Hey Dîrok
Di pêkajotina teda,
Pêlavek,niqutek
Xwîn bi serda girîyabü.
Di nav axêda di nav
Bêna sînorê çîyanda,
darek rü þewîtî,ji
binva jîyan li ser bejna
wê dibrüsî.
Li nav bêna sînoran,
Þivanek ü gavanek,li
Hevdü civîyabün,ü
Gilî ü gazicê xwe bi
Ewr ü ezmanan dikirin.
Ji awzê bilüra wan ezman
Bi ser xwezayaêda digrîya.
Tîrêjê gîyanê sipî,li
Rojhilatê digerîyan.
Lê tîrkevana dev bi
Xwîn rengê xwe bi serda
Pijiqand.
Di nav bêna wêl wêlkanda
Ü hawaranda,dengê bêzar
Dihatin xwarê.
Ne dihatin xwendin,ü
Pêþe roj,ü paþe roja
Wan dinalîya.ü di
Bîrak kürda lalbibün.
Melül melül dengek
Bi dizî ji nava solavan,
Bi ser axêda dilorîya.
Tevî ku Jîyan bi fîncanek
Qehwe ü bi qelünekê,bi
Ser xweda mijülbübü,
mestbü bi dengê solavan.
helbest dinivîsîn stiran
dixwendin,ü ji sawêrê xwe
fidîdikir.
Tevî ku xewn serxweþbibün.
Ü hêvî di derîyaya evîna wêda
Qirik ziwabün.
Kî bü ew ...............
Pêlava kêbü ew.............
Dîrokê di nav parsîyê
Xweda qurmiçandibü.
Armanca wê di zindananda
Westîyabü.
Cîma rüyê narvîn te,
bi frçeya reþ rengdane.
Çima jîyan ji ber xuþkateva
Fidîdike.ü tu hîn bi çîrokan
Xwe dixapînî.
25.2.2002
Hejarê Kurd ( Hejar Elî )
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-01-01 (5081 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |