DILÊ ÞEYDA
DILÊ ÞEYDA
Disan dilê Þeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir
Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira Þehbazî kir
Meyla wî mehza hîkmet e, Þeyda wî enqa Þîret e
Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir
Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit
Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir
Þeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes
Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir
Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê
Fikrîme Þekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir
Þeklê mecazî çendek e, Þeyda heqîqî werdek e
Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir
Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin
Þunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir
Þunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil
Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir
Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (6973 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |