Helbestên curbe cur - 6 Eba Reþo : ____________ Eba reþo ho ho ho lo eba sûrme kuro boz Dibînê lawkê mi da kirme kirme lo lo kuro Jina çi têkeve destê kotîyê mêra ne tê kuþtin li dara Dunyayê ne tê berdan Çiqa zûlme eman eman eman gidî Hêdî bajo, siwaro ez bi tere Eba reþo ho ho ho lo eba kezî Kuro eba li nava ca dihejî lo lo Kuro ew agirê di dilê mi da diþewite Hêvîya min heye ji Xwedê çîkekî jê bifire dilê te jî eman eman eman gidî hêdî bajû siwaro ez bi tera Eba reþo ho ho ho lo eba tazî kuro Tu pê bi pê di ser serê min û bavê mira Hati lo lo kuro lawo te ne ez kuþtim, ne ez revandim li serê rê û dirba kirim fena kewek petî eman eman eman gidî Hêdî bajû siwaro we te ra Gotin : Dengbêj Reþo Herêm : Serhed ****** Mîrê Min : ____________ Mîrê min, mîrê min mîrê min... Heyla dayê çavê xwe digerînim nagerênim kanê Þêxê min Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola þewitî diketim ji dilê min û tera bi mije lê bi dûmane, Lê belkî agirê kulê têkeve mala Misto Kemale Çawa rakirin fermana serî Kurda Birîna serê Þêxan û melane hela binêr meclîsa Enqerê de dayê lê lê hev civyane Ji bo xeniqandina Þêx Seîd efendî bavê Þêx Elî Riza temamê mebusa wê qirar dane Hela rabe binêr li tivingê destê teresê cendirmane, lawo mêzebike li sîtemê milê wê polîsane Ez çûme Diyarbekira rengîn min bala xwe dayê temamê sofî, mirîda lo lo hev civyane Xorta piþta xwe dane dîwara, dibarînin hêsirê belek çavane Mi gotî keko ez nizanim çi bû, çi qewimî, çi cirîya? Ji mi ra digotin mala te xirabe tu nizanê dunzde heb milletwekîlîyê Tirkan, li Bitlîsê lo lo hev civyane Rakirine fermana serî Kurda dayê birîna serê Þêxane. Þêx Seîd efendî anîne Diyarbekirê li ber bendane, Bend avêtin qirika Þêx Seîd efendî ewê gavê teze min zanîbû xwelî li nava çavê me hemyane... Mîrê min, mîrê min, mîrê min, mîrê min... Le dayê wezê çave xwe digerînim nagerînim nizanim kanê Þêxê min? Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola þewitî diketim lo lo ha bi ceye Agirê kulê têkeve mala Misto Kemal çawa rakirê fermana serê Þêx û Mellê me ye Hele rabe Eskerê Misto Kemal derketê ji çiyayê Bîngolê tê ji pale tokan da dayê firqe bi firqeye. Kesekê tune cewabê bide Celalîya li peyê Silêmanê Ehmed dayê bavê Ferzende ye Jêra bibêje mala te xirabe Þêx Saît efendî birin Dîyarbekir li ber benda Bend avêtin qirika Þêx Saît efendî Þer’a dînê Nebî Mihemed Peygamber evê tiþtê qebûl nakin, di nava me de pir gune ye... Mîrê min, mîrê min, mîrê min.... Heyla dayê çavê xwe digerînim, kanê Þêxê min... Herêm: Serhed Çavkanî: Dengbêj Zahiro ******* Mîr Beg : __________ Lo lo Mîro bejina bavê Mîrbegê min zirave pepuk ezim ji taka rihana li dev beyara hey were hey were... Mîro ne mij’ tera digo neke bi gura alaybegê sozê Þêxê wara. Pepûk ezim berê bavê Mîrbegê min dan bajarê Stembola þewitî dûrê dera be Destê min nagê jî Mîrbegê min derbaskirin ji sindaqê bîstûçar duwale ecnebî li nav neyara hoy were hoy were... Eman were eman were... Mîro ne mi ji tera digo bi gora min bike Ne ji berê da Rom xayîn e me dixapîne Ax ez dimirim dimrim lo wez nemînim Ez ditirsim bimirim lê bavê Mîrbegê xwe nebînim. Lo lo Mîro bejna bavê Mîrbegê min zirav e pepûk ezim ji tak rihana Ro bi ro ye iro li kêleka milê bavê Mîrbegê min dihatî dengê borîna delu Qasoye, hoy were ê hey hey hey were hey were. Eman were eman were mîro min ji tera digo tu bi gura min bike neçe lezke ha lezke were. ax ez dimirim ez dimirim Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim dawîya dûnyayê mirine hewî ez bavê Mîrbegê xwe nemînin Lo lo Mîro vê sibê walîyê Mûþê mistesarê Bilîsê rûniþtin bi hevra þêwirkirin bi xayînî þandin pey bavê Xelîlê min ji mal siwarkirin di nava qîz û bukên Xûytira derbas kirin. Mîro nê mi ji tere digo xema neke xem xirave çiqas qeyd û zincîr Sultan Ebdulhemîd Paþa hebûn mi bihistîye pepuk ezim giþt ji bo xatirê mala me çêkirin hazirkirin hey were hey were ... Eman were eman were... Mîro ne mi ji tera digo bi gora mi bike Rom xayîne me dixapîne Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim bimirim dawiya dinyayê mirine bavê Mîrbegê xwe nebînim.... Herêm: Serhed Çavkanî: Dengbêj Þakiro ******* Hêy lê ( Xezal ) : ________________ De hey lê hey lê... Were heylê heylê heylê... ku heylê. Delê lê... bedewê minê Xezalakî rakir ji desta Muþê, Berê xezala min ketî Hazro û Diyarbekir, Kêleka Xezala min ketî Meraþ û Entabê, Xezal derbas bu berya vê Mêrdînê Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim Apo xezal guneye li çira xezal diketî destê Roma xayîn Tirk û Ereb û Ecem li ser Xezalê kombune, Rûyê wana bi kenîn, devê wan bi xwîne, Apê min gazîkir digo sûnva herin xezal bêxweyî nîne Hey lê, hey lê hey lê hey lê... Were hey lê hey lê hey lê ... Delê lê bedewê minê xezalek rakir Ji Qazgol û Bingolê Sûsar û Tekmanê Berê xezala min ketî Patnos û Tutaxê, Kêleka xezala min ketî cepheyê Ûris Xezal derbasbû li bajarê Simko welatê Kurdistanê, Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim Apo xezal guneye çira diketê destê roma xayîn, Tu gazîke li kal û pîrê Kurda Bira bibêje keç û xortê hemî bi xezalê bêne îmanê Hey lê hey lê, hey lê hey lê, ... Were hey lê hey lê hey lê... Were hey lê hey lê hey lê hey lê... Eman hey lê hey lê hey lê... Delê lê bedewê minê Xezalek rakirî ji Kerkûkê ji Kirmaþanê, Berê xezala min ketî Zaxo û Dihokê Keleka xezala min ketî Qamiþlokê, Amudê, Afrînê, Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim: Apo xezal guneye çira xezal diketî desta Roma xayîn? Tu qazîke li keç û xortê Kurda, bibê ne Xezal li benda we hemî ya sekinîye Hey lê, hey lê hey lê hey lê hey lê ku hey lêê... Gotin : Dengbêj Maruf ******* Gorî : ________ Gorî gorî gorî kuro mala gede lawkê min li taxa jorîn. Mala mi bi xulama bejn û bala zirav li ew lazê þîrîn law lingê xirxal qirika bi morî gorî gorî gorî goriya teme Gorî heyran mala gede lawkê lo min pês girê lolo law welle ba tê ji baranê xirabtire kuro çît û perdê konê mala bavê min girane lawo þirîtê kona rana gire ew kesekî fesadîya min û lawikê min bikin law belkî derguþa li ber pêsîra wan bimire Gorî gorî gorî gorî ya teme Gorî heyran hatî gundê me Xeftanê Jina min xeftanek kirî ji kewa Xwera bi sed û sî û sê bizinan Xeftanê kewa min kine Nagire zenda zer bazinan Gorî gorî gorî gorî gidî Çavkanî: Dengbej Huseyno ******* Ha Kuro Mermere : _________________ Ha kuro mermere lo, wî kuro mermere Ha kuro mermere lo, kanê mermere Tê da digere lo, marê ser zere Kêrsimê keçika lo, kê li kembere Ha kuro tutune lo, þewitî tutune Ha kuro tutune lo, þewitî tutune Tê da digere lo, marê ser cune Kêrsimê kalan lo, kîs û qelune Ha kuro saçaxe lo, wî kuro saçaxe Ha kuro saçaxe lo, wî kuro saçaxe Tê da digere lo, marê qaçaxe Kêrsimê xorta lo, kêr û biçaxe Herêm:Serhed Berhevkar: Maruf ********* Yar Wezo : ____________ Yar wezo birîndarim min bavên zozana Yar bavêjin ser min qetê organa Yar derdê hewîyê, êþa dirana Yar wezo nexweþim, min bavêjin mesila Yar bavêjin ser min, qetê qesîla Yar derdê (kula) hewiyê, êþa pêsira Yar wezo nexweþim, min bavên odeyo Yar bavêjin ser min, qeta cileyo Yar derdê hewiyê, êþa dilêyo Herêm: Serhed Berhevkar: Maruf ******* Ha bi derenge (Selîmo lawo) : _______________________ Ha li me çikir wî li me çikir Lawino baranê li me çikir Îniyê lêkir þemîyê vekir Eceb dinya xirab nekir. Ha li hewaye wî li hewaye Konê Evdalo li hewaye Qeyd û benda girêdaye Bavê bukê xweþ axaye Ha bi derenge wî bi derenge Bavê bukê li me derenge Pêsya siwara çû bi heft renge Li bavê bukê nema renge Gotin û muzîk: Gelerî Herêm: Serhed Berhevkar: Maruf ****** Evdalê Zeynikê : _______________ Evdal dibê qolingo bihar e bi ser me da Me qîrîne dibê per û baskê qolingê mi þikestîne Çavê Evdalê Zeynikê kore rê nabîne kesek Xwedan xêr tune bi destê Evdalê Zeynikê Bigere bavê ser ocaxa Þêx Badîne belkî dûakê bixwaze ji xaliqê alemê rebê jorîn Xwedê çavê Evdalê zeynê saxke, per û baskê qolingê min bicebrîne li min wayê li min wayê Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê Temo lawo bihare dilê bavê te ha bi naze. Bavê te korbûye,li pey koç û kerîya digere gaz bi gaze. Kesekê xêrxwazê xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser ziyareta Hacî Elî, Þêx Þeref sehîdê Mixakomê li ber derê Þêx Miaze. Li min wayê li min wayê way Ax limin wayê limin wayê Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê Temo lawo birek qîz û bukê cemaldîna cêrê wan li milan bu mesîya bun kanîyê. Bûkekê esilpîs di navda hebû dikenîya digo eva kalê korê peritî kîye Keçikek esilzade di nav da hebû go qîzê Tu korbibî tu nasnakî, eva Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê gogerçîne Dengbejê Surmelî Mehmet Paþa lawo korbûye ketiye feqîrîyê. Kesekî xêr xwezî xwedanî xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser rêka vê kanîyê. Li min wayê li min wayê ax limin wayê limin wayê.Temo lawo felek xayîne bi bavê tera çibikim nayê rayê Çavkanî: Dengbêj Sidiqê Resula ******** Xezal Xamirpet : _______________ Xezal heyran wezê xezalim xezala çîyayê Xamirpêtê me Ezê qîza Xiyasim delalîya Xasê û Ax Cemîlkê me Xuþka Selman gula li devî rê me Hoy...Xezal, hoy Xezal, hoy Xezal.... Xezal heyran me çikir lo me çinekir Meyê ji bona doza Kurdistanê þer girankir Heyfa bav û kala me ji dujmina derkir Ano û Memo û Sefkan ji bona doza Kurdistanê canê xwe fedakir Hoy Xezal, Hoy Xezal, hoy xezal... Xezal heyran wezê diçûme Tekmanê wê liyane Li þer serê hersê gêrîlayê ARGK,bavo þer girane Leqe leqê topan, tifing û firokane Ano û Memo û Sefkan Bu þehîdê Serheda Kurdistanê Hoy Xexal, hoy Xezal, hoy Xezal... Gotin : Dengbêj Maruf ****** Hoy Can Canê : ____________ Hoy canê canê canê Hoy canê canê canê Tu namirî bi ramusanê Hoy can canê hat buhurî Hoy canê canê canê Hat bi desta da elba tiri Can canê canê canê Bi ramusané tu namirî Kotîyê mêrê te bi qurbanê Dîsgotin Hoy can canê tê ji Xarpêtê Sing zozanê Xamirpêtê Can canê canê canê Te law kuþtin xewka kê tê Kotîyê mêrê te bi qurbanê Dîsgotin Hoy can canê te ji xweziya Can canê canê canê Sing zozanê wan moriya Can canê canê canê Te law kuþtin bi laqirdiya Kotiyê mêrê te bi qurbanê Herêm: Serhed Berhevkar:Maruf ****** Lê can : _________ Lê can lê can lê canê lê lê can Ewrê resê Nîsanê lê lê can Hur hur taviya baranê lê lê can Kon maye li ber wêranê lê lê can Lê can lê can lê canê lê lê can Serê malê me bi kaye lê lê can Çivîka ka vedaye lê lê can Cemo li ser rê razaye lê lê can Min payînek lê daye lê lê can Ji xewka þirîn bazdaye lê lê can Lê can lê can lê lê lê can Mêrê Cemo eskere lê lê can Sê ro maye teskere lê lê can Jêra hate xebere lê lê can Teskerê bigre were lê lê can Heyrana singê zere lê lê can Herêm:Serhed Berhevkar: Maruf ******** Sîpanê Xelatê : ____________ Kî here axa Tetwanê Wê bibîne çîyayê Sîpanê Cîwarê Sîyabend û Xecê Xeml û rewþa Kurdistanê Sîpan Sîpanê Xelatê Bilindbûn çiqas li te tê Gulên te gulên cennetê Ava te ava qudretê Sîpan sîpane, sîpan sîpanê Sîpan sîpane xelatê Sîpan sîpane, sîpan sîpanê Sîpan sîpane xelatê Te kul û xem pir dîtîye Zilm û zorî buhurtîye Xwazgîniyê xweþ te girtine Soz û peyman wan dane Sîpan Sîpanê Xelatê Bilindbûn çiqas li te tê Gulên te gulên cennetê Ava te ava qudretê Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê Sîpan Sîpane xelatê Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê Sîpan Sîpane xelatê Çîyayên te tev bilindin Kurdan xwe tum lê girtin Ji bona serxwebunê Ala jîyanê hildin Sîpan Sîpanê Xelatê Bilindbûn çiqas li te tê Gulên te gulên cennetê Ava te ava qudretê Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê Sîpan Sîpane xelatê Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê Sîpan Sîpane xelatê Gotin : Dilovan ****** Evîna me : ____________ Carekê tu guh bide min Tê zanibî vê êþa min Ji derd û kulan dinalim Ber evîna te yara min Evîna me bi rûmet e Pir pîroz û bi qîmet e Lê dilê me bi hesret e Evîn jîyan bo welat e Ax dilê me qet nabe xweþ Bo me nema jîyana geþ Were ez û tu bi hev re Biçirînin van ewrên reþ Gotin : Kurdo ***** Lo lawiko : ___________ Lawiko qurban tu deþt î ez zozan im Tu þivan î ez bêrîvan im Tu Wan î ez Axramar im Tu Ararat î ez Sîpan im Tu Memê yî ez Zîn im Tu Dewrêþ î ez Edûla Tu Nêçirvan î ez Xezal im Tu Siyabend î ez Xeca Zerîn im Were lo lo… lawiko Evîndara te me lo lo were lo lo Lo lo... lawiko Lawiko qurban binya mala me Tê ye ava þîn e Kuro gede tu were Destê min bigire Ji xwe re birevîne De dibê nav gund û bajar Kolan-kolan, kuçe-kuçe bigerîne Heçî ji te pirsî go ew kî ye Bêje evîndara ber dilê min e Lo lo… mihebeta te me lo lo Gotin: Nürüvet Cacim ****** Xerîbî : ____________ Nav xerîbiyê bê qîmet e emrê min Her tim her gav tu yî di nav bîra min Bê te dayê gelek zor eji bo min Ez xerîb im tu mayî di destê dujmin Dayê rabe birînê min derman ke Eger bimirim hêvî dikim kirar ke Cîkî bilind ser Sîpanê min heq ke Li kêleka Xecê û Siyabend min çal ke Nav xerîbiyê sitûxwar perîþan im Bi hezaran wek min bê cî û bê war in Dilêm kerba dayê ji bo te dinale Gelo kengê ezê bêm hembêza te Gotin: Temûrê Telê ******* b>Heval heval : ____________ Tari bu ezman roj xuya nayê Kul û xemê min civiyan sebra min nayê Çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê Heval Heval! Hevala me Tu sorgulêk li baxê me Em tev rewiyên doza te Bila bê xembi dilê te Sekinîne lê dayê avên van çema Weþiyan pel dayê zu ketin ji dara Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila Bêhna te tê Heval ji van hemî gula Denge te tê Heval ji serê çiya Buye helbest digerî li ser zimana Bû roj heval hilatî li þeva Gotin : Diyar ***** Welatê min : ____________ Welat çendi þêrin e Tevde gul û nesrîn e Axa Bav kalan e Goriya te me welatê min Tu þêrina li ber dila Welatêmi welatêmi Tu delala li ber dila Welatêmi welatêmi Çemê te ji avên berfa Kaniya te ji dilên çiya Revine xemên dila Goriya te me welatêmi Gotin : Hozan Zozan ****** Wey Dinyayê : ____________ Ey dinyayê tu bêbext î Te zalim anîne ser textî Me roj nedî ti çax û wextî Para me ma tim bindestî Wey dinyaye, Wey dinyaye Ar pekêtê, derd lêketê Me ked da te gelek salan Te em xistin paþila guran Bi guran re kirin bira Lê wan em xwarin gelek caran Me got bira tu bi xêr hatî Gur fem nakir ji biratî Dev vekirî, diran sutî Binêr çawa kir biratî Gotin : Diyar ******* Doza Me Namirî : ____________ Hey dijminê me yê har Tu çi dikî barebar Em vê dozê barnadin Eger ezman jî bê xwar Tu çiqas bikî hovî Ê li me xurt dibe hevî Ger bixwazî nexwazî Emê azad bin li dawî Doza me namirî Jîn dibe li her derî Dernayê tu carî Hey dijminê me yê salan Tim wiha naçe dewran Ev car dora te ye ferman Tu bi rindî naye iman Bila dinê xira be Ger welatê te nebe Bila mirin bi xêr bê Eger jîn azad nebe Gotin : Diyar ******* Riya Azadî : ____________ Riya em dimeþin hewar û çetin Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin Pir heval stêrk bi ruyê ezman ketin He gelek þêr in hevi û xelat in Ev riya jînê Sor bûye bi xwînê Wê ji me re bîne azadiyê Bazên li ser latên xwedanên çiya Xwe berdan nava deþt û geliyan Ketin nav axa þîn bûn bi hezaran Bûn bela serê xayin û neyaran Helbest : Dîyar ****** Gula min : ___________ Yar dilêe min de girtî Ez hêsirê þeveke lal im Bi ser dil de dinalim Tu di bira min de yarê yarê Tariya þevê de çum xar Dil buye tar u mar Bê te nabe nabe yar Tu di dilê min de ye yarê Hîv tune xwiya nabe Ditirsim îþev sibe nabe Li ku ma ev roj dernayê Çi buye bi vê dinyayê Þevên reþ bila herin Rojên geþ tim yên me bin Ez û tu li ba hev bin Heta mirinê yarê Tu gula ber bêhna min Tu evina dilê min Him derd û dermanê min Ax belayêa serê min Gotin : Diyar ******** Ditirsim dayê : ____________ Çi bû dayê çi bû çi bû Çima jiyan ji vir rabû Me gundekî çi þen hebû Çima îro tev xira bî Ev dijminê me yê hovane Em derxistin ji gundê me Agir berdaye malê me Disan nuh kirin kulên me Ditirsim dayê ez ditirsim Li vir kesekî nenas im Agir têkeve mala Romê Ez ji gundê kirin kulên me Li þun maye pîrekî bi gopal Piþta wê xûz lê bihurîne sal Gund wêran e kesk nîne li mal Ew jî tenê maye bê hal Ditirsim day ez detirim Ditirsim li xeribiyê Ditirsim car din te nebînim Herdu destên te ramusim Gotin : Diyar ****** Bira Huseyîn : ____________ Di þevek lal de û reþ tarî Ta xatir ji me xwest li dû xwe hiþt derî Sal û wekt buhurîn û dem zivirî Çerxa felekê li ser serê me gerî Ax bira Huseyn cigera min Tu berxê dayka min þêrê gelê min Dibêjin rojek meha havînê Dîsa destxwînen artêþa romê Te hiþtine di nav gola xwînê Te kirine mêhvanê vê dinê Rêçên te li dora çemê Munzurê Bêhna te ji çiyayên Dersimê Çavê min li te digerin her derê Bê te jiyan ne xweþ wek mina berê Gotin : Diyar ******* Tîna Rojê : ____________ Çavên te wek morî De razê lorî lorî Ev þevên reþ û tarî Roj derew e bimirî Gurên har li hev kirin Ev dinta reþ kirin Ar þeref ji bîr kirin Dile me birîn kirin . Lê nabe berxêm nabe Roja me tari nabe Bi tîn u þewqa wî Bexta me ronî dibe Ey teyrên li ezman Pêlên avê çeman Bigrin bibin bi xwarê Vî dibe bê derman Biçin her bi roja me Bibin dilê me Bêjin halê me Bê wi nayê sebra me Gotin : Diyar ****** Rindeka Dersimi : ________________ Xebera asmadere asme vecero Min u yarê sero melemamin yakero Astere asmeni sade canê mabo Siliya sepeliya usarê ma sero bivaro Erê dilê le le uy delalamin Erê dilê le le uy roalamin Sevdamo yarê sano meqise cacimi Ez kerde mecnun rindeka Dersimî Welamin sanara ze nakeremi Zindane miri poyina ze Memeali Gorin : Delîl Xidir ****** Narinê : __________ Min ji teyran teyrik di bu Narinê narinêe narina min Þekirê þerinê bermaliya min Li ezmanan xwengi bû Narinê narinêe narina min Þekirê þerinê bermaliya min Zava siwarê hespê boz Li meydanan rakir toz Govendeki li darxinin Buka me bi rêxînin. ******* Qederê : _________ Te dî te dî rindam te dî Rindam li qarþî ye te bela xwe dî Min ji vê dinê qet xêr nedî Oy oy oy qederê Oy oy oy qederê Ketiya serê min qet ne derê Va çi gund e di kortê da Mala axê di ortê da Çirak sor pêdikeve Ser mala ku rindam tê da ******** Esmerê : __________ Lê lê rindê lê lê dînê Ez helandim vê evînê Gelek bedew u rind min dîn Ji te xweþiktir tine li dinê Êdi ezê ji vir herim Çav û biryan ji kêra kilkî Esmerê lê yarê çavreþê lê lê yarê Ez nizanim tu çi dixwazî Te ez kirim ta û derzî Þev û rojan li pey te mirim Dîsa jî tu nebîyî razî Tu kafirî nay îmanê Çi bikim dîsa mam bi tenê Ji çavê min wek baranê Ne hêstir xwîn dibare Avaz:Yilmaz Erþahin Helbest: DÝYAR ****** Dayê welle nabe : ________________ Dayê wale nabe dayê bile nabe Dayê serem dêþe welle xewam nayê Dayê qeler yeke wale dudu nabe Daye welle nabe dayê bile nabe Daye derdê yarê ji dilêm dernaye Daye serêm dêþe welle xewam nayê Dayê evar bûye welle sibê nabe Daye welle nabe dayê bile nabe Yar xewa kûr da çima hiþiyar nabe Daye serêm dêþe welle xewam nayê ****** Way lê Salê : ____________ Were Salê were Salê Oxirsizê be berxe xirab malê Ji xalke re gul u biherake rengîn î Ji min evlada xwedare payizekî zor u zuhayî De were Salê were Salê Oxirsize be bexte xirab male Wele ez kal nabunm van Salên xerîbiye emre min xwarî Were Salê de tu kulbî bikevî mala xaîn û bêbextên ve dinyayê Çawa destê min qutkirin ji heval û hogira Ez bûme beniþtê ser zimana wek gura van çol û çiya bi tenê Weyle Salê oxirsizê bê bextê xitrab malê Wale ez kal nebun ev Salên xeribiyê emrê min xwarî Helbest : Çarsincax ******* Gulê Gulê : ____________ Gulê Gulê delale Gulê Weka ava zelale Gulê Ez heyrana bejna te Gulê Beje tu qîza kêyî Gulê Gulê diçe guniya Gulê Digere li ber çiya Gulê Ez qurbana bazina Gulê Tu delalya gundiya Gulê Gulê diçe sosina Gulê Derdixîne bazina Gulê Ez heyrana bejna te Gulê Ketiya destê nezana Gulê Helbest : Serhed ****** Bilbilo lo: ___________ Bilbil ser þaxê çi xweþ dixwîne Rist û helbesta ser diweþîne Dilê bilbil bi kul û birîne Wek min hejar e gezey dixwîne Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xerîbo bilbilo Bilbilo lo mehkimo bilbilo Helbesta bilbil çi xweþ ji dil tê Axîn û nalîn ji cîgeran tê Ew jî mîna min li zora wî tê Hêlin xirabu xwîn ji baskan tê Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xerîbo bilbilo Bilbilo lo mehkûmo bilbilo Wek min xwînî ye koçer û jar e Li ber xirabû hêlîn û war e Pepûk maye ew berê çare Þûna ristê wî mexel bu mar e Bilbilo lo, koçero bilbilo Bilbilo lo xeribo bilbilo Bilbilo lo mehkimo bilbilo Helbest: Hejar ******* Axatiriye : ____________ Axatiriye, Axatiriye Cîra honde bîya tarîye Car rojî amu meymanîye Dewe bîya gerecîye De ezo ezo ezo ezo Wiy xerîv ezo Na dîna de, bira ez bekeso Serê bonî de vas rewîyo Ez heyranê çim u burîyo Na dina de zuke tevera merdo Bizone ke bira gerîv merdo Velg risiyo, bira na payizo Mezela ma kam Xevere bide bira Serdarî Qeyda derdê zerê ma vazo ******* Xalo : ________ Ero xalo,xalo Emego tholo Neçi cencê ma merdê Kamî marê bîaro? Taê koê de mirenê Taê dewê de berbenê Taê remenê þonê i ke mendê, se benê? Ero xalo,xalo Emego tholo Neçî cencê ma merdê Kamî marê bîaro? ****** Bira Saano : ____________ bira Saano, bira Saano Saanê mi gulçiçegê koê Muzirano way leminê Muzirano serranê Saanê mi persenê hona domano, way leminê domano bira Saano, bira Saano Saanê mi gulçiçegê koê Muzirano oo ki mavzer dest di koan di gêreno, way leminê gêreno oo ki taburan xirabi keno way leminê keno bira Saano, bira Saano Saanê mi gulcicegê koê Muzirano Vatox: Enver Çelîk Het: Xozat ******* Bûka çiya : ____________ Heylê xezalê xezalê Tu þahê rind û zeriyan Hey delalê tu çend rind î Wekî gulên ber kevîyan Ezê te bibim boy welat Bûka çiya bûka çiya Him ji bo te him boy welat Dil û cergê min heliyan Birûskê da serê çiya Qîrîn kete nav gundiyan Çavê belek ketne xewê Êdî ranabin ser piya Emê dinyayê bihejînin Bûka çiya bûka çiya Bila boy gelê Mediya Yek carek rabin ser piya Derdê xwe ji kî re bêjim Hem bê war im hem bê ziman Li çar dorê me neyar in Romî, Ereb û Ecema Kesek hewara me nayê Ma bindestî para me ye Bûka çiya bûka çiya Heta çend salan, çend zeman ******* Mirin hate ber mala me : _______________________ Mirin hate ber mala me Bila were jê natirsim Helebçe brîna teze Geliyê Zîlan, warê Dêrsim Hey hey... Roj li me bûn þevê tarî Karê me ew e çekdarî L’ welatê me jiyan nema Çarekî ji kî bipirsin Wey wey... Evîna li ser dilê min Yej ew e, yek jî gelê min Derdê xerîbiyê zor e Agir berbûye dilê min Hey hey... Çare û hêviyek digerim Derdê xwe ji kê re bêjim Wekî tavîngê baranê Rondikê çavan dirêjim Wekî teyrê baskþikestî Ranabe dest û milê min Wey wey... Xaka me sem û seyran e Warê rêwî û karwan e Çavê dinyayê l’ser me ye Herkes ji me re heyran e Hey hey... Çi kuþtin e çi ferman e Bo çi brîn bê derman e Wekî em hatin dinyayê Jiyan bo jîna însan e Wey wey… ******* Min dil da xelkê ji xwe ra bir : _________________________ Min dil da xelkê ji xwe ra bir Evînam’ þêrîn þekir Nizanim ezê çibkim Dilê min pêt û agir Wekî kewa firandin Fermana min derandin Lê hewara min nayên Ne heval û ne hogir Ma qey ewqas hêsan e Tu diçî min dihêlî Ezê bibim pûþiyê reþ Serê te bibim xêlî Te digo ez ya te me Heta dinyayê he me Ez bikevime gorê Lawo tu ji min re kêl î Bihar hate warê me Vebû nêrgiz û lale Çavê min l’rêya te ma Dil ji boy te evda e Heval im dilbirîn im Ji dil de cîgerxwîn im Hesreta evîna te Dilê min nale-nal e ******* Cîran melhema dilê min : ______________________ Cîrana min zaf delal e Li ser sûreta wê xal e Min dil dayê ev çend sal e Ew kula dilê heval e Oy eman brîndar im ) Cîran melhema dilê min )Dîsgotin Dema çavêm dibîne ) Namîne derd û kulê min ) Tu wek kulîlka bihar î Ji bo te xweþ e dildarî Binê stêrkê, þevê tarî Gel te xweþ e evîndarî (Dîsgotin) Evîna rind û bedewa Xewê þevan naxe çavan Bes dawiya emrê min hat Ne tu bûyî bûk ne ez zava (Dîsgotin) ******* Leter e Leter e : ____________ Leter e Leter e lê Lêblê kinê lê lê Sed mal bi defter e Þerbet Þêrîn e ez naxum Ser piþtê kember e lê Lêblê kinê lê lê Weka zêrê zer e Þerbet Þêrîn e ez naxum Amed e Botan e lê Lêblê kinê lê lê Meskenê xortan e Þerbet Þêrîn e ez naxum Li deþta gewerê lê Lêblê kinê lê lê Bihar e sêyran e Þerbet Þêrîn e ez naxum Ka werin dîlanê lê Lêblê kinê lê lê Govenda giran e Þerbet Þêrîn e ez naxum Ji bona azadî lê Lêblê kinê lê lê Gelê me þervan e Þerbet Þêrîn e ez naxum Leter e Leter e lê Lêblê kinê lê lê Leter e Leter e lê Þerbet Þêrîn e ez naxum ******* Hey lawo hey bira : _______________ Dayik rûniþtin li ber dîwaran Sor-gewez bûne avê rûbaran Werin çend rojê dinya derewîn Ji hev ra bibin wek xuþk û bira Hey lawo hey bira hey lorî lorî Hey lawo dil û can ji we ra gorî Malê me zozan in, hewþê me zinar Ji ber derd û kula dilêm bûye pare-par Keç û bûka reþ girêda wa hewar hewar Li warê dûr boy gula sor bûme evîndar Gelî xemgîna derdê me zor e Dijminê xayin wek marê kor e Ronîkê çavan nikarim bigrim Çekê delalan bi xwîna sor e Dîsgotin Tîrêjên da ser riya me Ji boy rizgarî li ser piya me Ewrê reþ-tarî ji ser me rakin Jîyan wê xweþ be wek hêviya me Dîsgotin ******** Yaro yaro : ____________ Yaro yaro, yaro yaro Xýzýr tu wezo marê biyaro Ezo sono na çeverde Yaro rýndek saci verde Ax yaro yaro yaro yaro Xýzýr tu wezo marê biyaro Puþiya rýþiyê serde Yaro delal boni verde Ax yaro yaro yaro yaro Xýzýr tu wezo marê biyaro ******* Way Delalê : ____________ Serê xwe rakin hevalno Býnêrin çiyayên me Li meydana li kolanan Xerakin Koþkê Þahan Way delalê xweþ hevalê Býmeþin serê çiyan Agirek pêxin hevalno Fermana van zordestan Egitên me, mêrxasên me Xerakin koþkê maran Way delalê xweþ hevalê Býmeþin serê çiyan Way delalê xweþ hevalê Býmeþin serê çiyan Gotin : Murat Batxi ******** Niyo : _________ Dýzdeni meke haq esto Duzgýn Bava cail niyo Ma rê comerdo dosto Xýzýro khal teyna niyo Herediyais qe rýnd niyo Pêrodayis esqê mý niyo Çor roj dina meraz meke Cuyais zu roze niyo Qýrê qýra bijêkuna Zýrê zýra na heruna Qorê qora na manguna Naxýr bêwayir niyo Qimet býde jiar u diari Meke çênê persê sari Zu hewari zu suari Qulê heq bêçek niyo Bêbextiye qeder niya Jivêna to çare niya Urze ra momi ra cýfiye Waxtê rakotêne niyo Çênê meke gýraniye Ho vira meke výrraniye Rojiê, ni yenê sonê Haq teyna haqê to niyo Gotin : Kamer Söylemez ********** |