Bi nîşana emegdarî û rêz girtin ji mezinahiya mirovekê
Bûka Baranê, (kolke zêrîne) bernama edebî û huneriy heftiyane a Radiyo a dengê Kurdistana Îranê, bernama roja çarşembî 18ê Gulana sala 1381e Rojî (8.5.2002) a xwe bo bîranîn û rêz girtin ji kisayetiyê mezine Kurd Mamosta meseûd Muhemmedê nemir mizext kiri bû. Ev jî bi pêk anîna hevpeyvîn û wergirtina bîr û raya sê kisayetî ên nasyare Kurdistanê ku her hemîyan têkeliyekî çend saliye germ tevî wî nemrî hebûn. Ev sê kisayetiyane ev hêjayane bûn: Mamosta Ebdulla Hesenzade, Dr. Kemal Mezher û pirofisor Ewdirehmanê Hacî Marif.
Ji bextê min demekê da bi ser belav bûna wê bernamê da ketim ku evrazî û rê a çîran çepe û gevrya bilindiyeke hemberî "Koyê" a bajarê mamosta Meseûd Muhemmedê nemir di nava xilwet û bê dengî û mezinahiya xasmanî bi çiya, di piştî nîveroyek hênike tijî ji bêhna gulên hovî re di bihorî.
Lê eve her ev keş û hewayê romantîk û dil revîne nîveka meha Gulana wê bihara bê "çeşît" (hempa) a biniya "bawecî" a bajarê Babe Hacî nebû ku kakila "Buka Baranê" (kolke zêrîne) a wê carê li bal min şirîn û xweştevî kiribûn. Bername bixwe bo her kesekê ku wek min bi hûrî û bi dil û can guhdarî kiriba, şirîn û tijî ji ders û şîret û xalên balkêş bû. Lêreda wek mînek işare bi hinek ji wan xalan dikim:
Mamosta Meseûd di ber hêjayî, zanayî, egîdî, welatparêzî û rol û xizmeta berçave wî di meydana çandî û hizrî da, ne tenê bo gelê Kurd li Kurdistana Îraqê belku bo Erebên wî welatî jî cihê şanaziyê bû. Lê her di wê bernamê da guhê me lê bû Dr. Kemal Mezher got: "Mamosta Meseûd Muhemmed çend cara gotiye min seh dikim di nava Ereban da zêdetir qedrê min digirin hetanî nava netewê xwe da." Her di wê bernamê da jî bû ku mamosta Ebdulla Hesenzade Got: Deng vedana wexera dawî a wî zana û welat parêzê mezin di çapemenî û ragehandinên Kurdistana Îraqê da, di qasê kesayetî a wî da nebû û hîn û xizmetên wî bi terzê pêdvî piştî mirina wî neketine ber basê, lome û gazindeyekî bi cih ku rojnama "Kurdistanî Nwê" jî di gotarekî roja 9.5.2002 ye xwe da dubare kiri bû. Bi wî halî jî dibînin radiyoyek ku dengê xebat û têkoşîna gelê Kurd di pişkekî dinêye Kurdistanê ye sikirtêrê giştiyê Partiyekî Kurdistana Îranê bi wezîfa ser milê xwe dizanin ku bername û rê û resmekî xasmanî bi bîr anîn û rêz girtina mirovekî viha mezin pêk bînin.
Nasyariya rêberên Parta Demukrat tevî mamosta Meseûd Muhemmed dizivirîte bo pêspêka deheya hevtê a zayînî, dema ku Koma zaniyarî a Kurd bi serokatiya mamosta Meseûd Muhemmed milê xwe bo xizmet kirin bi ziman û edebiyata Kurdî hilda bû û akincî bûna hijmarek nivîskar, hozanvan, wergêr û Kurdizanên siyasî û xebatkarên Kurdên Îranî li Bexdayê bi fer (keys) zanî bû bo rakêşana hevkarî a wan tevî Koma Zanyarî a Kurd. Koma zanyarî deskevtekî zanistî û çandî a xebata gelê Kurd di wê pişka Kurdistanê da bû. Rêveberê wê saziyê dişiyan hemû tiştekê bikine qorixkiryê xwe û her bi xwe bin û bes. Lê wan ji wê keys û mecala nû û ji imkanên wê dezgehê bo xizmet kirin bi gişt Kurdan û bo rakêşana hevkarî a her kurdekê ku xizmet kirina çandî ji dest bihêt, bê balkêşan bi hinek ji tûxîban mifah wergirtin . Wan bi wan pêngavên xwe her tenê keys bo tevîhev bûnê û hevkarî a çandî di nava şareza û rewşenbîrên du pişkên Kurdistanê pêk ne anîn, belku kewirê xîmê dostîniyekî dirêj heyam di navbera pêşeng û bijartî ên wan du pişkên Kurdistanê danîne. Dema ku mamosta Ebdulla Hesenzade li zimanê mamosta Meseûd Muhemmed ve divegêrîne: "Eva ku xelkê Koyê tevî xebatkarên Parta Demukrat gelek baş bin, tiştekî hinde ecêb (heyidî) nine, jiberku hun bo xwe başin û we tevî melayîketan cudahiyekî wisan nine," an dema ku Dr. Kemal Mezher birîna kevin bi êş û jan tête bîra wî û bi çavê tijî rundik û bi îskave digêrîte ve: "Mamosta Meseûd bi mirina dayîka xwe negiriya, lê sipêdehiyekî zû ku telefon bo mala me kir, digiriya.
Ez û ehla (xêzana min) ecêbmayî û heyrîn. Min jê re got mamosta çi bûye" Got kemal! Bed bext bûn! (li me qewimiye) Qasimlo hate kuştin. Herwisan dema pirofisor Ewdirehmanê Hacî Marif dibêje: "Wale" (Walintîn a hevjîna min) hekî mêvanekî Rûsî an kesekî din ên biyanî tên, dibêje "here wan Kurdên Îranê nîşana wan dide bila bizanin Kurd çi ji Ewropiyan kêmtir ninin". Ev gotinane bo her endamekî Hizba Demukrat û bo her Kurdekî Îranî gelek xweş û cihê şanaziyê ne. Lê di her wî demî da jî wezîfeyekî giring di êxîte ser milên me, ev jî berçav girtin û parastina wan rewişt û tîtal û xasmaniyane ku Hizba Demukrat li nik mamosta Meseûd Muhemmed û Dr. Kemal Mezher û Pirofisor Ewdirehman û Walînta û giş dostan, ser bilind û xweştevî kiriye.
Qadir Wirya
http://www.kurdistanmedia.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2005-02-14 (5157 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |