EY DÝLA SAQÎYÊ MEHWEÞ
EY DÝLA SAQÎYÊ MEHWEÞ Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr
Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr
Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn
Ji meqamî kî behîÞtî ji sedayê Tenibûr
Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz
Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr
Perdeyê zulmetê eÞxalê cihanê bi dirrîn
Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr
Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin
Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr
Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haÞa!
Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr.
Mey û me’Þûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr
Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr
Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan
Semerî xweÞtir ewin, bûn bi heramî meÞihûr
Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket
Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr
Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê
Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr
Þêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad
Li miradê dilê murde dibîtin keÞfê qubûr
Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a
Ne bi çeÞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr
ÎÞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz
Þem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr
Þebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa
Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr
Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin
Bike qelbê me tu saqî ji Þeraba xwe tehûr
Da bikem keÞfê meqamatê ulûwwê derecat
Ya bikem keÞfê keramatê ji dara mensûr
Helbesta : Ehmedê Xanî
Berhev kar : Îbrahîm Xelîl Þêxmusoglu
Batman, 06, 04, 2006
Îbrahîm Xelîl Þêxmusoglu http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-04-06 (5141 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |