Li Gulistanê
Li Gulistanê Li gulistanê,
li ber siya darê,
li nêv hevrîþma ji dilan derdihat,
can û keser û nimêj
li yek torê ketin dîliyê…
Dil ji danê ne rawestiyan,
kursî ji hembêza masê
ne liviyan.
bi Laleþ me sofîtî dît,
em gihan "eþqa" Cezîrî,
em gihan bin baskên yezdanan,
me þev û xewn bi hev re perest…
Ahînên me
bi pêjnan ketin pêxîla hev,
û çavan bi sedê pertûkan
di bîbîkên hev de xwendin.
heya peyv û xêz
û perparên rewrewkê
tev li hev bûn.
rewanên me
wek du burcên
roniyê bilind bûn,
pinpinîkan li ber þahî dikirin…
Asmanê gulistanê,
werê dev li ken
bi dîtina min û te þa dibû ...
Pelên daran siya xwe dimijandin,
û bihna jînê
ji hinavê xwe didan .
Kavkulîlkên pistepista me,
riwê evînê diqelaþtin.
bi xêrhatin,
her tiþtî li me dinerî
bi me re dikeniyan .
bi her hawî,
li her alî,
xunava hestên me dibariya..
Li gulistanê,
li ser lêvên sosinan
tîpên hêviya me meyan.
bi þahiya me re
nêrgiz,
nesrîn û yasemînan
mehra dilên me birîn,
û tevaya gulan gotin:
ev e mizgîn !!
09. 07. 1997
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-04 (4476 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |