Dereng e…
Dereng e… Zû were jîna min
avaniya li ser hêviyê avayî me..!!
Were piþkojeke nazik
li serê þaxa jiyê min veke..!!
Were bê giranî
li ser kolînê te hildim…
Evrazê min
hetavê li Sereba can
ji xemla xwe bide …!!
Mistek ji rewanê min tu dayî;
ji kezebê bersivê bistîne…!!
Were li benda te koç û karwanê
xweziyan rawestiyan…!!
Hinek ji aramê, hinek ji bilindiya namê
bûne peyv ji sebr û samanê weþiyan…!!
Were Mesîh û Mûsa hatin,
çiya xûz bûn,
sîngên me ji bo te li hev hatin…!!
Bendewariya Mihdiyê zeman
di evînê de bûye tov;
ser çavê min xatirê þahiyê
gulên kesk û sor
di buhara pêjna te de xemilandin…!!
Were kedera min,
hinetîtka dilê tehtika min..
Li zinarê civînê kewo! Bixwîne!!
çepikên me ji te re
sosin û sorgul vejandin …!!
03. 04. 2001
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-22 (4535 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |