EY DIL
EY DIL
Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf
Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf
MeÞqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet
Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf
AÞiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket
Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf
Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî
AÞiqê îÞqîbazekî, bendî diket belayê zulf
Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan
Xencer û Þîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf
Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran
SerxoÞ û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf
Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan
SerxoÞ û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf
Þêx û mirîd û salikan, Þah û feqîr û malikan
Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf
Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e
Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf
Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî
Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf
Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û Þaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf
( derde, ji destê tayê zulf )
Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (7985 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |