|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
|
| |
Sê çîrokên kurt
Stêrnasek :
Stêrnasek her êvar diçû derve û li stêran dinerî. Dema carekê ew dîsan bi rê ve bû berev derveyî bajar, wî berê xwe dabû esmanan lew hilingivî û ket bîrekê. Rêborekî guh li hawar û gaziyên wî bû, çû nik û gotê: "Wey rebeno! Hind bi sexbêrî li diyardeyên esmanî dinerî ku haya te ji yên sererdî namîne."
Þêr, ker û rovî :
Þêrekî, kerekî û roviyekî li hev kir û çûn nêçîrê. Dema wan têra xwe nêçîr kir, þêrî got kerî: "Nêçîrê parve bike." Kerî her tiþt kir sê piþkên wekhev û tika kir her yek para xwe rake. Lê þêr xeyidî û ker xwar. Paþî þêrî got rovî: "Nêçîrê dabeþ bike." Rovî hemû nêçîr kom kir, tenê çend pirtik bo xwe jê rakirin û hemûya dî bo þêrî hêla. Dema þêrî jê pirsî ka rovî ji kê wa elimiye, rovî got: "Ji bextê reþ yê kerî."
Du beq :
Dema av ji lîça jîngeha du beqan hiþk bû, ew bo xwe li lêgehek nû gerrîn. Wan bîrek dît û yekê got: "Divê em xwe biavêjinê." Lê ya dî got: "Lê eger ev jî ziwa bû ?"
Ji te, þîretên van çîrokan çi ne ?
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-09-22 (5578 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|