Hey buhar im
Hey buhar im Hey buhar im,
bi te hatim
bi te hatim
wa Bilbil im,
te geþ bikim;
wa Qaz im mizgînê bi te bidim..!!
Hey buhar im,
çi me?
deþt û mêrg im
lema bîstanê hêviyê me?
li serê þaxê piþkoj im;
rengekî xweþ im,
bihna þevnemê
min ji kenê te vedida …!!
Dilê min,
bi te hatim …
bi te hatim …
ronî bûm
di roniya te de wenda dibûm
bayê viyanê biweþîne…
Ji te hatim,
bi te hatim
hey buhar im;
dilê min
li mêrga evînê distirand
dengê azadî
qebqeba çiya
serbilind li kohê Metîn
li Agirî,
li Zagros,
û li Kurdaxê
wa distirand…!!
Hogirî
berqef û þikeftên xwedînas,
koz û çalên mêraniyê,
evîna çiya
û berfa zinaran dibûm….
Ji te hatim,
bi te hatim,
roka azadiyê
bayê bihin vedanê
û dengê hêrana destar
li ber kevirê Laleþ
perestvanê hebûna te
sernixûz dibim… !!
Wilo hatim,
wilo dimînim;
li dilê te dîl im
girtiyê sîwana hezkirinê me
hey buhar im;
li me geþ be
baran e, berf e…
Balinde û tilûr im,
evîndar im,
rengê te bi min
herdem jîn e….
21. 12. 2001
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-22 (5108 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |