BAVÊ ELFEZYA SIWARÊ EZNAWIR : FERZENDE BEG
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Ferzende Beg, ji Eþîra Hesenan mêrxas û þerkerekî çak e. Yek ji pêþewayên “Serhildana Agiriyê” ye. Di vê tevgera navborî de navê wî, piþtî Ýhsan Nûrî Paþa û Bro Hesko (Brahîm Paþa) Têlî tê. Tabî di vê tevgerê de navên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Hiseyn Paþa), Elîcan, Reþoyê Silo, Seyîdxan û Zahir Axa jî têne bilêvkirin û piraniya van navan, di gotin û kilamên dengbêjên welêt de, bi mêrxasî û cengawerî têne jiyandin.
Ferzende Begê Hesenan, beriya Tevgera Agiriyê, di sala 1925’an de beþdarî Serhildana Þêx Seîd dibe û bi taybetî li dorhêla Melazgira Mûþê mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dide. Li gorî hinek çavkaniyan, piþtî têkþikênandina Serhildana Þêx Seîd, Ferzende Beg ligel 150 siwariyên xwe derbasî nav sînorên Ýranê dibe. Dîsa li gorî van çavkaniyan, gava ev dixwaze xwe li sînor bixe, ji hêla leþkerên tirk ve tê birîndarkirin.
Piþtî ku ew derbasî aliyê Ýranê dibin, hêzên Ýranî ji wan daxwaza teslîmkirina çekan dikin, lê ew vê yekê qebûl nakin. Di navbera hêzên kurd û hêzên artêþa Ýranê de þerên dijwar derdikevin û tê saloxdayîn ku di encama vî þerî de, Þemsedînê Xalid, Bavê Ferzende Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî û Evdilbaqî jiyana xwe ji dest didin û Ferzende Beg jî birîndar dibe. Yên ku ji ber gule û barûdên leþkerên Ýranî filitîne, xwe spartine hawara Simko Axayê Þikakî.
Li gorî hinek çavkaniyên din, ev derbasbûna hanê, ne piþtî têkçûna Tevgera Þêx Seîd, lê piþtî Têkçûna Tevgera Agiriyê pêk hatiye. Lewre jî di dîrokê de navê þerê di navbera kurd û iraniyan de, wekî “Serhildana Makoyê” tê zanîn ku di sala 1931’î de pêk hatiye. Di vê serhildanê de hêzên leþkerên Ýranî, raserî 6-7 hezarî ye û wekî fermandar, li ser serê wan Kelb Elîxan Nexsîwan heye. Hejmara leþkerên kurd, ku di nava wan de kesên wekî Ferzende Beg û Bro Hesko Têlî jî hene, ji 900 kesî pêk dihat. Piþtî vê serhildanê, Kelb Elîxan Nexþîwan jî di nav de, bi qasî 700 kesên ji hêzên îranî, ji hêla Serhildêrên kurd ve têne kuþtin. Serhildana navborî, piþtî lihevkirin û yekbûna hêzên tirk û îranî hate têkþikandin.
Her çiqas me got, navê Ferzende Beg û kesên din di Serhildana Þêx Seîd û Serhildana Agiriyê de jî derbas dibe, di rastiya xwe de mêrxasî û cengaweriyên van ciwamêran, di kilam û gotinên dengbêjan de bi salan e ku derbas dibin. Li gorî van kilaman ku emê yek ji wan li jêr bidin, qewimîn û bûyer piþtî têkþikestina Serhildana Þêx Seîd pêk hatine. Ev yek di pirtûka nivîskarê kurd Rohat Alakom a bi navê Hoybûn Örütü ve Agri Ayaklanmasi (Rêxistina Xoybûnê û Serhildana Agiriyê) de jî hatiye pesendkirin.
Niha jî beriya ku em derbasî kilama li ser Ferzende Beg bibin, kerem bikin em cih bidin beþek nirxandinên li ser Ferzende Beg ku di heman pirtûka Rohat Alakom de cih ji xwe re peyda kiriye:
“…..Ferzende Begê ku di Serhildana Þêx Seîd de nayê girtin û derbasî Ýranê dibe, di sala 1927’an de ji bo ku beþdarî li Serhildana Agiriyê bibe, dizivire. Bi awayekî aktîf beþdarî li Þerê Agiriyê dike û mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dixe. Êrîþ û sabotajên mezin li dijî hêzên neyar pêk tîne. Serekê Serhildanê Ýhsan Nûrî Paþa, di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg nirxandinên balkêþ dike. Qedrî Cemîl Paþa di di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg gotina “abîdeya zindî” bi lêv dike. Osman Sebrî, di nivîsa xwe ya bi navê “çar leheng” de Ferzende Begê wekî “lehengê yekemîn” bi nav dike. Di þerekî de du alay leþker bi ser wî de diþînin. Ferzende Beg bi 60 kesî li dijî vê hêzê þer dike û qehremaniyeke mezin bi dest dixe. Fermandarê tirk, piþtî vê têkçûnê, raporeke sexte amade dike û diyar dike ku tevahiya gundên derdorê piþtgirî û alîkariya Ferzende Beg kirine û leþkerên wan kuþtine. Li ser vê yekê bi qasî 80 gundên li Geliyê Zîlan wêran dikin û diþewitînin. Osman Sebrî di nivîsarekî xwe de diyar dike ku ji ber qehremaniya Ferzende Beg 80 gund hatine þewitandin. Hesen Hiþyar jî di heman baweriyê de ye…..”
Le axao hey li min li min li min
Bê maqûlo hey li min li min li min
Le Asyayê bi sê denga bang lê dike
Dibê de lê lê Besrayê rebenê sibe ye
Þereka li me çêbû
Qaleka li me qewimî
Le Kil Ýskender
Li sûr û bedena Salim Begê
Li hewþa kafirê Emer Tûman
Dayê rebenê vê sibê
Li ser kaniyê way ax way
Le belê ji êvara Xwedê ve
Li gohê min xweþ tê
Dengê gula topê li me sil kir
Sewtêna mîrata vê boriyê
Gule û barûdê vî kafirî
Li me dibare dayê mînanî
Tevana gelo li ber taviyê
Le Asyayê bi sê denga bang lê dike
Dibê de lê lê Besrayê
Hey lê agirê Helebê
Bi derê mala bavê te ketê
Tu rabe li ber çoka Ferzende rûnê
Tu bêje Ferzende mala te xirab be
Lo bila mala min jî pê re
Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’
Ez bavê Elfezya Siwarê Eznawir im
Xwedanê kuçik çapliya me
Rojê qale qalê oxirmê giran
Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de
Mêr di ser min re qet tune ne
Evya ne þerê me û Hesenan e
Ne þerê Heyderan e
Ne þerê Cibiran e
Ne þerê Sînikan e
Ne þerê duwazdeh bavê eþîratê giran e
Evya ecem e ‘bêþincî mezheb’ e
Ne dîn e ne îman e
Li gorî qarþî þerîeta Mûhemed
Li qarþî me disekine me dixapîne
Ji êvara Xwedê ve
Cinazê Silêmanê Ehmed
Bi tevî komê Hesenan ve
Gelo li pêþ miqabilî çavê min e
Ezê bi du gulê tometîka vî kafirî
Birîndar im
Destê min têtikê mîrata modoliyê
Modoliyê nagire dayê rebenê
Pêçîka min a þahidê li min nagere
Heyfa min nayê li kuþtina mêran û þêran
Heyfa min tê li wê heyfê
Çar heb ji tûxayê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim digirtin
Dixistin nîþanê Hemîdiyê
Le Axao wile nabe bile nabe
Ýþev sê þev û sê roj e
Þer ketiye ser milê Keremê Qolexasî
Mêrekî çê tê kuþtinê
Bi du gula birîndar e
Bi sonda mezin sond xwariye
Tê kuþtinê lo bira jê venabe
Erz û eyalê Mala Emer
Ýþev sê þev û sê roja
Li kavila Ýranê digere nagere yêr nabîne
Ji xwe re li ser piþta kihêl û malekiyan
Lo bira peya nabî
Kerem dibê wez Kerem bim
Ez Kerem bim
Ez firar û qaþqûrê mehkûmê
Dewletê bim
Berxê Mala Emer bim
Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim
Evî kafirê li bira qesr û qûnaxê me girtine
Dibên tivingên destê xwe deynin
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
salihkevirbirî@hotmail.com
Çavkanî : http://www.avestakurd.net
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-09-13 (6525 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |