Dilopek ji derya xani
dilopek ji derya xani
li kocka ehmede xane
cira gotin eze pexim
li dîwarê Mem û Zînê hilawêsim,
sevê ez pê bikim rehnî.
Sepolên reng û awazan,
li ser dêma ciwanî tev,
nizanim ka çi awayî bihîvêzim!?
Ji reng û rûçikê îro,
dilê min ku, dirêjê xwîn,
birîndarim.
Nesim bêjim
li vê derya pesindarî,
ne soba û ne hisyarim.
Çikû zanim ku robarek neqisbazî,
ji bejna Ehmedê Xanî
li bejna min ,
ne ew borê ku ez lêdim.
Nesim bêjim
ji goranî , li vê bestê
ne serbestim.
Çilo karim
li fincana xwe ez deynim,
bi hêsanî bidim hevdû,
bi hejmêrim
hemî peskên di baranê!?
Çilo karim
dilê derya
bi mista xwe biçirkênim!?
Erê Xanî !
Biçûkim ez,
li awêna te ez dêmê xwe nabînim.
Li rû heyvan,
çiraya ber gelawêjan
çilo pêxim,
çirîsoke li destê min!?
Bi mûmek dê çi rehnîkim
rûyê rojan!?
Li Botan û li ser Cûdî,
te rehnî da bilindahî rûyê tarî.
Erê Xanî !
Te xanî bo me avakir,
bi kurmancî ,
te dîwarê ziman lêkir.
Li hevrîÞmê zimanzanî,
gelêrî bo me nîsankir.
Zevî hiska biharek nû te kêlabû.
Li dîrokê berî her kes,
gula pêsî li vîna gel,
(Berevkir : Natalîa )
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-08-19 (5341 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |