DERWÊÞÊ BÊ EDÛL 
 
 
 
 
       
 
    DERWÊÞÊ BÊ EDÛL      Ez derwêþê bê Edûl im
 hesreta min ji dilê bi kul tê,
 hesreta ji evîna kûr...
 evîna min welatê min e
 welatê min Edûl e
 wêran, wêran e Welatê min...
 
 Ez Derwêþê bê Edûl im
 dikim nakim nagihim te...
 jiyana bê te Edûl, bê wateye
 þer navê te ye ji bo aþtiyê
 mirin rûmeta te ye ji bo jiyanê
 mirin ji bo welatê min Edûl,
 di jiyanê de tov avêtin e...
 
 Ez Derwêþê bê Edûl im
 hestên xwe yên veþartî diþînim ji te re
 gurtir dikim agirê bi bedena xwe ve...
 naxwazim tunebûna te bibînim
 hebûna min î tu di rojek e geþ û bêdawî de
 dirêsim keziyên te
 di rojek ji rojên bihara bi kulîlk de
 
 Ez Derwêþê bê Edûl im
 ji dengê te bêhna Dîcleyê tê...
 ji çavên te nêrînên tûj tên...
 kevoka di govendê deyî, li çiyayê Qerejdaxê
 hespê min, þûrê min, axa min, Edûla min...
 
 Ez Derwêþê bê Edûl im
 roja te pîroz dikim ji evînê re...
 gulistanê pîroz dikim ji hemû kulîlkan re...
 gel pîroz dikim ji Welêt re...
 jiyana nû pîroz dikim ji Edûla xwe re...
 
 Ez Derwêþê bê Edûl im...
 
 
 
     AYDÝN ORAK            http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf 
 
  http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg 
 
   http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg  
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-03 (5340 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |