Şemo me helal bike û wesîyeta xwa bivêje.

Bakurê Kurdistanê li herema Serhedê sîh sal berê li bajêrê Gingimê bi navê Şemo kesek jîyaye. Şemo pir kin wek hecucbuye û serê wî jî gelek mezinbuye.
Şemo yê Gingimê gavê tê heyştê salîyê ji ber nexwasîyê dikeve nav cîyan. Cînar û merovên Şemo ji boy helalîyê daxwaza wesîyetê tên mala Şemo
Cînar û merovên Şemo : Şemo em dixwazin tu me helal bike û hewceye tu wesîyeta xwa bike. Û piştê mirina te zarokên te dilên hevdu neyşkêrînin.
Şemo : Heyran ez we nayşkêrînim û wesîyeta xwa di huzura we tevhevêda du wesîyetên xwa dibêjim.
Şemo wesîyeta mina yek : Piştê mirina min mezinê mala min kurê min ê mezine, mal û milkên emanetê wîye
. . .
Şemo wesîyeta mina duduya : Gava ez mirim serê min jêkin û çil roj li ber pira Abdurehman Paşa darda bikin.
Cînar û merovên Şemo : Heyran Şemo ev çi daxwaze ma hişê te li serê teye ?
Şemo : Ê hun nizanin ez heyştê sal ji ber bejna xwaya kin û hecuc çiqas qehîrîmim. Qe ne hun piştê mirina min serê min jêkin laşê minê kin û hecuc veşêrin û serê min li ber pira Abdurehman Paşa darda bikin... Ewê kîjan rêwîyê xerîb gava diser pirêda pirêda derbas bu, bira li serê min mizekin û bibêjin erik ev merova di saxîya xwada çi babaît buye. ? ? ?
31. 10. 2004
Ali Cahit Kiraç
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2004-10-31 (5003 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |