Êþ û Birîn
Seyid Feysel Moctevî
( Êþ û Birîn )
[1] - bistînin
Êþ û Birîn
Ba û baranêl me da bûn
Sir û sermayêl me da bûn
Em kirin ah û girîn
Rah û çarê me nemabûn
Kes û karê me nerabûn
Em kirin derd û birîn
Xwîn du çavê me dibarîn
Pîr u kalê me dikalîn
Em kirin êþ û evîn
Qudret û hêzim nemabû
Derd û rencande tewabû
Em kirin bêkeyf û hal
Hîvîya mej ma hewal
Þew û rojêl me xeyal
Em kirin bêhizr û gêj
Ser û sirrê me teva bû
Roh û canê me nemabû
Em kirin bêbext û yar
Ser û pêyê me þikandin
Reng û rûyê me helandin
Em kirin bêdest û pê
Gulê baxê me verandin
Dil û cergê me helandin
Em kirin dax û keser
Reh û rîþê me qetandin
Zevî û varê me çerandin
Em kirin bê zevî û var
Nan û doyê me birandin
Rê û resmê me þêwandin[1]
Em kirin bênan û do
Qesr û burcê me çevandin
Milk û malê me rewandin
Em kirin bêmilk û mal
Av û kanîl[2] me çikandin
Rohnîya çawa rijandin
Em kirin bêçav û kûr
Milk û warê me çerandin
Destê mel desta qetandin
Em kirin bêbêr û war
Li der û deþtan bezandin
Destê mel zarya qetandin
Em kirin bêdeþt û der
Qelemê destêm þikandin
Kaxeza namê dirandin
Em kirin bênar û nûr
Destê mem zînê qetandin
Þîrîna ferhad rewandin
Em kirin bekrûkê kûr
Bax û baxatê me sotin
Þîr û mastê me firotin
Em kirin bê þîr û mast
Bi mere vehþî digotin[3]
Cêl û mîyê me didotin
Em kirin vahþî,nezan
Dilhinavê me disotin
Herçi wan xastin digotin
Em kirin bêdilhinav
Ga û cotê me firotin
Destrenjê me disotin
Em kirin bêga û cot
* * *
[1] - Beyn birin
[2]- Kûre kirina kanîya pê simîtê ( çîmento ) bi destê beisîyan
[3] - Turkan digote kurda turkê serê çîya ( vehþî )
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-12-26 (4599 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |