Negrî Dayê
Negrî Dayê
Dilê min kesera dikþîne
Qamiþlo li bîra min tîne
Leylane dil hemî evîne
Þev derenge û roj xemgîne
Dil ji kerba te digrî ………
Erê dayê tû negrî ……….
Evîn li te kirine pîvan
Demê vegerîn li me civan
Warê min ger hemî roj jiyan
Dûrbûna te windakir viyan
Dil ji kerba te digrî ……….
Erê dayê tû negrî …………
Dilê birîndar derman nabe
Can û ceger li ba te mabe
Þevîn bê te wê çawa þabe
Jiyan bê evîn weha nabe
Dil ji kerba te digrî ……….
Erê dayê tû negrî …………
Buhar þîn dibe bi hêstiran
Xwunav xweþdike bihna gulan
Awirên çava dikin lîlan
Her tû dimîne xewna þevan
Dil ji kerba te digrî ………..
Erê dayê tû negrî …………
Ji dûrbûnê li þevê bake
Awazên xemgîn tû çêke
Helbesta evînê tû lêke
Silavê jînê tû birêke
Dil ji kerba te digrî …………..
Erê dayê tû negrî …………….
Qêrîna þevan pir dijware
Dilê reben her birîndare
Dûrim ji war roj li min are
Kaniya derda tim bê zare
Dil ji kerba te digrî …………..
Erê dayê tû negrî ……………..
Xewneroj û her þev dibhure
Arê evîn qet na vemire
Erê dayê tû negrî ....................
Dil ji kerba te digrî .....................
10. 09. 2005
Dildar Îsmail
dildarismail@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-09-12 (5235 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |