Ferhengok 3 :
Ferhengok :
alim : zana, yê/ya ku xwedanê zanyariyê ya
bêheşketin: Ji xwe ve çûn, xewirîn
bestin : Girêdan
bexşîn : Efû kirin
bikêrhatî : Zîrek, xwedan marîfet
burc û kelat : Burc û qale, hîsar
çavpêketin : Lê rasthatin, dîtin
çeşnîgir : Dema berê, yê ku beriya mîr an padîşah xwarin tam dikir ku bi jahrîbûya ew pê dimir û mîr an padîşah xelas dibû û heke tişt bi wî nehataya wan jî ew xwarin dixwar.
daxa dil : Kula dil, birîna dil, kesera dil
dayîn : Jina pîr ku zaroyên mîr û sultanan mezin dikir, xwedî û terbiye dikir
debîrê dîwanê : Kargêr û katibê dîwana mîrî.
dekzan : Yê / ya ku fen û fûtan, dek û dolaban dizane, dalavêrecî, hîlebaz
del û dînane : Bi awayekî serberdayî, xwe wendakirî û aqilsivikî
dergevan : Nobetdarê ber deriyên mîran yan yên ber dergehên kela û zîndanan
dîwan : Meclisa Mîr an a padîşah a resmî; kitêba helbestên klasîk
dilreş : Pexîl; xêrnexwaz
dilrevandin : Dilxistina xwe bi sipehîtî û xweşikiyê, aşiqkirin
eda : Dayin; bicîhanîn
evîn : Aşq, hezkirina fewqelade
evîndar : Aşiq, hezkir
evraz : Pala ber bi jor de, kaş
ferman : Emir
fesad : Yê ku peyvên xerab di navbera însanan de digerîne û wan bera hev dide, kar û têkiliyan pûç dike û însanan bera hev dide
gelacî : Fesadî; xêrnexwazî, xerabîxwazî
harem : Demên berê aliyê jinan ê mala mîr ku malbata wî tevî jin zarok û cariyan lê diman û beşekî taybetî bû, ji bo kesên xerîb û karên resmî girtî bû
Hatemê Tayî : Merivek e ku bi camêrî û destfiretiya xwe di tarîxê de deng daye. Heta li gora baweriya Musulmanan Hatemê Tayî ji bo ku kafir bû helbet wê here cehennemê, lê ji bo ku gelek camêr bû Xwedê wê wî welê biparêze ku tu carî pêlên agir wê nikaribin xwe bigihîninê.
hemderd : Yê ku şirîkê derdê meriv e, sirdaþ e û meriv dikare hemû tiştên xwe yên taybetî jê re bibê je
hinav : Ciger. Organên daxilî yên laþî. Tê gotin "dil û hinav"
îbret : Buyereka ku divê meriv tecrube jê werbigire hivza xwe jê bike, xwe jê dûr bixe
lihevhatî : Yê ku endamên bejn û bala wî bi hev re harmoniyekê çêdikin û li hev tên
maiyet : Bi hev re bûn. Yên ku di bin emrê mîr an amirekî de ne û bi wî re sadiq in
merd : Camêr, mêrxas. Destvekirî, ne çikos
merdî : Mêrxasî. Destvekirîtî
merhamet : Dil pê şewitîn; rehm lê kirin
mîr : Fermandarekî xwedan xanedan ê herêmeke bi serê xwe ya dema derebegiyê. Emîr; kesê xwedan ferman
murîd : Sofiyê ku ketiye terîqetê û xwe edayî riya gîhana bo xwedê dike
murþîd : Di terîqetekê de yê rêberê herî mezin ku rê nîşanî murîdan dike ku bigihîjin evîna xwedayî.
mûsîkajen : Yên ku li aletên muzîkê dixin. Yên ku karê wan muzîk e
navdarî : Xwedan navûdengî; meşhûrî
padîþah : Dewra berê yê xwedîferman û îdara herî bilind ê welatekî; sultan; melîk; şah
qesir : Avahiya bilind û mezin a xanedaniyê.
quntar : Jiyê nizm ê çiyayekî ku çiya û dest an newal digihê hev du
remil : Xeberdayina ji xeybê an ji rêjên pêþ bi saya hin îşaretan
remilavêtin : Ji xeybê xeber dayin
remildar : Yê ku xeberê ji xeybê dide
rûmet : Qîmet û payebilindî.
Rustemê Zal : Qehremanekî dîrokî yê mêrxas. Ji bal hemû miletên musulman ve wekî qehreman tê dîtin. Li gorî hin dîroknasan bi eslê xwe Kurd e.
saqî : Yê/ya ku berê di civatên şahî û ahengan de bi surahî û meşreban şerab li civatê belav dikir. Pişt re yê ku av li civatê belav dikir.
serwer : Serok û rêber. Lîder
Şêl : Rewş û tawir
Şikar : Nêçîra bi tevayî; nêçîr, çiya û daristanên nêçîrê
vejîn : Ji nuh ve jiyan.
xwazgînî : Kesên ku diçin ji merivekî xwe re keçekê bi mebesta jinatî û bûkatiyê ji bav an mezinê wê dixwazin
zenkirin : Texmîn kirin
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2004-10-28 (5220 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |