Mêrê Dihek û Jina Çilek.
Mêrê Dihek û Jina Çilek.
Hebuye Tunebuye li heremekî mêr û jinekî hebuye;
Merik rojek diçe bajêr hinek tiþtên xwarinê û kiþmîþ dikire û tîna mala xwa. Tiþtê xwarinê û kiþmîþ evin, Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî û Lazut e. De mizekin mêrik ji Jina xwa çi gotinan dibê je.
Mêrik : Jinik, min li bajêr Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî, û Lazut kirîye û tu van tiþtana veþêre. Jinik nebe, nebe tu bi çilektîya xwa bîne bîra xwa û Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî û Lazutan bixwa. Dema rojek mêvanê me were emê bê xwarin û kiþmîþan nemînin. Bi Xwadê kim, tu îjar jî çilektî bike, ezê te ji lêdanê Sergêj bikim.
Jinik : Mêrik tu pir þerm dike, min ji tera gotibu ez êdî çilektî nakim. Tu bê xem be, ezê xwarin û kiþmiþan veþêrim.
Pistê soza jinikê demekî þunda mêvanê wan tê. Merikê dihek diçe alîyê Kulîne û bi wan gotinan, tiþtên xwarinê û kiþmîþan dixwaze. Lê jinik matmaî dimîne û tu bersîv nade mêrê xwa.
Mêrik : Xatuna min, mêvan hatiye, xwarin cê bike û ji mera kiþmîþan jî bîne.
Ey wax li helê jinikê, Jinik îjar jî, çilektî ya xwa anîye bîra xwa û tiþtê xwarinê û kiþmîþan xwariye. Belê jinik Lazut û Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî kiriye nav hev û li ser agir qelandîye. Lê demaku jinik li tehma Birinc mize kiriye, Birinc xwaþa wî çuye û Birincê jî xwarîye xilas kiriye. Lê jinik Mewûj û Hêjîr jî xwariye û xilas kiriye.
Jinik ji ber tirsê, destêkî xwa dide paþ xwa direqise û bi dengekî bilind vî kilamê dibê. Jinik ji bê çarebuna xwa bi vî xeydê reqisandin û kilamên wekê dîlok van gotinana dibêje kû, merê wî fehm bike û wî carekî din çilektî kiriye. Belê jinik, ji ber tirsê vî dîloka hanê li ser çilektîya xwa rêz dike.
Jinik :
Mewûjo nikil tujo, te bi min çi kir... ?
Hêjîra nav Pêjgîro, te bi min çi kir... ?
Birinco dor Simbilo, te bi min çi kir... ?
Lazuto dor bi Sinco, te bi min çi kir... ?
Dehno simbil Zêrîno, te bi min çi kir... ?
Jina çilek, bireve binê çêlekê.
19. 10. 2005
Ali Cahit KIRAÇ
alicahitkirac@yahoo.de mirezdin@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-10-19 (4811 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|