KEÇA KURD
KEÇA KURD
Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?
Dixwazim zû bixwênî xweþ, ji ser rû rakî çara reþ
Tu gavan pêþ de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî
Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaþînkof, bera zana û xwenda bî
Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî
Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî
Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî
Diya þêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî
Erê þoxê, erê þengê, bi hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?
Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî
Were xuþkê tu zû rabe, di þer de rengê þêra be
Bera Ala meya rengîn, li ser þaxan te hilda bî
Di rojên þahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê, tu padîþahê rinda bî
Þirîn û nazik û rind bî, þeker lêv û sipî zend bî
Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî
Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu þêrîna dilê xorta û Seyda bî
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (6428 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |