Bab Þ ( þîn ) : Dîwana Melayê Cizîrî
46. Îro Mela serapa lew têk-i bû me ateþ :
_________________________________
Îro Mela serapa lew têk-i bû me ateþ
Min dî seher xeraman neyþekera þirînmeþ
Ya reb çi turfe mêwe evrenge mey dibexþet
Þi'ra me tê perîþan nezma me tê muþewweþ
Dilgeþte min ji dêrê naçim kenîþteyê qet
Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleþ
Mehbûb-i wek stêr e govend û 'iþqibazî
Têkil biçîn semayê hiþyar û mest û serxweþ
Heywan li kû dimînit em muftiyê zeman în
Bêtin ji destê saqî cama zelal-i bê xeþ
Wer guh de çeng û nayê þîrîn ko bên semayê
Camê binoþe vêran çi sade û çi zerkeþ
Tali' ko têt û furset muhlet li nik heram e
Min 'umrê Nûh-i nîne wer saqiyo bi lez xweþ
Neyþekkera þirînqed me ji dest te mey divêtin
Da sîne pê cela dîn rewþen bikîn dilê reþ
Camid çi kin bi husnê ko wan nezer li xwar e
Xerteb'etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeþ
Kore xwe nasipêrit carek bi dest delîlan
Ebleh çi kit tewafê nabînitin Berê reþ
Bêzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan
Qedrê gulan çi zanit kerbeþ divêt kerê reþ
Feyda me þubhê Nîl e em Dicle û Firat in
Ger þeyx û wer imam e vê ra ye min keþakeþ
Þoxa ko ez di bendê dil girtiye kemendê
Letîf e zuhresîma ebrûhilal û mehweþ
Birhên ji qewsê qudret nîþane kir Niþanî
Lami' ji ber dibarin çi yengiyek we perweþ
Ellah li min hubba te çi þekker û nebat e
Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geþ
Melayê Cizîrî
********
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-27 (6106 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |