zawe oy .... Bê destan bişo bûke rindê de rûyan binowe Qê di paş te ra minî sond xwarîye oy.... Meletyê şewitî bûke rindê li min towe oy.... Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy.... Heta welatan bûke rindê surgun şandim oy.... ***** Qurbana Rengî Çavê Te : _____________ Çemê jorî çîyana tiştin Baran barî xwe danîn şuştin Bira bişewite mala dijmin İnşala me de dev da hîştin Qurbana rengî çavê te Dizanim dê û bavê te Ara me da gula sor e Dinalim bi wê navî te Bejnê rindê darî merxê Wê dilê min daye çerxê K‘li wê rindê waznagerim Metka min e Kinê Axê Qurbana rengî çavê te Dizanim dê û bavê te Ara me da gula sor e Dinalim bi wê navî te Talîl dibê te li min çi kir Dost-dijmin li min pir kir Ezî ji dilda yarali me Porî maran lê efsin kir Qurbana rengî çavê te Dizanim dê û bavê te Ara me da gula sor e Dinalim bi wê navî te Keri daket ber bêrîyê Ranabine jinebîyê K’li wê rindê waznagerim Ba li min xin ondortlîyê Qurbana rengî çavê te Dizanim dê û bavê te Ara me da gula sor e Dinalim bi wê navî te ***** Dê Lêy Dê Lêy : _____________ Bi çîyan ketim çîyan sipî kir, bi çîyan ketim çîyan sipî kir Çavê reş tiji girî kir, dê lêy dê lêy dê lêy..... Min rindeke xwey beli kir, min keweke xwey beli kir Ewê dane xergelekî dê lêy dê lêy, heqsiz dê lêy..... Avê biharê şet bi şet e, avê biharê şet bi şet e Şetî ortê be serwet e, dê lêy dê lêy dê lêy .... Min go rindê xwe lê meqelvîne, min go rindê xwe lê meqelvîne Avê biharê be quwet e,dê lêy dê lêy dê lêy .... Fîstanî rindê basme ye, fîstanî nazliyê basme ye Dûrun, dûruna Meletyê ye,dê lêy dê lêy dê lêy .... Paş malê we malê ewlîyan e, paç malê we malê ewlîyan e Va hîdê ku tê Hîda Hecîyan e, dê lêy dê lêy dê lêy .... Be mane kim herme rûyan e, be mane kim herme rûyan e Dê lêy dê lêy dê lêy dê lêy, heqsiz dê lêy.... ***** Lawkê Dirêjanî : _____________ Bê Dirêjanyo te kanîya le enya hîvê oy.... Min lê hilanî Dirêjanyo ava şîvê oy.... Lawkê Dirêjanî were huro li malê me mere oy... K’eza çiltê zar memikan ji te ra bikim zewê şîvê oy... K’eza cîkî lawkî Dirêjanî daynim oy.... Ku simêlê reş dakeve dayê ser balifê oy.... Bê dilî min ne Dirêjanyo dilî karê oy.... Ku av coşmîş dibe notla ava dîjle li dev bahrê oy.... Weleh ku pir here ku hindik here oy.... Çiltê zar memikan simêlê reş wîne parî oy.... Bê lawkê Dirêjanî huro dîsa hêrs ketîye oy.... Ku ew Xwedê daye, dayê nala Qirixanê oy.... Huro çend rona ku min nedîye oy.... Dilê min bû ye lambey qazê ku ar berdanê oy.... ***** Nazli : _________ Bê awcî kewan lê nazli digerinin Ku ê kozik be kozik, êfsin êfsin lê şiva tînin K‘ez merîyê de guna Sultan Silêman im Dê canî xwe veke le Keke ye oy pê dezanim Qê canî xwe veke le Keke ye lê here nazli pê dezanim Bê arî Benê here nazli ku î be va e Qê tu qudiran here nazli xwe dernavê Tu yê pê çi kî benî ecer Qê berê bejnê lê nazli tê zirav e Tu yê pê çi kî benî ecer Qê berê bejnê lê nazli tê zirav e Bê tu be sêv be lê nazli, k’ez be nar bim K’em serî rîya van yolcîyan lê nazli tim li dar bin Herçi yolcî bê çûne hatin Ku bên va lawik-keçika oy le hev helal bin Herçi yolcî bê çûne hatin Ku bên va lawik-keçika oy le hev helal bin ****** Lêw Lêw : __________ Lêw lêw lêw lêw ne î tî me lêw lêw lêw oy.... Herê nemayê ne î birçî me lêw lêw oy.... Dê lêw lêw lêw bar kin bar e, heta êvarê lêw lêw lêw oy.... K’ezî li ber qapyê malê gawir bavî te ê bê serpî me lê lê l ê oy.... Dê lêw lêw lêw tuyê hatîyê ber dayînê lê lêw lêw lêw oy.... K’ezî bi canekî rûtî alicî me lê lêw lêw lêw oy.... Bê lêw lêw lêw avê sarê tu ji ku têye lê lêw lêw lêw oy.... Digo k’ezê çîyê me jorî berfa bi kevir ditême lê lêw lêw lêw oy.... Dê lêw lêw lêw a fitil e lê lê, xwe da caman lê lêw lêw lêw oy.... Va qederê Xwedê yazmîş nekiri feyde tunîne bi gotinan, qê xewnê şevan lê lêw lêw lêw oy.... Bê lêw lêw lêw konê reşî di gêlî da lê lêw lêw lêw oy.... Bê çî werga min û te va pez dan dikir di derî da lê lêw lêw lêw oy.... Dê lêw lêw lêw ku digot ez a te me, ku tu a min e lê lêw lêw lêw oy.... Qê keçê ev çi zêr e, çi nîşan e di serî da lê lêw lêw lêw oy.... Bê lêw lêw lêw nav çi rind e, qê xemxiş e lê lêw lêw lêw oy.... Bi xelkê ê tal e lê bi min xweş e lê lê lê oy.... Dê lêw lêw lêw ezê bi qurbana xwe û te kim lê lêw lêw lêw oy.... Her çar malê me Kurêşan dî bavê şewtîyê lê lêw lêw lêw oy.... ****** Gulyê Yar : ___________ Bê were tavek baran girtîye serê Mecira Xwezîka ku Xwedê bidaya vî mirazî herdu dila Minê tûrikî xwe hilaya pars kiraya Minê pê qelingî gulyê mor bida oy.... Bê ro nedîme, ro nedîme oy.... Qê xelk dikene k’ezî girî me oy.... Qê kes nizane va lê çi ye K’ezî çiltê zar memikan gerdanê gewra biqtînime oy.... Bê were dê hîva min hilat hîvê me yê mayî oy.... Şewqê xwe tavitîye serî Meciran di wî çîyayî Bê data sîyê min li te ketîye oy.... Ku ezî zewicî, rindê tuyê dayî oy.... Bê k‘ez li kewan kewê qenat birî ez im oy.... Bê ne dixwînim, ne difirim, ne diwezim oy... Kî ji hêlê gulyê yar da yarali ye oy.... Bira werin min bibînin, heval ez im, heval ez im oy.... ******** Lawkê Goçer : _________________ Bê wêy li minê, wêy li minê lawkî goçero oy.... Qê rêka Qentermê jî lê rêke pan e oy.... Bê wêy li minê, wêy li minê , wêy li minê oy.... Qê têra tere va goçerê, lê dayê çurê oy.... Bê bira çavê etkê te çur bibe lawkê goçero, wêy li minê oy.... Ku towe girtin k’ez bi te va lê tevdi pan e oy.... Bê hespî lawkî goçer wêy li minê, wêy li minê oy .... Qê nav dekşînin yanî malê oy .... Bê tu tîmar ke bi qaşaxiyê k’eza gewre kim oy.... Bê loy loy goçer bi destmalê oy.... Bê va li serê min feqîrê, dayê çurê oy.... Qê