Xewn e
Xewn e Gava
beniþtê xezalan
li bênderên me kesk bû;
gava
nîviþk û dew
li ser mersefa li ber me bû,
gava
pîrika min
tolik û
xerdel dida hev û strîzerk dikland …
li wê buharê,
li ber wê þahiyê
çavê min
li ser bîrê
li dîlberê ket
guliyên dirêj,
aniya geþ weke rokê,
rez û
gul û dar
çav û poz,
dêm û dev û guhar
gerdena dur û camcamî,
firiþte li wê dizîvirîn…!!
Ez bi wê cîhanê re çûm,
ketim sawîran
destên nazik bi bazinan re,
çavên min
li dûv xwe dizîvirand …!!
ronî ji her alî de
di bû birûsk û tav
pê re dilerizîm
bê çare ji hiþyariyê
ez didizîm ..!!
Çi gotin min nema
dikarîbû bigota…..
laþê min ji ava bîrê
bêtir xwê dida …!!
ew kêlîk bû dîrok
pelek li ser
evîna keçînî vekir,
bû þahî
govendek li dor
her u dilan gerand…
Me dest bi tevna hêlînê kir,
ji niþka ve
min çavên xwe vekirin,
min dît ko xewn e .. !!??
Lê her ez ne poþman im
evîna gundê min,
li kela dil,
dîsan vêket ..!!
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-03 (4923 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |