Bejna Nêrgizan bilind e
Bejna Nêrgizan bilind e Dilê xwe ji min negire
min dilêrî ji pêsîra te mêjandiye..!!
dilê xwe ji min negire
bê te navê min di leylanê de
bê nexþîn ma ye!!
Þêt e, winda ye û bê piþt e..
Li ber bahozan
bê pal e û bê hêt e;
pejalokê evîna te me
bi dûv derziya heziya te de ta me,
Ji dengê keleþêrê Zagrosî
ewrên meyandî dihatin kelîn
xwe li ser dilê hêzê didawerivandin…!!
Wisan bûn avdarên kîna min
ko li ser Enfalkirina kulîlkan bûbûn sîwan;
kîna min a herî mezin
a Gur û Dêw
li kira sitemê bê mehder bû…
Ey wêranê dil îro
ji buhiþta xwe bayê hênik neçelpîne..!!
ma giraniya evan derdan çî din ji te mêtiye?
Canê çend hezar pakrewanî
bûne ewrên vegirtî û engirî..?
Maç û gez ji devê wan diçirisin,
qîlên sing û xiþtan
di laþên nazik de çi kirin û çi nekirin??
Bese ko tu li nexþan metirsî yî,
tinaza zemzeloq î
û beniþtê bî yî…
guhdan li mafê te
guh hemî bê perde û ker bûn!!
Ta li ser sergoyên te jî
þînbûna Gulan qedexe bû,
sed nigar bi ristina geþbîniyê re bin ax bûn
zêrê zer jî ji destê te tûnc û sifirê bê sûde bû.!!
Sedê salan
silavên biratiyê ji destê kesî li ba ne dibû..!!
Dilê xwe ji min negire
Evîna kuç û keviran,
lat û tehtoþkan stran û sirûdên azadiyê ne;
mujde li beyabanan îro hemî havîngeh in
qûçên goristanên te mexel in;
hemû temenên qurqiçî
li hêviya tola buhara xwe ne..
li xaka te
hîç nizmî û xûzbûn li bejna nêrgizan
tune ye û tune bû…!!
13. 01. 2006
Alain
Emirates
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-04 (4634 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |