Bab T ( tê ) : Dîwana Melayê Cizîrî
53. Mey nenoþî Þeyxê Sen‘anî xelet :
_______________________________
Mey nenoþî Þeyxê Sen‘anî xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê xelet
Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanî xeta hanî xelet
Wî nedî bejna te û dayê qiyas
Hikmetê lew çûye burhanê xelet
Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand
Wer ne qeys naket beyabanê xelet
Wek Niþanî neqþ û nîþanek te dî
Ê ko nîþanek te dî kanî xelet
Ez giham ava heyatê xef ji dil
Xudr-i vajî çûye heywanê xelet
Þahniþînên nazikan dayi‘ mekin
Da nebînî dil bi vê xanê xelet
Ellah Ellah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê xelet
Roz û þeb her seyrê dîdara te tên
Nakirin ew dewr û seyranê xelet
Hon nebên meþþateyê xef daniye
Hemqeran kir xal û nîþanê xelet
Dê bi ser canê me murwet da me êx
Biþkowên benda girîbanê xelet
Ser nebî ber kufrê zulfê ‘aqibet
Ez ditirsim lê ji îmanê xelet
Pehniya vê çerx û dolabê dinê
Nisbeta erbabê ‘urfanê xelet
Nusxe’ê ‘alem hemî ‘unwanek e
Nuqteyek nabit di ‘unwanê xelet
Qulzum û bayên muxalif tê pir in
Da nekelþên darê sukkanê xelet
Da bizanî pehlewanî mûyekê
Dest nedî li-l-lahi mîzanê xelet
Wî di destê min gula geþ pir xwinav
Heyf-i bilbil çû gulistanê xelet
Hêj-i sehwa xame’ê bû werne min
Ev xelet nakir di dîwanê xelet
Wî li ser bejna te ev seywan veda
Wer ne nada roj-i seywanê xelet
Geh dil û geh can dibin tirkên te tên
Nakirin yexma û talanê xelet
Meþrebê tirkan Firat û Nîl-i kir
Teþneleb çû terfê ‘Ummanê xelet
Pîrê hikmetbîn li wifqa meþreban
Kes nedî mey rêhte fincanê xelet
Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pêçên perîþanî xelet
Pakiteb‘ û quwwetek mewzûn divêt
Da nedit sen‘et bi idmanê xelet
Merdimên çehvên Melê ‘eksa xwe dî
Wek Niþanî ma li nîþanê xelet
Melayê Cizîrî
******
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-27 (6254 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |