JIN HENE, JINKOK HENE
JIN HENE, JINKOK HENE
Cihan būye zivistan
Rź ū biwar rawestan
Berf ū baran ū bahoz
Hawīr būye terpetoz
Ēūk nikarin derkevin
Teba nema dilivin
Rź winda kir ēīqź resh
Di wź roja pir nexwesh
Cihan li ber tarī bū
Ew nizanī diēī kū
Bi bez diēī, dil bi kul
Per ū terī hemī shil
Ji ber serma Sibatź
Xwe avźte ber latź
Pir tarīye, bū dereng
Di shikeftek resh ū teng
Ēīqź reshź pir bi rū
Xwe avźte hindirū
Ket hźlīna kevokź
Xwe berdaye ser ēokź
Kevokź kir qire-qir
Pepū, ji ku hatī vir ?
Ba, bahoz tźn bi gij-gij
Cihan tevde būye mij
Ez hatime mala te
Xwe daye ber pala te
Ej ī wekī te teba
Gerek bźjī: merheba
Van ēend rojan Sibate
Tim namźnim li ba te
Ezź herim mala xwe
Bighźm cem hevala xwe
Lź kevokź bi xeyd go:
Na heyra, na, de o, to !
Īshev raze, sibź zū
Here bźka diēī kū ?
Ez bi tenź jina bī
Hźlīn tenge, nīne cī
Nźr hemī dest dirźjin
Xelkź siba ēi bźjin ?
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2004-07-03 (5311 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |