Helbestên curbe cur - 1 Nergiza Zînê : ______________ Þepal û Nêrgiza lê Zînê Qeþengî bi nazî þêrînê Hem gulî rihanî bi bîhnê Tu melhema ser birînê Dîlber were tu çi kubarî Memik ji sêvan û hinarî Nêzî min be were bi diyarî Tu weke birûsk û arî Ew dev û lêvên te yî qirmisî ne Rûkên te yî sor weke hingivî ne Nav bexçê me weke gula þîne Ber êvarê boyî min þîvîne Te hîv û roj li min kire tarî Li ser min teyrok û baran barî Çima nêzîk dibî bi dilsarî Dil û ceger þikand bi yek carî Gotin: D. Mîdî ********* Sebra dila : ___________ Sebra dila, dêm ji gula Derî veke xanima min Nekeve pey derd û kula Derî veke canima min Sebra dila, dêm ji gula Derî veke xanima min Nekeve pey derd û kula Derî veke canima min Ez kêfxweþim, ne serxweþim Derî veke xanima min Bûyî evîna te dilxweþim Derî veke canima min Doz û gazinan ji min neke Derî veke xanima min Derd û kulê min geleke Derî veke canima min Derd kulê min nayên jimar Derî veke xanima min Þev û ro mam bê cî bê war Derî veke canima min Gotin: Cegerxwîn ****** Xemilî Zozan : ___________ Xemilî zozan û min re keniyan Tavê ezmanan, þewqa xwe dayê Gulê gazîkir, min hate manya Ez dikim herim yar bi min re nayê Kanî xulxulîn, orta çiyan de Dunya bû zaynet û textê þahiyê Dikim ku herim tebyeta seyra Ez dikim herim yar bi min re nayê Yara min bedew, nola van gulan Kîjan rewþ daye, emrê dunyayê Gul gelek hene, çav reþa dila Ez dikim herim yar bi min re nayê Gotin: Kurdekî Ermenistanê ******* Te ez kalkirim : ________________ Te kalkirim bi ciwanî Lê ez xort, bûm tu baþ zanî Pelê dara min te weþand Buher çû, te payîz anî Hêviya min nema di jînê de Bê kes mame vê dinê de Gula dilê min çilmisî Qe þîn naba ji îro pêde Ka tu biner li halê min Te çi aniye li serê min Birînê zor daye ser min Mirin gelek nêzîk bû li min Birîn kûre cebar nabe Bi dermanan rehet nabe Heyfa min tê li wê heyfê Ku li mirinê çare nabe Gotin: Ebdulmesîh Efrînî ******* Bilbilo : ___________ Hey lê, lê wayê gidî bilbilo Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro Perîþano, de sêwîyo, mihaciro Tu bi hasrera hêlîna keviro Bilbilê reben guneye na lîlîne De xema þalûl e, ji xwe re xweþ dixwîne De derdê bilibil ne qefesa zêrîne Meqsedê wî wetenê xwe bibîne Hey lê le wayê gidî bilibilo ax û ax Tu çima mayî wisa bê dar û þax Tu rebenî guneyî, sêwîyî Stara te tune tu bê ciyî Gotin: Dîkran Melîkyan ******* Wexta zeryam niþan kirin : ___________ Wexta Zerya min niþan kirin Davê birîna min vekirin Birîn tije xwê dikirin Derman çare pê nedikirin Çi zinarek teqeteq e Min gul çinî te kir baqe Kê dîtiye kê bînaye Qîz ser kuran bûê aþiqe Çi kanîke wê qiçqiçî Cotê kawa lê xaricî Xwezla min li wî xortî bûye Ew bidilê xwe zewicî Gotin: Kurdekekî Ermenistanê ******* Þev çû : _________ Þev çû ma tu êdî hew têyî lo Ez ranazêm kengî bêyî te xew tê lo Xanî buye zîndan, tê de renazêm Tev seher qîr û nalîn tew tê lo Tenê hiþtim ay dil îþev çima çû Wî ez kuþtim ay dil îþev çima çû Rabe pey kev ay dil zû wê werîne Tez biriþtim ay dil îþev çima çû Ay dil ay ma kes nîne mîna wê (na welle) Ji boyî çi tim dilxwazê dîna wî Ax dema destâ wê li bin serê min Bi min xweþ tê gelek hilm û bîhna wî Te ji min dil bir carek min ji ter nedgo na Te rû kûl kir carek min ji ter nedgo na Çima îro tu ji min xeyidî ye Te bi min çi dikir carek min ji ter nedgo na Dilê min jî te dixwazê bibîne Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne Çima roja eþqa hevqa kin bûne Lê ev þîna dil jî her tim namîne Gotin: Cegerxwîn ******* Bêbextî : __________ Li min bihorîn gelek sal û dem Li min kom bûn gelek derd û xem Emir diçe bi êþ û alem Tenê hiþtim vê bêbextiyê Zeman û yar li min bûn yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Tenê hiþtim vê bêbextiyê Naçin ava ev roj bûne sal Sal dirêjin ez kirime kal Bi ciwanî da destê min gopal Piþtxûzkirim vê bêbextiyê Hêsîrê dahfa ber delavim Qelsim, êdî bê pesn û bê navim Por çû, çav çilmisî û rû xavim Ez hejandim vê bêbextiyê Gotin: Hekîm Sefkan ******* Lolo Pismamo : ___________ Lolo Pismamo çima deng nakî Serê xwe carek bilind ranakî Leþkerê dujmin li çiyayê jor in Weke xweþmêra j’hev bela nakî Lolo Pismamo zanim xweþmêr î Pismamê Ristem yan Êzdîn Þêr î Roja halanê, roja lêdanê Mêr û gernas î dotmam bi gorî Lolo Pismamo haya te j’te bî Çarika minê reþ li serê te bî Roja lêdanê mêr be l’meydanê Kuþtin tim hebî, reva te nebî Dotmama te me, min çav kildaye Derefþa Kawe, bo te hildaye Rojek lêdanê, rojek razanê îro lêdan e roja Kurda ye Dengê min zîz e hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî êriþ e lêxe pismamo lêxe Þerm û fehêt e îro tu razî Þalê Xerzanî rabe li xwe ke L’piþta xwe girêde rext û fiþek e Pisamê min î, dotmama te me Mi j’te re kil dane çavên belek e Helbest: Cegerxwîn Gelo ew kî ye Gelo ew kî ye, ji wê de têye Çi bejnek zirav, wek rihanê ye Gelo ew kî ye, ji çi eslî ye ) Çavî kil dane, keça Kurdan e )dîsgotin Navê wê Xan e, gula baxçan e Eslê bavê xwe, keça Kurdan e (Dîsgotin) Ew çiqas xweþ e, çavê wê reþ e Bejna narîn e, bi xwe þêrîn e (Dîsgotin) Xwezî min bidîya, têr jê hezbikra Wê ji dilê min, ecêb xweþ bikra (Dîsgotin) Min xew de dîye, dibêm horî ye Nav lê danîne,dibên Têlî ye (Dîsgotin) ******* Bisk bi têl : ___________ Bisk bi têl, bisk bi têl Her were b’ hêle-mêl Bisk bi têl, bisk bi têl Dîsa siba te bi xêr Sibe ye tavê daye Bisk û tûncik badaye Bisk bi têl, bisk bi têl Muhbeta nav dila ye Bisk bi têl keça rind e Çîçeka nava gund e Bisk bi têl, bisk bi têl Serê min jî bilind e Sibe ye ro germijî Ez û tu tevde bijîn Bisk bi têl, bisk bi têl Vê hesretê m’ dikûjî ******** Diçim diçim nema têm : ________________________ Diçim diçim nema têm Ez heyirîm çi bibêm Êdî tiþkî nema kêm Ez aþiqê çavê te Memnûn im ji bavê te Lê awirên diya te Diçim li vir namînim Bes e derda hilînim Pel ji te ra biþînim Tu carek wer mala min Tu þa bike dilê min Ewê çi be halê min Ax û of bê feyde ye Dem dema min û te ye Erê xelkê çi ji me ye ******** Leyla : ________ Tu bedew î, tu nazik î Leyla Leyla Keça Kurda çiqas rind î Leyla Leyla Leyla Leyla Leyla... Leyla Leyla bihar e Dilê min zare-zar e Leyla Leyla êvar e Hêvya te me de were Leyla Leyla bihar e Dilê min zare-zar e Tu kulîlka çiyayê Kurda Leyla Leyla Tu dermanê dilê xorta Leyla Leyla Leyla Leyla Leyla... Leyla Leyla bihar e Dilê min zare-zar e Leyla Leyla êvar e Hêvya te me de were Leyla Leyla bihar e Dilê min zare-zar e ******* Newroz e Newroz e : ___________ Newroz e Newroz e Sibe ye Newroz e Maçek bide min yar Cejna te pîroz e Newroz e bihar e Bel bûne gul û dar e Bîna gul û lale Destê min bi dest yar e Newroz û mizgîn e Bihara rengîn e Kesk û zer û þîn e Xalîça rengîn e Helbest: Cegerxwîn |