kîmsesizê oy.... Qê k’eza li vir bipêm wêy li minê, wêy li minê oy.... Bê loy loy goçer heta salê oy ..... Bê minî sond xwarîye wêy li minê, wêy li minê oy.... Bê k’ez yaran nagirim oy ji goçeran oy.... Ku malê xwe bar dikin meryan dihilin wêy li minê oy.... Bê wekî goçeran jine yaran oy.... İ ku arelixê herdu dilan keve wêy li minê, wêy li minê oy.... Hûrkê xwe bimînin ber diwaran oy.... Bê ava Qentermê jî bişewite lawkî goçero oy, lo şîni şîni oy... Bê berda aş e lawkî goçero wêy li minê, wêy li minê oy.... Qê paş da dî ne oy.... Bê (...)hefsarê hespî lawkî goçer di tûrê da oy.... Bê dayê çurê, lê şîmi, şîni oy.... Bê hespê lawkî goçer wêy li minê, wêy li minê oy.... Qê dayê çurê, lê qirî din e oy.... Ku li Erepkîra şewtî pêra çarşî, li ber pirê oy.... Bê dayê çurê, qê nal dikine oy.... K‘ezê gulyê hespî lawkî goçer bi xwe bihûnim wêy li minê oy.... K’eza girêdim qê lê li rev zengil e oy.... ******* Zîko Zîko-Zeko Zeko : _____________________ Tîran daket ber gemîyê, tîran daket ber gemîyê Ê ku min bene eskerîyê, ê ku min bene eskerîyê Were k’em ji hev hilin ne le Zîko helalîyê Zîko Zîko selixanî, Zîko Zîko selixanî Çi rûniştîye li binya banî K‘ez li xelkê fedi nekim, k‘ez li elem fedi nekim Por bigirim herme rûyanê K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li Xelîl fedi nekim Por bigirim herme rûyanê Dilî min pendirê ter e, dilî min pendirê ter e Were hinî xwe bixwe, hinî xwe jî bibe here Zîko Zîko selexanî, Zîko Zîko selexanî Tu doxrîye çirî zehîr ber te here Tu êrgîye avê zememê di te wergere Zîko Zîko selixanî, Zîko Zîko selixanî Çi rûniştîye binya xanî K’ez li xelkê fedi nekin, k’ez li elem fedi nekim Por bigirim herme rûyanê Avê kanyan sar sar badin, avê kanyan sar sar badin Bi kortikê gili gîyadin, bi kortikê gili gîyadin Li çend rengî axê wînin, meri rindan axû dadin Li çend rengî axê wînin, li çend rengî axê wînin Meri rindan axû dadin Zeko Zeko selixanî, Zîko Zîko selixanî Çi rûniştîye binya xanî K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li meriv fedi nekim Por bigirim herme rûyanê Keçkê teze ê talî tên, keçkê teze ê talî tên Pêçîyê qangel e diwîtin, pêçîyê qangel e diwîtin Wî ê pirsê didin lawkê xelkê, şevê deryê xwe kilîtin Wî ê pirsê didin lawkê xelkê , şevê deryê xwe kilîtin Zeko Zeko selixanî, Zîko Zîko selixanî Çi rûniştîye binya xanî K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li xelkê fedi nekim Por bigirim herme rûyanê Qemikî Malê Milê: : _____________ Navê wî ê fermî Kamber Budaklı ye. Ji Erxe(Akçadağ), ji gundê Tarûceyê (Darıca) ye. Ew zêdeyî sî sal e li Almanya dijî, û karker e. Min ev kilam di roja 28.01.1995 an da, li mala wî guhdar kir û nivîsî. Niha ew şêst û sê salî ye. Ewî bi min ra got: Min berê pir kilam zanîn, lê min ew kilamên rid gişk je bîr kirin. Ji ber ku ez ji kilama “Arî Mezin” pir hez dikim min ew ji bîr nekir. Hin kes dibêjin çîroka vê kilamê jî heye. Lê kesên ku min jê pirsîn çîroka kilamê nizanin. ******* Arî Mezin : _____________ Arî Mezin Arî mezin, bê Arî Mezin Arî Mezin Arî Mezin Arî Mezin, bê lê deçêri karik bizin Wî wî wî wî wî le wê o, bê te dîşlîxa minê nê o. Min rindeke xwe wenda kir, min rindeke xwe wenda kir Êke be kemer e, pî be bazing, be kemer e pî be bazing Aman aman ser le yanê, bê Bekiran tev qurbanê. K’ez demirim rokê pêncan, ez demirim rokê pêncan Ba’y lê têxi le yapraxê sincan, ba’y lê têxi yapraxê sincan Oy oy oy oy oy le wê o, bê te xewka minê ne o. Herin bibên be rindê ra, herin bibên be rindê ra Bira je xanî şîn dilê gencan, je xanî şîn dilî gencan Aman aman ser le yanê, sevdalîyê be du navanê. Dî Bekiran dîyekî gir e, dî Bekiran dîyekî gir e Yarê be kurdikî sur e, yarê be kurdikî sur e Aman aman ser le yanê, bê Alxasan tev qurbanê. Alîşukran çîyay bilind e, Alîşukran çîyay bilind e Şerpê rake por be binde, şerpê rake por be binde Aman aman ser le yanê, bê Bekiran tev qurbanê. Yayla van Bekiran çat e, yayla van Bekiran çat e Ku min ispart tu çima nate, ku min ispart nazlî nate Aman aman ser le yanê , bê Harunan tev qurbanê. Destî xwe de destî min ke, destî xwe de destî min ke Qanun qanuna Demirqirat e, qanun qanuna Demirqirat e Aman aman ser le yanê, bê Qepezan tev qurbanê. Ez çirkem ku tu a rind î, ez çirkem tu a rind î Tu eke ser le yanî poz bilind î, ser le yanî poz bilind î Aman aman ser le yanê, bê Çerkezan tev qurbanê. Dê danîn danîn bûkê danîn, danîn danîn nazlî danîn Germa çolan ez helanîm, germa çolan ez helanîm Aman aman ser le yanê, qaydelîyê be du navanê. K’ez lawikekî Meletî pozbilind im, ez lawkekî poz bilind im Te ezî je dinê da danîm, te ez je dinê da danîm Aman bûkê ser le yanê, sevdalîyê be renganê. Jor da datê xwe de ba kir, jor da datê xwe de ba kir Te aqil je serî min rakir, te aqil le serî min rakir Aman aman ser le yanê, bermalîyê be du navanê. ******* FERHENGOK ji bo stranên jorîn:' : _______________________________ Qisix: Navê nawelekê ye, li Bazarcixê. Xestexane: Nexweşxane. Dukana Kalê: Navê zozanekê ye. Odunsal: Navê heremekê ye, ku rêwî li wir bêhna xwe distînin. Birin: Birîn. Sizi: Jan, êş. Osangim: Bêzar im. Din: Dîn. (ne ol e) Hendî: Êdî, ji vir ha. Bar: Bihar Dehêri: Dihêre Beynika: Niha. Qume: Hewî. Neliştim: Nehîştim. Eka: yeka/e Wîjdansiz: Bê wîjdan. Te ezî gezmez kirim: Ji rûbarê te, ez nikarim di nav mirovan da bigerim. Jûrda: Jorda Çir: Çawa. Sixinti: Bêhn tengî. Turi: Tirî. Salqim salqim: Gûşî, ûşî. Çayir: Gîya mêrg. Deyn kirin: Peyivîn, qise kirin. Di: Gund. Yan: Hêl, alî. Qewax: Spîndar. Îrin: Givirt, nêm, zûxav. Sozyalan: Derwbêj, derewîn. Burin: Birîn. Jûr: Jor Hedîya: Dîyarî. Newû: Nebû. Qedir: Bext. Nixweş: Nexweş. Pêlî tê: Pêda tê. Qeregun: Roja reş. Hes: Deng. Aregar: Em nizanin ev kîja bajar e. Qirxan: Bajarê Kırıkhan, ku girêdayî Antakyayê ye. Têran: Navê gundekî Bazarcixê ye. Înce: Zirav. Aşiqçay: Navê çemekê ye. Yaylecî: Zozanî. Çûr: Kor. Talek çalî: Şaxek sicê. Necaran: Navê gundekî ye. Qarşi: Hember. Helq: Navê çemekê ye. Çexdekim: Vedigerînim. Heq: Xweda. Li heremên Albistan, Bazarcix û Erexe ( Akçadağ ) yê, peyva „heq“ piranî bi maneya Xweda tê kar anîn. Neqaw: Neqeb. Nalan: Nawelan. Nal: Nawel. Îna bike: Bawer bike. Avirs: Cîyê bi tirs, şevereşî. Yaprax: Pel, pelg. Hên: hîn. Daha: Doh. Qereqûr: Derd, kul, bela, êş û elem. Sîrt: Pişt, mil. Yarim: Yara min. Bilin: Bihêlin. Huro: Îro. Şan: Înşala. Gava nifiran dikin bi kar tînin. Wekî: Şan tu sibê nebînî. Dak: Dê, dayik. Hewlû: Hewş, hewşo, pag. Mûj: Mewûj, mewij. Sing: Sîng. Bitûn: Hemû, hemî. Sewgîli: Delal, yar. Şorxweşê: Peyvxweşê. Yazi: Deşt, beyar. Bazi bazi: Car caran. Paç: Maç. Teve: Miqilk, tewe. Îlam: Misoger, teqez, divê. Yêrmîş be: Bimeşe. Suzulmîş be: Biherike. Dûman: Dû. Cûlo: Pelên hişk bûyî. Ga/ ca: Gîya. Vêdil: Bêdil. Siwedî: Sibêda. Birgang: Berbang. Bela: Bilav. Yoquş: Berkaş, hewraz, kaş. Surik: Sorik. Awcî: Nêçirvan. Orte boylu: Bejna ne dirêj, ne jî kin. Bejnek normal. Burun: Birîn. Yandim: Şewitîm. Almance: Almanî. Genclix: Ciwanî. Erx: Kend, co. Sevda: Evîn. Gi teva bû: Giştik xelas bû. Çali: Sinc Sihêl: Navê zozanekê ye. Natî: Nehatî. Soysiz: Bê nifş, bê malbet. Xoriz: Dîk. Hanka: Waha. Heyda: Dîyarî. Sulim: Pêling, derece, pêpelûk. Dujmin: Dijmin. Xiş kirin: Şikandin. Obe gezan: Geroka zoman. Cîve: Naz, kelte. Tacîz: Hetik, ecîz. Cût: Cot. Sumaq: Simaq. Yêtmişîkî: Heftê û du(72). Yoksulî: Feqîrî. Yaxe: Pêsîr. Etê: Dayê. Alçax: Nizm. Yazmîş kirin: Nivîsîn. Yalandinê: Dinêya derewîn. Îş û guc: Îş û kar. Nifûz cuzdan: Pênas. Turgut Ozal: Serokkomerê 8. ê Tirkîye ye. Saw: Nexweşî. Ning: Ling, pê, nig. Çê: Kê. Tezîn: Tevizîn. Tezya: tevizî. Bilmezî: Nezanî, cahilî. Dewçar: Çardeh. Dewpênc: Panzdeh. Tûman: Dû. Hend: Kêlek, tenşt, rex. Gelan û gîdan: Kesên tên û diçin. Telesî: Teselî, xemrevînî. Çaresiz: Bê çare. Cirîn: Girîn. Nanûxwêsizlix: Bê nanûxwêyetî. Dijne te: Xêncî te. Çinge: Çiqas. Terle: Zevî. Xozatli Xizir: Xizêrê Xozatî. Nam çend salan: Nizanim çend salan. Zêrê gazî: Li Tirkîye, curekî zêran e, ku li ser resmê „Mustafa Kemal Atatürk“ li ser heye. Dîyarbaqir: Di Kurdî da Diyarbekir e. Lê Îsmaîl îpek usa telafûz dike. Be durax kim: Bi cî û war kim. Qayitsiz: Bê qeyd. Songî: Dawî. Milan: Gundekî Bazarcixê ye. Sarilmîş bûn: Hevdû hemêz kirin. Solix: Bêhn, bîhn. Bulind: Bilind. Xortlemîş bûn: Mirî rabûn, şeytan qûnî bûn. İspî: Spî. Heqsiz: Neheq. Qelbsiz: Bêdil. Bûgan û Dêlhîz: Navê du gundê Bazarcixê ne. Guçik: Guh. Turîst: Ew kesên ku li Almanya penebar in. Dolik: Zarok. Îşsizan: Bê îş û karan. Biçalişi: Kar bike. Merq: Navê perê welatê Almanya (Deutsche Mark -DM). Çavaçix: Çav vekirî. Yanilmîş: Kesê şaş kirî. Aldanmîş: Xapandî. Duzilmîş bûn: Li cem hev rêz bûn. Çexbû: Vegerî. Îçme: Aveke bi şîfaye. Li nêzîkî Albistanê ye. Qirxgoz: Navê kanîyekê ye li heremê. Çeqel: Wawik, torî. Duyînsalonu: Salona lê dawetan dikin. Tirnax: Nênug. Aydinlix: Ronahî. Bîrîncî: Yekem. Qonişmîş bin: Bipeyivin. Tanişmîş bin: Hevdû nas kin. Qafesiz: Bê aqil. Yolme: Çinandin. Firêzcî: Firêzvan. Qere çalî: Sinca reş. Arelix: Navber. Bursa: Bajarekî Tirkîye ye. Qawûtsiz: Bê qeyd . Qeplan: Piling. Dortyol: Dörtyol. Navçeyeke wîleyeta Hatayê ye. Şedekine: Ger hûn dikarin. Başhemşîre: Serhemşîre. Qucaxan: Hemêzan. Bacaxan: Paq, pê. Fîdan: Şitîl. Dêdiqodi: Li pist dan. Zara: Navçeyek Sêwasê ye. Daxilmîş bûye: Belav bûye. Dalxe: Pêl. Nergele: Navê gundekî Albistanê ye. Ergen: Azep, ciwan. Sêrsiz: Reben, bextreş, kesê ku tu qîmetê nadinê. Dînsiz: Bê ol, bê dîn. Ersiz: Bêar, tole. Carkê: Carekê. Çêr: Kêr. Ker: Ev bi maneya qelişandinê ye. Ava sar dilê wî karî kerî kirîye, qelişandîye. Ambar: Gundekî Albistanê ye. Seqaldutan: Navê gundekî Bazarcixê ye. Recû: Hêvî, guman. Qirxinî: Xeyîdîn. Çetlemîş ke: Biderizîne. Qehirandin. Beng: Xal,şanik, ben. Çeng: Çen, erçen. Çalim: Galim, fîz. Zatan: Jixwe. Çêl û çûr: Keçel û kor. Çalanqele: Dibe ku navê keleyekê be li heremê. Ez bi xwe tu iştî li ser vî navê nizanim. Ûlî: Merivên pîroz û mezin. Kîrva: Kirîv. Qirix: Kesên ku bi dizî ji hev hezdikin. Yên ku evîna qedexe bi hev ra dijîn. Qol: Şax. Vêsta: Niha, êsta. Jar: Jor. Uzgînim: Xemgîn im. Gubeserdin: Guhbiserdin. Mart: Meha Adarê. Azmîş bûn: Har bûn, bitir bûn. Çiqend: Çiqas. Cîp: Pir, gellek. Kuva: Kuderê. Gorn: Tirb, mezel, gor. Bên: Aqil. Gedîg: Gêdûk, baxor, zixir. Jirkî: Ji wê rojê pê va. Ortax: Şîrik. Kistikan: Navê gundekî Albistanê ye. Ma: Meh. Bêrîcî: Bêrîvan. Rê û yolaxan: Rê û rêçan. Yazyeke: Bexteke, nivîseke Êloxlu: Lawikekî xelkê. Êlqizi: Keçikek xelkê. Qewişmîş bûn. Gêhîştin hev. Qawirmê Gir: Navê gundekî Erxeyê ye. Xizmetçî: Xulam. Cûn: Gon, gwîn. Gewr: Spî. Sersî: Tûm, gir. Yonce: Sewere, ket. Îşling: Kiras, pîrehen. Îlîşkî: Pêwendî, hevaltîya evîndaran. Ondortlu: Navê çekek mezîl dirêj e. Coşmîş bûn: Coşîn. Arî Mezin: Navê zozaneke, ku di navbera Kurecîg û Albistanê da ye. Dîşlix: Sebr. Alxasan: Navê eşîrek Albistanê ye. Alîşukran: Navê zîyaretek li wê heremê ye. Harûnan: Navê gundekî û eşîrekê ye. Demirqirat: Navê „Partîya Demokrat“ (DP)e, ku di sala 1946 an da, ji alîyê Adnan Menderes va hatibû damezirandin. Qepezan: Navê gundekî li wê heremê ye. Çerkezan: Navê gundekî Albistanê ye. Niha tu kes li vî gundî najîn |