PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kilamên Kurdên Anatolia


Zeriyê :
___________

Zeriyê gundê me yek e
Ew yeka gundda tek e
Ez hatim derî veke.
Zeriyê gundê me çar in
Herçar li mera yar in

Umre xortê me xwar in.
Zeriyê gundê me þeþ in
Her þeþ ji hev xweþ in
Girêdan þarê reþ in.
Her þeþ hevra dimeþ in
Di cî da
Ez bazdidim di cî da
Binî ningî min xu da
Hun li gewra digerin,
Gewrê wane di xêni da.

Du zeriyê têne jor da
Çi pençe di nav por da
Mal û male xorta ye
Dibin bervankê sor da

*******


Dolabê :
__________

Werin minê vê yekê
Kêlek dane kêlekê
Pesîra sor û spî
Sêva sorê Antalyê.

Kundur kundurê pîrê
Pîl avêtî dor bîr ê
Berevkin lawno bîn in
Kundurî xwaþe bi sîre

Keqîk qûne gunîya
Ber gerîm mîna xwînîya
Keqîk qûne kivzana
Bergerîm mîna xizana

Here dolapê dolapê
Dolapa darî derê
Lê ristî purta ka ê
Dolapa dari merxê
Lê ristî liva berxê

Dolapa qastî mastî
Min dolap xwera xastî
Hey baran berf û baran
Lê xistî zengîye sîyaran
Te ez kuþtim, ez helandim
Hay lê þewtîye va qaran

Ez jî wera vaz didim
Hûn keçîk´a naz didin
Ew çi keçîkê we pîrin
Tev xortê me baz didin.

Xwe hildin xwe hilnedin
Þorê xwe bi kalên medin
Xwe hinek notle medin
Ba li ser sîngê wan ramedin

Çi keçîk e kundur destta
Kundur destda biþkeþt a
Bavê bihata lêxist a
Minê ji xwe ra bixwest a

Senbol þîrîn þîy e
Têl hatî nizam çîy e
Ê dur çun nêzîk hat in
Ji xwe xaþe jina bîy e

Tenê narim qirþikan
Dest navêm wan memîkan
Di hîz da bune tirþu
Gune li stuyî keçîkân

*******


Meyremê :
___________

Baranê çilke çilke
Dîlberê meyremê
Keçê rabe dilêm bike
Çav reþê meyremê

Meyrem rabe sibeye
Lê dîlberê meyrem ê
Denge dîkê kabêy e
Çav reþê meyrem ê

Baran barî erd þilkir
Xupik barî gelt qul kir
Xelkê cotê xwe ajot
Haso runîþt xwe cilkir

Cotkar notle te naw in
Geltê belek þa naw un
Rîþî pêda ba naw un
Notle ardî cê naw un

Tenê narim qirþikân
Dest navêm çiçikan
Hawar lê lê lê
Gune li stû keçîkan

Tanê narim gunîy a
Dest navêm gulîy a
Havar lê lê lê
Gune li stuyî zerîy a

Tanê narim avê
Dest navêm navê
Havar lê lê lê
Gune li stû bavê

********


Koþkaro :
___________

Koþkaro ha koþkaro
Digere ar bi aro
Were mala xwe rune
Çuka gundê bêyaro

Bazdin ba sol bidirin
Koþkar li gundan pirin
Çavê xortan birijin
Keçikan ra nakirin

******


Erê Mîro :
___________

Serê mîrê mala bavê min qumaþ e
Elê Birê, bi Elê Ome va eynan kirne telaþe
Mîrê malê bavê minî ku hun diwenî
Bi Hecî Mûsê re dîn qardaþe

Erê Mîro, erê Mîro
Surfe giran e qawa tîro
Mîrê malê bavê minî ku hûn diwêne
Sed sal here mirnê xwe temel nare ji bîra

Mîrê malê bavê minî kinike
Rizê distîne bi kîlê
Qawe dikelîne dike rike
Mîrê malê bavê minî ku hûn diwêne
Þerbeta malê Mehmedê Xellê lê bû mitike

Erê Mîro, erê Mîro
Surfe giran e qawe tîro
Li ber kanî paþ de bîro
Mîrê malê bavê minî ku hûn diwêne
Him axayî him weziro

Mîrê mer din Mîrê mer din
E pîþtê tereblûse bi navê xwe din
Di serde riþîyo berdin
Mîrê malê bavê minî ku hûn diwêne
Na so dezindiyo di nav hîlodo herre
Eniþîtyo malê bavê min ji hevre heldin.
Gordoxli

******


Þivano :
__________

Lê lê de min go komê þivanê li neqew ê
An anê di dorre çerx diwime mîna kewê
De min go heta ku yalan dûne xweþ digerim
Ji te bîttir kesê di nav memikê xweyî gewrê
ser de nakime xewê
De here loy loy lo þivano canê ablê biçûk qurbano

De min go an anê pezê þivên pezê qar e
Dê qurbanê min dutîyê bi tasa zer e
Ê ne min go lo hevalno loma mekin
De min go ez çir bikim va qeder e
De here loy loy lo þivano canê ablê biçûk qurbano

De min go pezê þivên pezê zayî ye
Ne min go te rêþkir min av dayî ye
De min go lo hevalno loma mekin
De min go ez çir bikim vî þivanî
De here loy loy lo þivano canê ablê bîçûk qurbano

Ananê de min go koma þivên ji malan wê da
Ananê de min go berf û baranê kete vir lêda
Ê de etê malik þewitê
Na þivanê vî ser pê bû bele vêda
De here loy loy lo þivano canê ablê bîçûk qurbano

Lê lê de min go pezê þivên pezê qicix e
Þivanê hatê ber me da tarla qilçix e
Ê di naberê dilê min te da înþalla serê pêçî wan îlancix e
De here loy loy lo þivano canê ablê bîçûk qurbano

Ananê de min go serê min têþe diwêm can e
Dilem dieþe diwem tan e
Dixtûrê Konyê Hakîme Enqerê
Ê dixtûr hakim nafîle ye
Destê þivanê malê bavêm dermanê xwe ye
Ê de were loy loy lo þivano canê ablê biçûk qurbano

********


Birtê - Bertî :
_____________

Birtê birtê qurban Birtê
Xort malê kûmê min ra birtî
Ew çi sal bû min dilkî xwe girt
Kût orispêj dest min girtê

Lê lê de min go vê pîrikê ez xapandim
Tû qaw qacax nîþtin bi min xoþandin
Malê Kût orispê ar vêkeve
Zîn zenge min þidandin

Lê lê de min go jêlda hatê xwe lê bakir
Dûmanê cixalê li xwe belav kir
Xelke go çî torê berduþ e
Di qelbê xwe de sîûsê cara maþelle kir

Lê lê de min go baran barî erd miþmiþî
Canî tor bû ning teriþî
Xelke go çî turrî berduþ e
De min go merkî cahîl bû di xwe qeriþî

De min go baran barî erd þil kir
Hoste rabû yapi çêkir
Xelkê ji min ra qala dil kir
Min di vir de cîger kûl kir

De min go here bavo here bavo
Qelbe min lê bî xûna ava
De min go ez nedame lawkî bi dilo
Dane Bekê Osê yê dev kilavo

De min go xûde gundê me Mil Omer ê
Kevire ber camîye me mermer e
Qe tû sebaba dilê min te tûnebû
Sebaba dilê min te Kor Omer e

Lê lê min go hîvî ron e weke çira
Rahêla lawkê xwe ketim jê ra kilam sitra
Ez hatime dawîya gundê Ome þewitî
Wî go xongê min go bira

Lê lê de min go wextêk çîyakê ser min çîyakî pûþe
Terzeyo li ser rê xûþ e xûþ e
De min go ê yarê xwe nasneke
Ji Gundê Ome xarzî Mistefa Çavuþ e

Lê lê de min go li pê birê li pê birê
Gelan gîdan li min re dibire
Ê ku bi dilê xwe zewicinê
Mîna zerkê qilê kîrê li paþilê

Lê lê de min go ava bîro germo kelî
Lê peya bû hezret Elî
Wextek dile min kete vî kalî
De go here ma sevda min te bime dûnya wî alî

De min go berê malê me oy erd e
Cilekê dînim tû xwe bi ser de
Wextak merê kotî hatî kelemîj bû
Eza bem tu deng meke min ra berde

De min go meke meke lawko meke
Pezê xwe wûni li ser sîngê min mexel ke
Cotê memik zozikê min were teve hev ke

Herçar malê di kortê da
Ma lê hata bi ortê da
Kî naberê dilê min û te keto
Ma ningê wan bîþkeþto di hortê da

Hîveron e weke çira
Rahêla lawke xwe ketim jê re kilam sitra
Ez hatim dîyarî gundê me yê hesûd û mesûd ketim
Ez bi te re bûme xang û bira

Kûndirîyê Kûndirîyê
Kêlo xweyî dayî sedûsî ye
Ma xûde dil mirade min-te bikira
Min bigoto Arîf e birangê teyî ramedîye li hepisxana Engûrû ye
Berdêla min dil gawir bû
Li re heft cara sere xwe qare min ra li ber nenikê giredaye
We pîrikê ez xapandim
Tû qaw qacax nîþtin min xoþandin
Ê ku çavê xwe çave min açixtir
Kezeva lawik þidandin

*******


Fat Qulotê :
_____________

Hewîr mayê lê
Di teþtêda lê
Bûkê mayê lê lê
Paþ perdê da lê lê
Zawa mayê lê
Di xewnêda lê
Hespî mayê lê lê
Di terlêda lê lê
Hîlbad hîlba lê
Fat Qûlotê lê
Çîma tu natî kurbî kurbî
Bi eynatê lê lê
Çima tu natî lê lê lê
Bi eynatê lê lê
Malê hana lê
Malê menê lê
Ji wana hûwa lê lê
Mal tûnene lê lê
Ma kes xwe ser kesî ra nepesinê lê
Ji Fatom bîttir lê
Rind tinene lê lê

Hîlbad hîlba lê
Fat Qûlotê lê
Çîma natî lê lê
Bi eynatê lê lê
Baran barî lê
Li, herde ket lê
Sevda me ho lê lê
Bi dûne ket lê
Eþqa me oy lê lê
Bi dûne ket lê
Wextak Fatika min
Heynan birin lê
Silê Cutkî lê lê
Bi çolê ket lê
Hîlbad tuwe lê
Fat Qûlotê lê lê
Çîma natî lê lê lê
Bi eynatê lê lê

*******


Gundê me :
_____________

Gundê me devî newalê
Ez derketim hêþiya malê
Herkî çavî min li bejnê te ket
Min zor dayî ser cixalê

Rêye Polatliê, rêke duz e
Lê dibare berf û buz e
Ekî yarê xwe jî qîz e
Heta sibê pê dilîze

Erê bavo erê bavo
Qelingê min li te xwîn û avo
Te ez nedam xortî bejn ziravo
Te ez dayim kalî qumqumî dev kulava

Erê dayîk, te yê nezanê
Tu kor bibe her du çavanê
Tu kût bibê du junîyanê
Te ez nedam xortî bejn ziravo
Te ez dayim kerî bêr malênê

********


Li ser Kamîl :
_____________

Zîya Zîya Kamîl Zîya
Dîya te nemir ne pêqîya
Bûm dêlgura serî çîya
Dahiþt kerîye Çîmenliya
Hespî Kamîlî min rewan e
Tel û bûjî girêdane
Mal þewîtyê carê derê
Hespî wa ye, ka Xûdanê
Çîman

******


Xelo :
_________

Lawo lawo Xelo lawo
Dîwar bi ser de xalîya wo
Ela Musê ji bin revîya wo
Xelê min di binde ma wo

Neqaret(rewan)

Ewrekî reþ î tarî
Ne girmiþî ne jî barî
Xelî min tu derde xwe tunevun
Xelê min kuþtin ji necarî
Li bana xelo li bana
Kerî yê Þukirê neman hatin dana
Kerî yê Xel î min di fêzeda mana
Dakê xwe qurban xuna
Meyî li dev û dirana

********


Þivano :
__________

Serî min diêþe nizam janê
Dili min diêþe nizam ta nê
Bijeþk doktor nafîleye
Destî þivanî, xelkê bû dermanê
Serî diþom bi ave gille
Gul berdane dorê milê

Þivanîye meke tu ye ker be
Heþtiran mekþîne tu ye þevder be
Ser dili minda hespê kî xwe bikire
Kumandanê serleþker be
ji gundê Xelîkan nabim

Ez bûm berfa serî çîya
Ro bilind bû gîþt helîya
Rindê destî min bigirê

********


Klama Huseyenî :
_____________

Çavê belek dikîn henga
Xwe heqandî tima þengê
Piyê qulot, bazin tengê
Lêv helîsê, xwaþ e dengê

Keçik delal xastî çewî
Ser kanîye bêxut payî
Kulîlkê sor jîyan dayî
Çavê xestek li du mayî

Çav dikenin dilî zîz e
Ser govendê xwaþ dilîze
Baran barî çilk erdê ket
Dengê defê bi ser gund ket
Tûr/Sîna Þuþê-Yunak

******


Aman lo :
___________

Hîv helatîyê çî ya bilind e
Þewqa xwe da bejna rind e
Her ku çavê min li bejna te ket
Ezî dînik bu me li nava gund e

Aman Elo aman Elo
Bejna zirav dîragê kela
Porê pirî li te bu bela
Xwedê emrekî pir bi min te da
Min bikiþanda tela bi tela

(neqarat)

Ezo bi teva ezo bi teva
Nifira bikinî dê û bava
Destê xwe di destê min ke
Ma kûr biwin ji her du çava

Cindî cindî Elo cindî
Av li porê zer cemidî
Elo gidî Elo gidî
Av li porê zer cemidî
Gölyazý

********


Bendê dilê min qetiya :
_____________________

Çîyayên bilind bê dar nabin
Nawalên kûr, bê av nabin
Keçê destî min bigire
Tu dizane, bê te nabim

Ez derketim serî gira
Min bang dikir bav û bira
Rindê çavê te newînîn
Piþta min xistin, bi kevira

**********


Af :
_______

Þev e þev e Efo þev e
Ma bayî berbangê li te nekeve
Ar di mala hekîm keve
Go efê bi çuk e li te nakeve
Ezo bi teva ezo bi teva
Kanî ya gundê me mermer e
Ef çî ya rind e tere sere
Bejna Efê dara ter e
Wirda wêda werdigere
Gölyazý

********


Sîna Þuþê :
_____________


Li Haymanê Canimanê
Keçik revand Kurdîstanê
Dilî êvîn hîro þabû
Rikê neçê orte rabû

Gupê xwe sor, çavê xwaþ kil
Bijang bûn tîr, avet ser dil
Porî zêrî, sipîye can
Hevalê wen bihuþtê man

Bejnê dirêj, xotê fere
Can kalûgevr, bîn biharê
Rindê delal, tim êvîn xast
Tilîye zirav bedewîm dest

Pirtûk xwand, pelik vekir
Porî zêrî, tilya þehkir
Pirê cindî þox û þengê
Klam gotî xweþ e dengê

Bejnê çeleng pirr olfazê
Pil vemaþîn dotî pezê...
Tûr / Sîna Þuþê - Yunak