JAN
 
 
 
 
  Jana giran di dildaye 
 di kezeb ü cîgerêdaye 
 büye bend ü pigirîye ü 
 kombüye xwe lê dixîne 
 Jan dide lê dernakeve. 
 ew jan ji birîna reþ tê 
 Birîna jn girtî .ü diþewîte 
 ü tîrêjên þewata wê awêtin koka Dilê min 
 çiqasî dijware jana wê 
 ew jan di dilê minda büye 
 Gir!.wekî girê þêrekî ku di 
 Rekeha xwe hilnayê . 
 Xwe lêdixwîne ü giran hiltîne 
 dide ser hev dirêse ü badide , 
 wekî Dayika dilovan,ku çawa 
 piþta xwe dide dîwarekî ü 
 Teþîya kul ü derdan dirêse ü 
 badide ,ü dibera lorîkên xweyî Dilovanî dibêje. 
 wa lorîkên Dayîka min çi 
 xweþin zelalin ü wekî Ava 
 ku ji serê çîyayê Araratê xwe berdide ser deþt ü Zozanên Reben ü hejar... 
 çi lorîkin xweþin lê bi janin 
 lorîkin çîrokin dîlokin ji 
 hezar salan da tên gotin 
 Bibün Dîrok ü çand ü pêma 
 Ji dema Zeredeþtê kal ü ta îro 
 tên gotin dibine sitran ü bi 
 Kurdî dixwemilîn . 
 gava ew lorîkan dibhîzim 
 tê bîra min Mastê sipî ü 
 Þorên civatan ên tazî . 
 çi dilê min li ser wê 
 demê jan dide ü diþewîte ü 
 dümana þewata wê di nav dil ü kezeba minda dimîne ü dibe 
 hêsîrê bê Dadgehkirî ü destê 
 xwe li ber Azadîyê vedigre.! 
 
 
 15.3.1998 
 
 
   Hejarê Kurd ( Hejar  Elî )  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-01-01 (4949 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |