MIN DIXWEST BI KURDÎ HEZBIKIRA
 
 
 
 
  Min dit keçek bejin zirav ü lewend ü þox ü þepal . 
 Ew weke xwezayeke deyþt ü zozanabü ,anjî weke 
 Sawêrekêbü ü min çiqas lê dinerî werqasî dilê min 
 Jêra vedibü ü ez pê da dihatim girêdan ü min ji 
 Sêrkirina wê têrnedixwar ew keça delalî bala min 
 dikþand ü ez dixistim sawêra helbestan ü gava min 
 lê dinerî li ser rüyê wê helbesten Evidarî min 
 dixwendin ü bejna wê awazên jîyana buhuþtê 
 sazdikiribün ü min ji guhdarkirina wê têrnedixwar 
 ew porê wê wekî kerasê bejna çîyabü liser sîngê 
 wê di nav bêna herdü çîyanda newalek kür ü dirêj 
 ü bi sirbü ü helbestên min bi xweva girêdabün 
 ü Evîna minjî bibü hêsîrê çavên wê lê ez 
 nepoþmanbüm çi bi þewþenbü Evîna wê ü min 
 dixwest ez wê bibînim ü îfada xwe jêra bidim 
 lê min nikarîbü ew bidîta lê min namak jêra kire 
 rê üþand .Mexabin wê nizanî bi kurdî bixwenda 
 ku karibîya dîyarîya min bixwenda. lê wê xwest 
 ew nama min jêra þandî wergeranda da ku karibîya 
 tê bighîþta. lê mexabin wê nikarîbü ji ber zimanê 
 kurdî qedexebü .wêjî namakji bo min kire rê ü þand 
 lê mexabin minjî bi zimanê wê nivîsî nizanîbü. 
 Ji ber wê bi kurdî nizanîbü ü minjî bi zimanêyî 
 Bîyanî nizanîbü .mexabin ew hesret dilê minda ma 
 Ew hesreta ku min dixwest bi kurdî ji wêra bigota 
 Ez ji te hezdikim ü tu Evîna minî ü her wihajî me 
 karibîya bizimanê kurdî çîrokê Evînî ji hevdüra 
 bigotana ü biristana ü badana lê hün tü carî nikarin 
 bipîvin ku li ber dilê min çiqasî girane ku min nikarîbü 
 Evîna xwe jêra aþkere bikira bira bimrê sitemkarî ku 
 zimanê me qedexekirin ü Evîna dilê me parçekirin . 
 
 
 
 4.3.2002
 
 
   Hejarê Kurd ( Hejar  Elî )  
 
 
 
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-01-01 (5137 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |