Bab W ( waw ) : Dîwana Melayê Cizîrî
88. Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû :
____________________________________
Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû
Numayên min di mir'atê meya safa zelal ebrû
Bi þîrînî bi zîbayî bi reftarî bi balayî
Binê nûnên di tuxrayî li bala herdu xal ebrû
Bila bêt saimu d-dehrî û bila iftarê carek bit
Kesê zanî ji dilber wê xwiya bin her du sal ebrû
Meþî mestane reyhanî dilê min dî di amancê
Reþandî sîneyê tîran bi qewsê her du mal ebrû
Sehergeh zuhresîma wa diçû gulþen bi seyranê
Bi ser çehvên Niþanî da xiramê ew hilal ebrû
Dibên xawerperest î tu nizanin min di keþfê da
Numayên min di þerqê nazika gerdenþemal ebrû
Tinê ma her terazû ne di babê husnê kêþayî
Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal ebrû
Me cewher 'unsurik xamis numa îro di tali' da
Di vê teqwîmê insanî li tali' bûne fal ebrû
Bi zunnara di dêrê da li hindava çilîpayê
Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû
Di mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê
Didit min terfeti l-'eyni cewaba sed su'al ebrû
Di batin secdegahê min li ber wan herdu ebrû ne
Bi 'eynê taqê mihrab in di 'ilmê ehlê hal ebrû
Eger de'wayê Mûsayî di 'iþqê da bikim ca'iz
Mela dayim tecella ye ji wê terha þelal ebrû
Bi þîrînî bi zîbayî çi katib bû we kêþayî
Te'ale l-lah niþan dane we þîrîn ev misal ebrû
Ne þîrîna li derbendê ne mehbûbê Semerqendê
Ne kêþayîn bi vî rengî li neqþê bêzewal ebrû
Niþana qabê qewseynê ko qews avête ebsaran
Di teqwîma tecellayê bi ser lê bûn hilal ebrû
******
92. Hê di ber qalûbelayê belko ew ‘alem nebû :
___________________________________
Hê di ber qalûbelayê belko ev 'alem nebû
Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû
'Erþ û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami'a 'iþqê hebû
Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel
'Aþiq û me'þûq-i yek bûn þem' û hem perwane bû
Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek
Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû
Yek di zatê surþirînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû
'Aþiq û me'þûq-i el-heq herdu mir'atê yek in
Lew di eslê cem'ê da eslê qedîm ayîne bû
Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê'iþq û hub çendî ko kir bêfeyde bû
Salikên 'iþqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik þehzade bû
Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû
Ê birî 'eynê beqayê badenoþê 'iþqê bû
Ê bûyî mehwi-fenayê 'aþiqê bêçare bû
Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat
Êk ji wan teþbîhê goyînê bi ah û nale bû
Awirên eswed'uyûnan 'aqilan sewda dikin
Gezmeya 'aþiq vi dil keftî ji çehvên þehle bû
'Aþiq û me'þûq-i da wasil bi yek bin bêhicab
Mehw-i bû bi-z-zati 'aþiq lew di 'iþqê perde bû
Lew di 'iþqê da fena bû da bibit baqî bi dost
'Aþiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû
Nuqteyê 'ilm û sewadê herf û neqþê 'alemê
Ser didin me'nayekê eslê sewadê nuqte bû
Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e
La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû
Herçi de'wayê di 'iþqê da Melê sabit kirî
'Eynê de'wayê di nefsi l-emri dîsa þehde bû
Melayê Cizîrî
*******
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-27 (6027 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |