Abdullah Karabag : Rêdanên Rêçan De Bûme Zihîn
Rêdanên Rêçan De Bûme Zihîn Difikirim, li rûyê te me, pêgirtin bi lêvên kenî ne
Ne kûr in, ma ne dûr in, ma bê çav in hinarikên te,
Çêja min şîrîn kirin, ne bi diran, ma ne bi gez bûn,
Tên alav di gotinan de ku wan ji rêçên min didizin
Ma kî ne, ma çi ne, ma min bîrkiriye, nezanî çi ye
Ku xweziya te hebûye ji bo ramusaneka ne bi dên
Min ê bi tewreka rengîn kena hişka te vêxistibûya.
Wekî tiştekî destanî an jî wekî tiştekî avsûma çîrokî
Dibe ku wekî teyrekî spî be an jî şahbazekî seydvan,
Na, dibe ku ne wer e ew, dibe ku dijî aqil û jîyanê be
Û bi serê xwe, di çîrokên rûspîyên li ber agiran de be
Û bi rewşeka hunerî û dewlemend tim bê şayesandin.
Wisa gerîn bi guhartin, weke hespeka ji behrê zayiye
Lê belê, teyrê spî ye: bi niqul, bi stûyê dirêj, bi perik..
Xwe li min digre, xwe li fikira min digre, gelo, çima,
Museleta bala min ê, pêşiyê li min distîne, ma rêgir e
Na, dibe ku reber e, nameberê hezê ye, qey dildar e,
Na, dive ku di weswesiyên min de tiştekî bê emsal e.
Dema ku ew nîgarên spî, bi xiyalan ve tên bîra min
Kenekî reş û perespandî dikeve lêvên min û gesdike,
Dibe ku tiştên ji hev cûda nin: çûn û hatin, pêk û rêç
Ya ku min dikizirîne di destê min de ye: kulmek ax e
Yên ku min dilminî dikin birisînên lêvikên rojê bûn.
Bin dareka zarînê me, şah existin, baz firandin: spî ne
Benda wan im, dibe ku bizivirin, bêper im, hêvîdar im.
( Sewta Berbangê )
Abdullah Karabag
18. 11. 2006
Abdullah Karabag http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2006-11-18 (4868 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |