Sozê me ..! 
 
 
 
 
      
   Sozê me ..!    Me 
 ji noþandina lêvan
 Mey 
 di peyalan da 
 nehîþt.
 Çû 
 Soz da min.
 
 Ji tiketika dengê sanîyan
 borandina demê
 Evîn 
 ji hinavê min 
 diniqutand.
 
  Digot : 
 "-Ezê bêm."
 
 Ez jî 
 hîn mûman 
 li ser masê 
 rengîn dikime.
 
 Lê xuya ye 
 Evîna min 
 çongê wê dilerizîn .
 …û bi ser gulan da 
 evîn diniqutî.
 
 Arama min 
 westîya bû.
 
  Digot : 
 "-Ezê bêm."
 
 Çav li rê 
 serxweþ bûn.
 
 Bendewar bûm…
 Bi hesreta gimegima 
 lingên wê .
 Guhên min 
 awaz dilorandin.
 
  Digot : 
 "-Ezê bêm."
 
 Hindik mabû 
 roj herê ber ava,
 Tîrêjê asoyê 
 þûrên xwe 
 di asîman da
 wenda kiribûn.
 
 Hêdî hêdî 
 Gupegupa dilê min
 Ji tiketika 
 lêdana sanîya 
 bezatir dibû.
 
  Digot : 
 "-Ezê bêm." 
 
 Berî ku 
 roj xatir ji asoyan bixwaze.
 
 li ser cilika 
 sihrî rûnim 
 Ji bo ku 
 bi lez bêm.
 
 Lê
 Rinûþtina 
 li ser agir. 
 
 Li hember min
 Kanîyên awazan 
 melûl dibûn.
 
  Digot : 
 "-Ezê bêm."
 
 Lê gava, ku hêvî 
 bê aram bikurisin.
 
 Hestî 
 li ber nerm bibin 
 Xwîn tîr bibe 
 Aso tîrêjê xwe
 ji asîmanê jîyana min 
 bikþîne.
 
 Rewrewkên 
 germa havînê 
 li ber çavan 
 Di dilê min da 
 sar bibin.
 
  Hîn digot :   
 Ezê bêm.
 
 Berî ku kîferat 
 xwatirê xwe 
 ji hestê evîna 
 min bixwaze.
 
 Gîyanê min 
 rihayê xwe 
 ji koka dilê wê bipincirine.
 
 Hindik mabû 
 ku dema sozê Me were.
 …û birbang dilê xwe 
 ji awazê dengê 
 çivîkan þîyar bike.
 
 Hindik mabû ku 
 roj tîrêjê xwe ji bejin 
 û bala asîman vereþîne.
 hindik mabû ku
 Gul û sosin 
 bi ramûsanên rojavayê razên.
 
 Hindik mabû ku 
 Em li ber kenarê deryayê 
 berî roj herê ava
 em sozê xwe 
 bi peyalak ji meya memikê wê diniqutîya 
 binoþin.
 
 Noþenoþa me evîn 
 serxweþ bikira.
 Axîn û nalîn
 Ji navbera can û rewanê me 
 bifirîya û..
 bi ser canê azadîyê da
 perwaz bikira.
 
 Hindik mabû ku 
 roj herê ava.
 Hindik mabû ku 
 ew li derîbixe.
 
 Hindik mabû ku 
 ez bêjim,
 û wê bidim ber dilê xwe.
 Hindik mabû ku 
 ez peyala wê berhimbêz bikim.
 Lê hîn çend lêdank 
 ji sozê me mabûn.
 
 
  09. 11. 2004 
 
 
     Hêjarê Kurd            http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf 
 
  http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg 
 
   http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg  
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-28 (5153 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |