Oksana
Oksana Oksana,
Sînga te zozan e,
ser li ser datînim
dil datînim li ber;
du çiyayên qeþê
lêvên min ji xweber
dimijin cot û fer…!!
Oksana,
ziwan e,
bê deþt û
buhar in…!!
tilî li nêv kulîlkan
bêzar in… !!
nakin tevger.. !!
þeveke buhiþtî
qaza sipî,
asîmanê wê girtiye…
Oksana
di hembêzê de,
heya sibê
bilbil di hêlînê de,
hêlîn li ser þaxê
li ber ba diheje;
lê naçe ji rê… !!
xuya ye;
ne ew gul e..!!
buhar bi kul e !!
Xuya ye,
lem bê rewa ye,
Oksana;
ji refê wî cuda ye…!!
her tilûr
xweþiyê digehê,
û
nama dildariyê
li ser porê kej distirê…!!
Oksana
ev navê þêrîn,
ey mûma di mûmdana
xwe de vêketî …
roniya te diyar e,
stêra þeva bendewar
Dil;
dilê min geþ nake…!!
Hêvîdar im,
tu bes bibêjî :
"no û yes".!!
dilê min ji êvar de,
dibêje te:
{good night}
þeva te xweþ…!!
07. 03. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-03 (4751 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |