BABA TAHIR” HEMEDANÎ ( 935 - 1010 )
Çend nimûne ji çarînên Hemedanî
( Bi adaptasîyona Kurmancî ya ku ji alî Beþîr Botanî ve hatîye kirin )
Lûrî
Me ger þîr û piling î, ey dil, ey dil
Be mu dayim be ceng î, ey dil, ey dil
Eger destem resed xûnet birîcem
Biwînem ta çi reng î, ey dil, ey dil
Kurmancî
Me ger þêr û piling î, ey dil, ey dil
D’ gel min her dem li ceng î, ey dil, eydil
Eger dest im giha xûna te d’rêjim
Bibînim ka çi reng î, ey dil, ey dil
Lûrî
Dilem zar û hezîn e, çun nê nalem?
Wicûdem ateþîn e, çun nê nalem?
Be mû waçen kî çun û çend nalî?
Çu mergem der kemîn e, çun nê nalem?
Kurmancî
Dil im jar û xemgîn çawan ne nalim?
Hebûn im agirîn çawan ne nalim?
Dibêjne min çawan û çend dinalî?
Ku merg im di kemîn çawan ne nalim?
Lûrî
Dilî þad ez dilî zareþ xeber nî
Selametrû zi bîmareþ xeber nî
Ne teqsîrî te în resmî qedîm e
Kî azad ez giriftareþ xeber nî
Kurmancî
Dilê þad ageh ji dilê jar nîne
Kesê xoþrewþ ageh ji bîmar nîne
Ne b’nasê te ev wêneyeke kevn e
Ku azad ji dîlî agehdar nîne
Lûrî
Be þû mehwî ruxî mehpare hestem
Be roz ez derd û xem bîçare hestem
Tu darî der mekanî xud qerarî
Mûyem kî der cîhan aware hestem
Kurmancî
Bi þev miriyê ruyê mehpare me
Bi roj ji derd û xeman bêçare me
Li þûn û cihê xwe te biryar heye
Ez im ku di cîhanê aware me
Lûrî
Dilî mû xeyrî te dilber nê gîre
Be cayî cewherî cewher nê gîre
Dilî mû sûte û mîhrî te azer
Bî nasûte azer der nê gîre
Kurmancî
Dilê mi’ j’ bilî te dilber na gire
Li cihê gewherê gewher na gire
Dil sotemenî û evîna te agir
Bê sotemenî agir her na gire
Lûrî
Bî te gulþen çu zîndan e be çeþmem
Gulistan azeristan e be çeþmem
Bî te aram û umr û zîndeganî
Hemu xwabî perîþan e be çeþmem
Kurmancî
Bê te gulþen wek zîndan e li nik min
Gulistan agiristan e li nik min
Bê te aram û jî û jiyana min lê
Hemu xewa perîþan e li nik min
Lûrî
Gulistan cayî tu ey nazenînem
Mû der gulxen be xakister niþînem
Çi der gulþen, çi der gulxen, çi sehra
Çu dîde wa kerem ciz te nê wînem
Kurmancî
Gulistan cihê te ey nazenîn im
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
Çi di gulþen, çi di gulxen, çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim
Lûrî
Xûþ an saet kî dîdarî tu wînem
Kemendî enberîn tarî tu wînem
Nê wîne xuremî her giz dilî mû
Me ger an dem kî ruxsarî tu wînem
Kurmancî
Xoþ ew saet ku dîdara te b’bînim
Kemendê enberîn tara te b’bînim
Na bîne þadiyê her giz dilê min
Me ger ew dem ku ruxsara te b’bînim
Lûrî
Bure, Bure kî cananem tu yî tu
Bure, Bure kî sultanem tu yî tu
Te xud zanî kî xeyr ez tu ne zanem
Bure, Bure kî îmanem tu yî tu
Kurmancî
Were, were ku canan im tu yî tu
Were, were ku sultan im tu yî tu
Te b’ xwe zanî ku j’ bilî te ni zanim
Were, were ku îman im tu yî tu
Lûrî
Bure rozî kî dîdarî te wînem
Gul û sumbul be dîdarî te çînem
Bure bunþîn berem salan û mahan
Kî ta sîret biwînem nazenînem
Kurmancî
Were rojek dîdara te bibînim
Gul û sumbul bi dîdara te çînim
Were rûnin nik min salan û mehan
Da ku têr te bibînim nazenîn im
Lûrî
Behar amed be sehra û der û deþt
Cewanî hem beharî bud û biguzeþt
Serî qebrî cewanan lale rûye
Demî kî mehweþan ayen be gulgeþt
Kurmancî
Bihar hat, hat ji bo çolê û der û deþt
Biharek bû, ciwanî hat, biguzeþt
Serê gora c’wanan lale zîl dide
Her li dema ku zerî têne gulgeþt
BABA TAHIR” HEMEDANÎ ( 935 - 1010 )
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-23 (5198 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |